Çalakiyên protestoyî bi taybetî li herêmên Calabria û Puglia yên li başûrê welêt zêde bûn. Li Sîcîlyayê jî piştî hevdîtina bi Wezîrê Gihandinê Matteo Salvînî re ji bo car din tedarîk çêbibe, dorpêça hin rêyan bi rengekî demkî hate rakirin.
Nûnerên sektora neqliyeyê, derengmayîna alîkariyên civakî û bacên otorêyan protesto dikin. Çalakvan hikûmeta Giorgiya Melonî ya ji rastgir û rastgirên tund pêk tê, rexne dikin.
Li rêyên sereke yên mîna A1 û A 30 bi wesayîtan barîkat hatin çêkirin û rêyên xwegihandina rafîne û lîmanan jî hatin girtin.

