Hêzên îstîxbarata Îranê li bajarê Bane Mihemed Ferecî (18) û Jiyar Resûlî (17) bêyî ti biryareke girtinê hebe wan binçav kirin û birin cihekî nediyar.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku hêzên rejîma Îranê di 20’ê Cotmehê de Mihemed Ferecî û Jiyar Resûlî dema bi wesayîtê ji Armerde diçûn Bane li taxa Silêman Beg hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku hevalê wan Saro Sadezade (17) yê ji Armerdeye û li Bane dijî jî, di 17’ê Cotmehê de ji aliyê îstîxbaratê ve hatiye girtin.
Hat diyarkirin ku Sadezade piştî hat binçavkirin bi malbata xwe re bi telefonî axiviye û gotiye ku ew şandine navendeke ewlehiyê ya binçavkirinê ya li paytexta eyaletê Sine.
Hat destnîşankirin ku cih û rewşa Mihemed û Resûlî nayê zanîn û derbarê sûcdariyên her sê kesan de agahî nehatin bidestxistin.

