Sêşem, 25 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Lîstikvan Denîz Turkalî: Her çend fikarên me hebin jî divê em piştgiriyê bidin vê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 25’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qedexeya karmendiyê û ceza li Ahmet Ozer hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roja yekem a sersaxiya Wanê bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’  bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Sara Reşîdî ya ku ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye revandin agahî nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Serhedê bi girseyî serdana sersaxiya şehîdan hat kirin 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Besîle Narîn: Şer hêsîrên dayîkan e, êdî bes e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên rejîma Îranê malbatek Kurd girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hatîmogûllari: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk encama berdêlên hatine dayîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê li Geverê ji bo gerîlayên HPG/YJA Starê taziye were danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwan bi girseyî çûn serdana taziyeya li Wanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdan taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin pêşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Ji kar dûrxistina Îkra Avci biryareke neqanûniye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li Brukselê di êvareke sirgûnê de Bahoza Dersimê
Rojane

Li Brukselê di êvareke sirgûnê de Bahoza Dersimê

Rojnamevanên Kurd ku li Denderleeuwê li maleke sirgûnê li hev civiyan, li ser wêneyên beriya 89 salan ên kêliya darvekirina Seyît Riza hişê Dersimê, gorên winda û dîroka înkarkirî jinûve xistin rojevê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

89 sal in em li pey şopekê, nîşaneyekê, bihostek ji axa gorê ne. Dema ku ew darve kirin berfa li ber deriyên Dersimê hîn neheliya bû. Ya ku rû da ne bahozeke xwezayî ya ji rêzê bû; felaketeke bû ku weke brûskekê li bêbextiya gelekî ket, mal û hêlîn tarûmar kir.

Halbûkî germa dawiya meha Tîrmehê ya wê salê li çar aliyên Kurdistanê belav bûbû; ew germa ku berê bi stuyê Şêx Seîd û hevrêyên wî ve hate gerandin, birîna Dersimê di wê berfa zivistanê de hîn bi êş kir.

Ev çîroka bi êş ji vir, ji êvareke Tîrmehê ya 2026’an destpê dike. Li nêzî Brukselê, li bajarokê ‘Denderleeuw’ê, li maleke biçûk sirgûnê em hemû li binê sîwanekê gihandibû hev. Eger ez bibêjim ew odeya biçûk çar parçeyên Kurdistanê ye, ev ê nebe tespîteke nepixandî; Ji Bakur Cahît Mervan, Farûk Sakik, Huseyîn Dag, Sedat Ûlûgana û Ergun Depî, ji Rojava Ejder Şêxo, ji Rojhilat Barzan Şaswar û ji Başûr jî ez Ferman Mûhammed em li wir bûn.

Kombûna me rojnamevanan teqez ne ji bo derbaskirina demeke şexsî ye; dilê me bi rîtma welêt lê dide. Û heta nîvê wê şev a bi mij gotinên me li ser gorên winda yên Seyît Riza û hevrêyên wî bûn.

Doktor Sedat salek e weke nêçirvanekî dîrokê li pey şopa dozekê bû. Di wê şeva li sirgûnê, berhema keda wî weke cewherekî şewq da: Anî ziman ku wî wêneyekî wê kêliya dîrokî ya trajîk a darvekirina Seyît Riza û hevrêyên wî peyda kiriye.

Di sala 1937’an de dema ku bedena ezîz a Seyît Riza li sêdarê hate kirin, nûçe û wêneyên wê pêşkêşî Ataturk hatin kirin. Ew bi tirs wiha dibêje: “Van wêneyan teqez nîşanî kesî nedin; ji ber ku ew seyîdek e û Kurd vê qebûl nakin, ev gelekî xetere ye.”

Bi vî rengî wêne jî weke gora wî li nava tarîtiyê hate veşartin. Lê belê ev sansura hişk di heman demê de nîşaneya herî şênber a tirsa desthilatdariyê ya ji bedena bê ruh a wî lîderî bû. Dîrokê weke ku bersivê bide wê têkoşînê ku Seyît di oxira azadiyê de meşand, beriya salekê deriyê rasteqîn vekir û ew wêne li muzayedeyeke navneteweyî nîşan da.

Aliyê Tirk ji bo rabirdûyê bi temamî tine bike û wêne bişewitîne pêşniyar kir ku gelek pereyan bide; lê belê Doktor Sedat bi piştevaniya gelê Kurd heta dawiya muzayedeyê çû û nehişt ku ev êşa dîrokê weke gorê bê nav bimîne.

Gava ku ew wêne li maleke sirgûnê ya li Dernderleeuwê li ser maseyê hate danîn, ziman li pêşberî wêneyê giran lal bû; ne dikarîbû bihata vegotin ne jî bihata nivîsandin. Doktor Sedat beriya me hemûyan bal kişandibû ser detayê herî dilşewat ê wêne: Gore û şalwarê Seyît Riza…

Gore bi rengekî welê taybet hatibû hûnandin ku di encama lêkolînan de dihate fêhmkirin ku bi keda dayikên Dersimê, bi neqşên taybet hatiye çêkirin. Di dema xwe de ew gora ji bo wî ji serma çiyayên Dersimê biparêze bi dilsozî û eşqeke mezin hatibû hûnandin. Dihat bîra kê ku ew bendikên bûn gore wê piştî 89 salan bibe nasnameya nemir a lîderekî, wê di dema darvekirinê de bike ku bê naskirin?

Di wê êvara xurbetê de Cahît Mervan ev pêşniyar kir: “Em sibe van wêneyan bikin dosyayeke nûçeyan û li Stêrk TV biweşînin.” Welê jî kir. Weşandina wî wêneyî weke teqîneke mezin bandor kir; mijê 89 salan belav kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di pêla êrîşan de herî pêşî çapemeniya Kurd dibe armanc
Nûçeya Pişt re Fermandarê YRK’ê: Em ji bo avakirina artêş û fermandariya hevpar a Kurdî amade ne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DEM Partiyê têkildarî ‘hiqûqa aşitiyê’ civînek li dar xist û ‘sabotaj’ şermezar kir

Heyeta DEM Partiyê piştî hevdîtina li gel AKP û MHP’ê civîneke çapemeniyê li dar xist…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 21’Ê TEBAXA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Serdanên girseyî ji bo şîna Pelîn Yilmaz dewam dikin

Serdanên şîna ji bo endamê Konseya Rêveber a KJK’ê Pelîn Yilmaz ku di êrîşa dewleta…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Lîstikvan Denîz Turkalî: Her çend fikarên me hebin jî divê em piştgiriyê bidin vê pêvajoyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 25’Ê TEBAXA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hêzên rejîma Îranê malbatek Kurd girt

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlûm Ebdî, Îlham Ehmed û Şeybanî li hev civiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?