Li Tirkiye û Kurdistanê zextên li ser rojnamevanan berdewam dikin. Di van demên dawî de bi hinceta civîna NATO’yê gelek rojnamevan hatin binçavkirin û girtin. Herî dawî rojnamevan Kayhan Ayhan, Hazar Dost û Midûra Karên Nivîsê ya Azadiya Welat Berfin Ay hatin binçavkirin.
Zext bi binçavkirinan re jî sînordar neman. Malperên nûçeyan ên wekî Ajansa Welat, Azadiya Welat û hesabên medya civakî yên gelek rojnamevanan wekî Dîren Yurtsever hatin astengkirin.
Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firatê (DFG) Selman Çîçek, têkildarê van zextan ji ajansa me re axivî.
Çîçek diyar kir ku zextên li ser rojnamevanan ji berê ve hene û wiha got, “Hinek dibêjin di van demên dawî de zext zêde bûne, lê ev nêrîn ne tam rast e. Çand û felsefeya zextê jixwe bi salan e bi giranî heye. Raporên me yên mafên rojnamevanan ên ku em her meh amade dikin, vê rastiyê bi zelalî nîşan didin.
Mijara bal dikêşe ev e; di pêvajoyeke ku behsa daxwazên demokratîkbûn û aştiyê tê kirin de, binpêkirinên li dijî azadiya çapemeniyê kêm nabin, berevajî wê girantir dibin. Îro jî rojnamevan bi binçavkirin, girtin, lêpirsîn û astengkirina şopandina nûçeyan re rû bi rû ne.”
Çîçek da zanîn ku nerazîbûna civakî ya li dijî polîtîkayên desthilatdariyê zêde bûye û axaftina xwe wiha domand, “Ji ber ji bo pêvajoya aştî û civaka demokratîk gavên berbiçav nehatin avêtin, her wiha ji ber girtina henekvan Denîz Goktaş, bertekên gel mezin bûn. Piştî demeke dirêj muxalefeteke xurt a civakî li dijî desthilatdariya AKP’ê rabû ser piyan.
Desthilatdarî jî dixwaze vê nerazîbûna gel veşêre û mafê wergirtina agahiyan asteng bike. Ji ber vê yekê desthilatdarî rojnamevanên ku dengê gel in, dike armanc. Ev êrîş tenê li dijî rojnamevanan nîn in, li dijî mafê wergirtina agahiyên rast û serbixwe ya gel in.”
Çîçek destnîşan kir ku zextên li ser rojnamevanan tenê bi civîna NATO’yê ve girêdayî nîn in û anî ziman ku tevgera sosyalîst bi salan e li dijî NATO’yê derdikeve û got, “Tevgerên sosyalîst ev demeke dirêj e bi awayekî girseyî li dijî NATO’yê nerazîbûnê nîşan didin. Me ev yek di Civîna Bilind a NATO’yê ya li Stenbolê de jî dît. Wê demê ji ber çalakiyan jiyan li bajêr sekinîbû, desthilatdarî jî bi vê hêrs û nerazîbûna gel a li dijî polîtîkayên NATO’yê dizane.
Ji ber vê yekê, ev du hefte ne bi ser malan de digirin, gelek kesan binçav dikin û digirin. Di heman demê de bi rêya astengkirina malperan re dixwazin pêşiya agahîgirtinê bigirin. Armanca wan kêmkirina dengê muxalefetê ye.
Lê tevî van zextan hemûyan jî, îro dîsa mirov ji bo li dijî NATO’yê derkevin daketin qadan û mafên xwe yên demokratîk bi kar anîn. Ev nîşan dide ku polîtîkayên zextê nikarin pêşiya muxalefeta civakî bigirin.”
Çîçek herî dawî anî ziman ku di her pêleke êrîşê de çapemeniya Kurd dibe armanca yekemîn û got, “Di her êrîşê de pêşî dixwazin li çapemeniya Kurd bixin. Di van demên dawî de gihandina malperên Ajansa Welat û Azadiya Welat hatin astengkirin. Di heman demê de malpera Numedya24 û Rûpelê jî hatin qedexekirin.
Em van biryaran tenê wekî astengiyeke teknîkî nabînin. Girtina malperên Kurdî, destwerdana li ser zimanê Kurdî û rojnamevaniya Kurdî ye. Ji ber vê yekê ev qedexe ne tenê binpêkirina azadiya çapemeniyê ye, di heman demê de êrîşeke li dijî mafê girtina nûçeyan a bi zimanê dayikê ye.
Ev astengiyên sîstematîk, encama bêtehmûlıya li hemberî zimanê Kurdî ye. Gava ku tu rê li ber rojnamevaniya zimanekî digirî, tu mafê agahdarkirinê yê bi milyonan mirovên ku bi wî zimanî diaxivin jî digirî.”

