Li gorî raporek ku ji aliyê Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) ve hatiye weşandin, di 14’ê Tebaxa 2026’an de, hêzên ewlehiyê yên rejîma Îranê li gundekî Dîwandereyê bi ser malekê de girtin û ji malbatekê 3 kes girtin.
Di raporê de hat diyarkirin ku Meryem Muradiyan, Sîrus Hemîdî û zaroka wan a 16 salî, Kurdiya Hemîdî, piştî girtina wan rakirine Girtîgeha Jinan a bajarê Sine û Girtîgeha Navendî ya Sine.
Kurdîya Hemîdî ku ligel dayîka xwe Meryem Muradiyan li Girtîgeha Jinan a Sine di hucreya yekkesî de dihat ragirtin, piştî çar rojan hate berdan. Lê belê rewşa dayîk û bavê wê hîn jî ne diyar e.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, Meryem Muradiyan û Sîrus Hemîdî hîn jî li girtîgehên Sine di hucreyên yekkesî de têne girtin. Rayedarên girtîgehê mafê şêwirmendiya hiqûqî (parêzer) û serdanên malbatê nadin van girtiyan.
Heta niha ji aliyê desthilatdaran ve tu daxuyaniyek li ser sedemên girtina vê malbatê an jî sûcdariyên li dijî wan nehatiye dayîn.

