– Geşedanên piştî banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk wê bên şopandin.
– Lîstikvan Denîz Turkalî got, “Her tim dê fikarên me hebin. Lê ji bo ku em piştgiriyê nedin Pêvajoya Aştiyê tu sedemek me nîne. Abdullah Ocalan ronahiya hêviyê pêxist.”
– Li Wanê taziyeya ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd hatiye danîn, wê dewam bike.
– Welatiyên beşdarî taziyeya li Amedê bûn, wiha gotin, “Me parçeyên dilê xwe winda kir. Bila şehîd neyên jibîrkirin.”
– Dayika Şervan Pîr ê gerîlayê HPG’ê yê şehîd Besîle Narîn têkildarî zarokatiya kurê xwe, tevlîbûna wî ya nava refên gerîlayan û êşa piştî şehadeta wî axivî û got: ‘’Şer hêsîrên dayîkan e. Êdî bes e, em aşitiyê dixwazin.’’

