Sêşem, 25 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 25’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qedexeya karmendiyê û ceza li Ahmet Ozer hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roja yekem a sersaxiya Wanê bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’  bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Sara Reşîdî ya ku ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye revandin agahî nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Serhedê bi girseyî serdana sersaxiya şehîdan hat kirin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya li Başakşehîrê bi dawî bû: Me şehîd spartin dilê xwe!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Besîle Narîn: Şer hêsîrên dayîkan e, êdî bes e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên rejîma Îranê malbatek Kurd girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hatîmogûllari: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk encama berdêlên hatine dayîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê li Geverê ji bo gerîlayên HPG/YJA Starê taziye were danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwan bi girseyî çûn serdana taziyeya li Wanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdan taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin pêşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Ji kar dûrxistina Îkra Avci biryareke neqanûniye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Lîstikvan Denîz Turkalî: Her çend fikarên me hebin jî divê em piştgiriyê bidin vê pêvajoyê
Rojane

Lîstikvan Denîz Turkalî: Her çend fikarên me hebin jî divê em piştgiriyê bidin vê pêvajoyê

Lîstikvan Denîz Turkalî got, “Her tim dê fikarên me hebin. Lê ji bo ku em piştgiriyê nedin Pêvajoya Aştiyê tu sedemek me nîne. Abdullah Ocalan ronahiya hêviyê pêxist.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Tebax 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Lîstikvan Denîz Turkalî ji ANF’ê re axivî û banga piştgirî dayîna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir.

Denîz Turkalî, anî ziman ku bi salan e tiştên şaş wekî ku rast bin hatine hînkirin û got ku ji ber vê yekê nêzîkatiyek pêşbiryar pêş ketiye. Denîz Turkalî, diyar kir ku huner dikare ji bo şikandina vê nêzîkatiyê roleke girîng bigire ser milên xwe.

‘HUNER RÊ LI BER HEVRÛBÛNÊ VEDIKE; DIVÊ SIYASETMEDAR SÛDÊ JÊ BIGIRIN’

Denîz Turkalî, destnîşan kir ku sedema hebûna hunerê “hevrûbûnê bi rastiyê re” ye û got: “Beriya her tiştî divê siyasetmedar bizanibin ka wê çawa binêrin. Hûn dikarin ji tiştên ku dibînin, guhdar dikin û dixwînin sûdê bigirin; tenê hewce ye hûn ji cihê rast binêrin û fêm bikin. Hunermend xêz dike, dinivîse, dilîze; lê fêmkirin di çavê kesê ku dinêre de ye, yani bi niyetê ve girêdayî ye.”

Denîz Turkalî, anî ziman ku derbasbûna Tirkiyeyê ya nav pêvajoyeke aştiyê ya mayînde dê bandoreke pir erênî li hunerê jî bike û wiha domand: “Pêvajoyeke aştiyê ya rastîn helbet dê bandorek pir baş li hunerê jî bike. Ez difikirim ku em ê hemû bi hev re ji belaya zext û sansûrê ‘hinekî’ be jî xelas bibin.”

Denîz Turkali, diyar kir ku di meseleya aştiyê de keda jinan pir mezin e û wiha got: “Tevgerên jinan bi berxwedan û nerazîbûnên xwe, tevî ku bi zextên herî giran re rû bi rû man jî, dest ji aştiyê bernedan. Ne tenê li welatê me, li her dera cîhanê ev wiha ye. Ew hîn jî berxwedana xwe berdewam dikin.”

‘BANGA OCALAN PIR GIRÎNG E’

Denîz Turkalî, da xuyakirin ku ew girîngiyê dide banga Abdullah Ocalan û biryara wî ya siyaseta demokratîk û wiha pêde çû: “Banga Abdullah Ocalan bê guman ronahiya hêviyê pêxist. Pir girîng e. Pêvajoya aştiyê ji bo demokrasiyê mijara herî girîng e. Heke ev pêvajo pêk bê, bê guman Kurd, Tirk, Ermenî, Laz kî xwe çawa îfade dike ango bi nav dike bila bibe hemû hunermend dikarin hinekî nefesê bistînin.”

‘PIŞTGIRÎ NEDAYÎNA PÊVAJOYÊ XIRABÎ YE’

Denîz Turkalî, her wiha bang li kesên bifikar kir ku piştgiriyê bidin pêvajoyê û ev tişt gotin: “Zehmet e ku mirov ji fikaran xelas bibe. Her dem dê fikarên me hebin. Lê ji bo ku em piştgiriyê nedin Pêvajoya Aştiyê tu sedemek me nîne; ji vê re ne fikar, xirabî tê gotin. Ji ber ku xwestina aştiyê ne karê wêrekiyê ye. Lê mercên wê aştiyê pir girîng in. Aştiya ku aliyek wê rastî zextan bê û aliyê din hikûm bike, ne aştî ye. Divê em fikarên xwe bidin aliyekî û mercên aştiyê bi rastî binirxînin.”

Dema me ji Denîz Turkalî pirsî ka bangeke wê ji bo siyasetmedaran heye an na, wê ev bersiv da: “Ez bi eşkereyî tercîh dikim ku bi siyasetmedaran re muxeteb nebim. Ez pir siyasetmedaran nas nakim ku gotina min fêm bikin û li ser bifikirin! Ji bo siyasetmedarên ku ne wiha ne jî, karê wan hêsan be; em dest bi dest û mil bi mil bi hev re ne.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 25’Ê TEBAXA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Besîle Narîn: Şer hêsîrên dayîkan e, êdî bes e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Enqerê lêpirsîn hat destpêkirin

Hate ragihandin ku Waliyê Enqerê li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Enqerê bi îdîya ‘zirara…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Sêwasê bi mezinahiya 4.1 pileyî erd hejiya

Li gorî Rasatxaneya Kandîllî, li navçeya Karayûn a Sêwasê bi mezinahiya 4.1 pileyî erd hejiya.

Ji aliyê Stêrk TV

Eren: Çareseriya mayinde bi garantiya destûra bingehîn dibe

Serhat Eren pêvajoya piştî hevdîtina dawî ya bi Rêber Apo re nirxand û anî ziman…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 25’Ê TEBAXA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hêzên rejîma Îranê malbatek Kurd girt

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlûm Ebdî, Îlham Ehmed û Şeybanî li hev civiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Qedexeya karmendiyê û ceza li Ahmet Ozer hat birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?