Gerîlayê HPG’ê Şervan Pîr (Ozan Narîn) ê ku nasnameya wî hate eşkerekirin, di 6’ê Nîsana 2018’an de li Xakûrkê tevlî karwanê şehîdan bû. Şervan Pîr ê ku di sala 2006’an de tevlî nava refên gerîlîyan bûbû, di serî de Garê û Zap li gelek qadên cuda têkoşiya.
Dayika Şervan Pîr ê gerîlayê HPG’ê yê şehîd Besîle Narîn têkildarî zarokatiya kurê xwe, tevlîbûna wî ya nava refên gerîlayan, têkiliya wî li gel malbata xwe û êşa piştî şehadeta wî ji ANF’ê re axivî.
‘ŞERVAN ZAROKEKÎ PIR HESTYAR Û PAQIJ BÛ’
Besîle Narîn di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku kurê wê di zarokatiya xwe de xwedî kesayetek hestyar bû û ev yek anîn ziman: ‘’Şevan pir biçûk bû. Dilê wî germ bû, ji aliyê însanî ve zarokekî pirbaş bû. Tim hizra xwe, hevalên xwe, cînarên xwe û tevahiya malbatê dikir. Însanekî pir hestyar û paqij bû. Tim digot ku; ‘Ez ê bixwînim û bibim parêzer. Ez ê bibim parêzer ku qet nebe ez alîkariya kesên hewcedar bikim. Ez ê tu caran pereyan ji wan nestînim û bes piştevaniya wan bikin.’ Weke dayîkekê ez bi vê yekê pir kêfxweş dibûm. Hestyariyeke wî ya pir bedew û dengekî wî yê pir zelal hebû.’’
‘XEYALÊN ME MEZINBÛNA BI WAN RE BÛ’
Dayîka gerîlayê şehîd piştre diyar kir ku wê weke dayikekê têkildarî pêşeroja zarokan xwe xeyal dikirin û îfade kir ku Şervan jî perçeyekî girîng ê jivan xeyalan bûye: ‘’Her dayîk û bav û malbat bi ewladên xwe re dijîn. Jiyan bêyî wan nabe wê nîvco be. Xeyalên me jî têkildarî ciwanên me bûn. Wê rojekê mezin bibin, em ê wan bizewicînin, wan li ba zarokên wan bibînin û bibin malbateke mezin. Jixwe sê zarokên min hebûn. Şervan çavşîn bû, ji bo nezerî nebe me dil nedida em lê binêrin jî. Kurê min pir paqij û dilnerm bû. Sala 2016’an rojekê çû dibistanê û êdî venegeriya. Ez bi telefonê lê geriyam lê belê bersiv neda min. Herî dawiyê ez çûm odeya wî û min di bin balgiyê wî de nameyek dît. Wê kêliyê min fêm kir; name hiştiye êdî ne li vir e. Nameya xwe pir xweşik nivîsandibû. Qala gelek tiştan kiribû. Piştî ku min name xwend, min fêm kir Şervan tevlî nava refên gerîlayan bûye. Dema ku mirov vê yek tîne ziman jî dilê mirov dişewite. Dil dibêje ku êdî ew ji te dûr ket û tu yê careke din wî nebînî.’’
‘ŞER HÊSÎRÊN DAYÎKAN E’
Besîle Narîn di dewama axaftina xwe de bal kişand ser wêraniya şerî ya li ser civakê û got: ‘’Ez bes ji bo aşitiyeke birûmet û pêkvejiyaneke mirovane têkoşiyam. Ji ber ku şer wêranî ye, derd e, xem e; hêsîrên dayîkan e. Ez bes qala dayîkên Kurd nakim. Ji ber vê yekê me got ku li Tirkiyeyê aşitî hewcehiyeke mezin e. Me got ku êdî bes e.’’
‘ME DU EWLADÊN XWE ŞEHÎD DAN’
Besîle Narîn diyar kir ku beriya Şervan kurekî wê yê li Rojava tevlî karwanê şehîdan bûye û ev yek anîn ziman: ‘’Ji ber ku ev kurê min yê duyemîn e ku min winda kiriye; Nîşatê me jî li Rojava şehîd bûbû. Me her du bira, her du ewladên xwe şehîd dan. Ew ji bo vî gelî bi serbilindî şehîd bûn. Êdî zehmet e ku ez weke berê bim. Ez a niha wisa hîs dikim, ji ber em nîvco man.’’
‘PIŞTEVANIYA GELÊ ME PIR GIRÎNG E’
Besîle Narîn di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku piştevaniya gel ji aliyê wan ve gelekî girîng e û got: ‘’Li Parka Koşûyolûyê bi hezaran însan hatin ba hev û piştevaniya me kirin. Ji me re gotin ku ‘Em li ba we ne û paşde gav naavêjin.’ Beriya niha em bi tenê bûn lê belê niha em bi hezaran însan li vir in, gelek tişt guherîn. Ev piştevanî ji bo me pir girîng bû. Piştevaniya gelê me hêz da me. Em daxwaza aşitiyeke birûmet dikin.’’

