Daxuyaniya Rêveberiya Tevgerê bi vî rengî:
“Hevdîtinên ku tên îdîakirin di dîrokên cuda de li Îmraliyê hatine kirin, li ser medyaya dîjîtal hatine weşandin. Di van nivîsên tên weşandin gelek îfadeyên derew û sixte hene, ev yek nîşan dide ku evane bi zanebûn tên amadekirin.
Balkêş û manîdar e ku ev notên hevdîtinê di 10’ê Tebaxê roja derketina qanûnê de û piştî wê li ser medyaya dîjîtal hatin belavkirin. Derdorên dijberê aştî û civaka demokratîk, di rojên ku qanûna 10’ê Tebaxê ya li Meclîsê hate qebûlkirin tê nîqaşkirin de her cure rê û rêbaza qirêj bi kar anîne. Ji vî alî ve tê fêmkirin ku ev nivîs bi armanc û zanebûn tên amadekirin. Li ser medyaya dîjîtal belavkirina van nivîsan û xistina mijara nîqaşê, provokasyoneke bi plan a li dijî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e.
Hevdîtinên li Îmraliyê bi Rêber Apo re tên kirin, ji aliyê şandeya DEM Partî ve ji çapemenî û raya giştî re tên ragihandin. Lewma divê ti kes bawerî bi ti agahî û nirxandina ku ji aliyê şandeya DEM Partî ve nehatiye ragihandin û teyîtkirin, neyîne. Jixwe têkildarî hevdîtinên ku tên îdîakirin, şandeya DEM Partî daxuyaniyek da.
Gelê me û raya giştî ya demokratîk divê her cure agahiya derbarê Tevgera me ya Azadiyê ji daxuyanî û nirxandinên Rêveberiya Tevgerê bizane. Divê her kes bi guman nêzî her agahiya ji aliyê Rêveberiya me ve nehatiye îfadekirin, bibe. Nirxandinên Tevgera me yên têkildarî gelek mijaran, ji çavkaniyên vekirî re tên weşandin. Notên hevdîtinê yên sixte yên dikevin ser medyaya dîjîtal, ji aliyê hêzên dijber ve li dijî Rêber Apo û Tevgera Azadiyê hatine amadekirin. Lewma divê ti kes bawerî pê neyîne.”

