Sansûr, zext û astengiyên li ser çapemeniyê zêde dibin, lê rojnamevan têkoşîna çapemeniya azad didomînin. Rojnamevan Elîf Ekîn Saltik û Selman Çîçek ji ANF’ê re axivîn û diyar kirin ku ev zext ne tenê li ser rojnamevanan; bandorê li mafê agahî girtinê ya civakê û siyaseta demokratîk jî dikin. Rojnamevan banga hevgirtin û piştgiriyê kirin.
‘ÊRÎŞ PÊŞÎ LI SER ÇAPEMENIYA KURD DEST PÊ KIRIN’
Nûçegihana Rojnameya Evrenselê Elîf Ekîn Saltik, got ku zext û êrîş salên dirêj berê pêşî li ser çapemeniya Kurd dest pê kirin, lê îro li ser hemû medyaya muxalîf belav bûne. Elîf Ekîn Saltik, anî ziman ku astengkirina nûçeyan, mafê civakê yê agahî girtinê jî ji destê wan digire.
Elîf Ekîn Saltik, bal kişand ser astengkirina malper û hesabên medyaya dîjîtal û got ku sansûr rê li ber belavbûna nûçeyên rast digire. Elîf Ekîn Saltik, diyar kir ku di pêvajoya aştiyê de rojnamevaniya aştiyê û gihîştina nûçeyên rast gelek girîng e.
‘TÊKOŞÎNA ÇAPEMENIYA AZAD RANAWESTE’
Elîf Ekîn Saltik, destnîşan kir ku azadiya çapemeniyê tenê ya rojnamevanan nîn e, ya hemû civakê ye û wiha dewam kir: “Bêyî azadiya çapemeniyê, ne mimkûn e ku civak rastiyê hîn bibe û siyaseta demokratîk pêş bikeve.”
‘HEKE ÇAPEMENIYA AZAD BÊ BÊDENGKIRIN, CIVAK JÎ TÊ BÊDENGKIRIN’
Hevserokê Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê Selman Çîçek, got ku rojnamevan bi astengiyan û girtinan re rûbirû ne. Selman Çiçek, diyar kir ku desthilatdarî dixwaze di medyayê de tenê dengê wan hebe û got: “Dengê çapemeniyê dengê civakê ye. Heke çapemeniya azad bê bêdengkirin, civak tê bêdengkirin.”
Selman Çîçek, bal kişand ku ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin û got: “Çapemeniya azad bêdeng nabe û nayê bêdengkirin.”

