Di dema berfirehkirina qada golfê ya De Palingbeekê de, di kolandinên arkeolojîk de li gel cenazeyên herî kêm 141 leşkerî, zêdetirî 2 hezar bermahiyên dîrokî hatin dîtin.
Di kolandinên ku nêzî sal û nîvekê dewam kirin û li ser qadeke 2,1 hektarî hatin kirin de, li ser xeta eniyê ya kevn vedîtinên girîng hatin bidestxistin.
Hat gotin ku li herêmê ewil leşkerên Fransî, piştre Brîtanî û di serdema dawî ya şer de jî leşkerên Elman hebûn. Kolandinan nîşan dan ku şer di salên 1915 û 1916’an de çawa bûye.
Di kolandinên ewil de cenazeyên 29 leşkerên Elman û 4 leşkerên Fransî hatin derxistin. Di qonaxa duyem de 83 leşkerên din hatin dîtin û di xebatên piştre de jî cenazeyên 22 leşkerên Fransî hatin dîtin. Pisporan, ragihandin ku nasnameyên piraniya leşkerên hatine derxistin hîn nehatine tespîtkirin û xebat berdewam dikin.
Di kolandinan de her wiha mertalên Fransî yên baş hatine parastin, xendekên Elmanan, borî û kepa ku aîdî Brîtaniyan in, şûrê efserê Fransî û tivinga Lebelê hatin dîtin. Arkeolog Bert Heyvaert, diyar kir ku ev bermahî pêşveçûna şer ji şerê mertalan heta şerê xendekan nîşan didin.
Tê plankirin ku hinek ji bermahiyan ji bo Muzexaneya In Flanders Fields bên veguhestin û hemû leşkerên ku jiyana xwe ji dest dan careke din bên veşartin. Amadekirina raporên li ser encamên kolandinê û xebatên ji bo tespîtkirina nasnameyên leşkeran berdewam dikin.

