Aydin Kudat ê ku tehliyeya wî ji aliyê Desteya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê ve 6 caran hatibû astengkirin, bi biryara desteya duh, piştî dîlgirtîbûna 34 salan hat tehliyekirin. Kudat ê ku li ber deriyê Girtîgeha Tîpa T a Karabukê ji aliyê malbata xwe ve hat pêşwazîkirin, dê di saetên êvarê de bi balafirê ji Stenbolê ber bi Amedê ve bi rê bikeve.
Aydin Kudat ê ku di sala 1992’yan de li navçeya Bismilê ya Amedê hatibû girtin û li Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) a Amedê hatibû darizandin û cezayê girtîgehê yê muebedê lê hatibû birîn, diviyabû di 6’ê Îlona 2022’yan de bihata berdan. Berdana Kudat ê ku ferzkirina “poşmaniyê” qebûl nekiribû, 6 caran hatibû astengkirin.

