Nobed bi banga DEM Partî, Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) destpê kir. Malbatên ji girtiyên bi nexweşiya giran Newroz Bozkurt û Evin Zapsu jî beşdarî çalakiyê bûn.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê destpê kir. Hate ragihandin ku çalakî heta ku girtiyên nexweş bêne berdan û derfetê dermankirinê bê dayin wê dewam bike.

