Ji bo Abdulvahap Adsoy ku piştî 30 salên girtinê di 28’ê Nîsana 2024’an de hate berdan û li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, li navçeya Qoser a Mêrdînê taziye hat danîn. Bi girseyî serdana sersaxiyê hat kirin. Serdan bi pêşengiya Komeleya Yekîtî, Çand, Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda kirine (MEBYA-DER) û Komaleya Piştevaniyê bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re pê hat û nûnerên partiyên siyasî, rêxistina girseya demokatîk û gelek kes tevlî bûn.
Girse li Taxa Îpekê ku Mala Şînê ya Anşînê lê ye li hev civiyan û bi dirûşmeyên, “Şehîd namirin” heta mala şînê meşiyan. Serdan bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Hevserokê MEBYA-DER yê Mêrdînê Salih Kuday axivî û wiha got, “Poşmantî li girtiyan tê ferzkirin. Em vê nêzîkatiyê qebûl nakin. Ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê destpêkê hevalên me yên girtî werin berdan.”
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Mêrdînê Nilufer Elik Yilmaz jî wiha got, “Divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Ji aliyekî be behsa hatina wî ya li Meclîsê dikin, li aliyê din jî bi vî rengî nêz dibin, ev yek nayê qebûlkirin.”
Apê Adsoy Huseyîn Adsoy jî wiha got, “Ev timî di rêya ku jê bawer dikir de bi awayekî bi rûmey meşiya û jiyana xwe feda kir. Em bi têkoşîna wî serbilind in. Em bi hev re li ser vê rêyê bimeşin.”
Di serdanê de timî dirûşmeyên, “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

