Li gorî agahiyên ji çavkaniyeke herêmî ya li Rojhilatê Kurdistanê Sewgend Seyîdî (16) ku ji gundê Elîrezawendî yê girêdayî navçeya Geylan û nîşteciha bajarê Kirmanşanê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, 15’ê Mijdarê ji aliyê bavê xwe Keyûmers Seyîdî ve hate qetilkirin.
Hate hînbûn ku tevî ku Sewgend Seyîdî mamosteyê xwe hişyar kiribû ku metirsiya kuştinê li ser wê heye, lê nehate parastin.
Hate zanîn ku bavê wê ew ji qata pêncemîn ya avahiyekî avêtiye xwarê û jiyana xwe ji dest daye.
Ev sûc rojek piştî gazîkirina bavê wê ji aliyê Dibistana Navîn a Keçan a Rizwanî ya Kirmaşanê ve bi tohmeta têkiliya wê bi xortekê re qewimî. Piştre bavê Sewgend li ber çavên hevalên wê yên polê û rêveberên dibistanê û li derveyî dibistanê çend caran bi tundî êşkence li wê kir.
Berî ku ji dibistanê derkeve, Sewgend hişyarî da rayedarên Dibistana Navîn a Rizwanî ku jiyana wê di bin metirsiya kuştinê ya cidî de ye û bi eşkere hişyarî da ku eger bavê wê, wê bibe malê, dê wê bikuje. Lêbelê, rayedarên dibistanê destûr dane ku ew bi bavê xwe re vegere malê.
Di heman demê de dayika Sewgend beriya çend salan ji bavê wê cuda bûbû. Lê bi salane, bavê wê rê nedaye ku di navbera wê û dayika wê de tu têkilî çêbibe.

