Partiya Îslamiya Kurdistan (PÎK) derbarê operasyon û binçavkirinên 17’ê Mijdarê yên li dijî endamên Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) ku navenda wan Amedê bû û li Enqere, Mêrdîn, Êlih û bajarên din pêk hatin daxuyaniyeke nivîskî weşand. PÎK’ê operasyon şermezar kir û xwest ku kesên hatine binçavkirin demildest bên berdan.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku HEVBENDÎ hefteya borî li Amedê bi beşdariya partî û pêkhateyên siyasî yên Kurd hatiye ragihandin û hat diyarkirin ku ev operasyon xebatên siyasî krîmînalîze dikin û zextê li ser azadiya rêxistinbûnê dike.
Di daxuyaniyê de bal kişand ser binçavkirina Serokê Giştî yê PSK’ê Bayram Bozyel, Alîkarê Serokê Giştî Hasan Dagtekîn û Fuat Onen û gelek kesan û hat destnîşankirin ku ev rewş gaveke tengkirina qada siyaseta demokratîk e.
Di daxuyaniyê de bertek nîşanî astengkirina daxwazên gelê Kurd ên derbarê edalet, azadî, mafên neteweyî û demokratîk de ku bi rêya ramanên siyasî, hevbendî û rêxistinbûnên aştiyane tên kirin, da. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku kesên hatine binçavkirin demildest bên berdan û xebatên siyasî yên rewa neyên astengkirin.
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Zext û binçavkirin nikarin daxwazên siyasî yên rewa û rêxistinbûnê bêdeng bikin. Em van pêkanînan qebûl nakin, protesto dikin û bi tundî şermezar dikin.”

