Belûciyên li Pakistan, Îran û Efganistanê dijîn, bi salane rû bi rûyê êrîş û zilma van dewletan dimînin. Gelê Belûcî ku ev demek dirêj e li dijî êrîşan têkoşîna bi maf dimeşîne, hîna di komkujiyan re derbas dibe. Seroka Hikûmeta Belûcistanê ya li sirgûnê Na’île Qadirî têkildarî tiştên ku bi serê gelê Belûcî hatine ji ANF’ê re axivî.
Hikûmeta Belûcistanê kengê hat avakirin û armanca wê çiye?
Hikûmeta Belûcistanê ya li sirgûnê di sala 2016’an de hat damezrandin. 21’ê Adara 2022’yan me bi Neteweyên Yekbûyî, saziyên navneteweyî û saziyên mafên mirovan re yên ku piştgiriyê didin damezrandina Belûcistanê, têkîliyên dîplomatîk pêş xist. Pirsgirêka Belûcî ne meseleyeke hundirîn e ku li Îran, Efganistan û Pakistanê heye. Gelê Belûc dixwaze li welatê xwe, xwe bi rê ve bibin. Armanca me azadkirina Belûcistanê û damezrandina dewleteke demokratîk û aştiyane ye. Hemû çavkaniyên sererd û binerd divê bi rengekî wekhev ji aliyê gelê Belûcistanê ve bê parvekirin. Ji bo ku 60 milyon Belûcistanî mafên xwe bistînin, em têdikoşin.
Hûn êrîşên li ser gelê Belûc û binpêkirinên mafan çawa dinirxînin?
Li dijî gelê Belûc êrîşên di asta sûc de tên kirin. Dewletên Îran û Pakistanê zilma li ser gelê Belûc didomînin. Gelê Belûc rû bi rûyê qirkirina ku Neteweyên Yekbûyî di madeya 2’yemîn a Peymana Têkildarî Cezakirin û Pêşîgirtina li Sûcê Qirkirinê de pênase kirî, dimîne. Bi sedan goristanên kevin hatin dîtin ku cenazeyên jin, zarok û mêrên hatine qetilkirin, lê hebûn. Bijîjkên ku ev goristan lêkolîn kirin, tespît kirin ku ev mirov bi saxî hatine binaxkirin. Rêveberiya têkoşîna li dijî têkoşînê bi xwe amûra terorê ye ji xwe. Dîsa bi sedan cenazeyên bênav hene ku bi gule lê hatine reşandin û êşkence lê hatine kirin. Cenazeyên bi hezaran Belûciyên ku bedenên wan hatine parçekirin, hatin dîtin. Di Cotmeha 2022’yan de li ser çatiya nexweşxaneya Noştar Mîltan nêzî 500 cenaze hatibûn dîtin. Di heman demê de artêşa Pakistanê jî destdirêjî û êşkence li gelek jinên Belûc kiriye.
Hûn têkoşîna ku jinên Kurd li dijî çeteyên DAÎŞ’ê dimeşîne, çawa dibînin?
Têkoşîna jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê li cîhanê destaneke dîrokî ye, ev çîrokeke nayê jibîkirin a jinên ku rûmeta xwe diparêzin û canê xwe feda dikin e. Jinên Kurd di warê têkoşînê de li cîhanê mînakeke pir girîng e, em hêvî dikin ku jinên cîhanê jî wê mîna jinên Kurd bin. Berxwedan û hêza jinên Kurd nayê hesabkirin.