Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Kurd a Atînayê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, çareseriya pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî”li Cemiyeta Rojnamegeran a Atînayê panelek li dar xist. Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek, Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) yê Yewnanistanê Îbrahîm Muslim, wênesaz Elenî Vasilopoulou ku keça Voula Damianakou yê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di dema komploya navneteweyî de li mala wan mabû, zarokên Elefterîa Fortulaki ku di 24’ê Adara 2006’an de di çarçoveya çalakiyên “Hûn Nikarin Rojê Me Tarî Bikin” de agir bera bedena xwe dabû, parlamentera Syrzayê Mîna Kasimaki, gelek Kurdistanî , Yewnanî û sosyalîst beşdarî panelê bûn.
JI GIRAVA ÎMRALIYÊ AGAHÎ NAYÊ GIRTIN
Akademîsyen Ariadni Antonaki ku moderatoriya panelê kir, diyar kir ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan nîqaş bikin hatin gel hev û bal kişand ser tecrîdê û agahî negirtina ji girava Îmraliyê û got, “Abdullah Ocalan rêberê gel e û 35 meh in agahî jê nayê girtin. Tecrîda li ser Rêberê gelên cîhanê Abdullah Ocalan bûye pirsgirêkek navneteweyî.”
‘TÊKOŞÎNA GELÊ KURD BÛYE GERDÛNÎ’
Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek diyar kir ku Yewnanistan yek ji navendên girîng ên komploya navneteweyî ye û ev tişt got: “25 sal in ne tenê Birêz Ocalan li girava Îmraliyê tê ragirtin, di eastiyê de fikir, raman û bîrdozî tê ragirtin. Dema mijar dibe pirsgirêka Kurd an jî têkoşîna gelê Kurd rastiyeke ku divê her kes qebûl bike heye. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ne tenê têkoşîna li dijî mêtingeriya Tirkiyeyê ye. Helbet têkoşîna Kurdan a dij-mêtinger ji bo statuya Kurdan pir girîng e. Lê di vê qonaxê de têkoşîna gelê Kurd a 50 salî bûye têkoşîneke gerdûnî ya li dijî hemû polîtîkayên mêtingerî yên li Rojhilata Navîn û cîhanê.”
‘MIROVAN BI EZMÛNÊ RE RÛ BI RÛ YE’
Çîçek bal kişand ser armanc û encamên komploya navneteweyî û got, “Tişta ku em jê re dibêjin tecrîda Îmraliyê, di mantiqa komployê de ye. Komploya 9’ê Cotmeha 1998’an û 15’ê Sibata 1999’an serpêhatiyeke ku îro divê bi berfirehî bê nîqaşkirin. Weke parêzer me bi salan komplo şopand û hewl da rastiya wê vebêjin. Hemû mirovahî niha li hemberî komplo û tecrîdê bi vê ceribandinê re rû bi rû maye: ne tenê mafên birêz Ocalan ên hiqûqî û siyasî, di heman demê de mafên kolektîf û siyasî yên her kesî di bin xetereyê de ne. Kiryarên Tirkiyeyê yên Îmraliyê ne li hemberî bedena Birêz Ocalan, paradîgmaya ku wî temsîl dike ve tê kirin. Birêz Ocalan ne girtiyê dewleta Tirk e, girtiyê hêzên NATO û hêzên kapîtalîst e. Bi rastîdi hevdîtina bi parêzerên xwe re wiha gotibû; zêde guh nedin rola dewleta Tirk, rola Tirkiyê cerdevaniyê ye. Ez li vir girtiyê NATO û hêzên navneteweyî me.”
‘ÎMRALI KUNA REŞ A HIQÛQÊ YE’
Çîçek anî ziman ku Îmralî kuna reş a hiqûqê ye û wiha domand: “Çawa ku Ewropa di komployê de hiqûqa xwe binpê kir, dewleta Tirk jî di pêkanînên Îmraliyê yên 25 salan de hiqûqa xwe ya navxweyî û hiqûqa navneteweyî bi temamî binpê kir. Hemû pêkanînên li dijî Birêz Ocalan bi armanca tasfiyekirina têkoşîna azadiya Kurd e. Ji ber vê yekê her kêlî êşkence ye û Îmral jî pergala îşkenceyê ye. Pratîkên li dijî Birêz Ocalan çi dibin bila bibin, mirinê nîşanî Kurdan didin. Birêz Ocalan pergala Îmraliyê wekî korîdora mirinê bi nav kiribû.”
‘EW BÛ RÊBERÊ GEL’
Çîçek anî ziman ku helwesta Abdullah Ocalan a li Îmraliyê bi têkoşîna hevpar a gelan re komplo pûç bû û got, “Birêz Ocalan di navbera salên 2009-2011’an de parêznameyên xwe li hucreya xwe ya ku bi tena serê xwe lê dinivîsand. Wî analîzên Modernîteya Demokratîk û Neteweya Demokratîk ku îro her yek ji me dixwîne di van pirtûkan de anîne cem hev. Bi rastî, bi gotina min, manîfestoyek antî-kapîtalîst nivîsî. Ev weke şoreşa Rojava derket holê. Yek ji tesbîtên sereke yên me, parêzerên wî an jî yên ku wî dişopînin ev e; di rastiyê de Manîfestoya Neteweya Demokratîk a ku birêz Ocalan li dijî tecrîdê û gihandina wê ya ji derve re nivîsand, qada têkoşînê berfireh kir û ne tenê Rêberê Gelê Kurd, di heman demê de bû pêşengê gelên li ser rûyê erdê. Têkoşîna xwe ya li dijî polîtîkaya dabeş bike, parçe bike û birêve bibe ya kapîtalîzmê jî nivîsand û li Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê yekîtiya gelan pêşniyar kir. Wê demê dewletê ji ber ku ev xeterî dît hemû pirtûkên birêz Ocalan birin. Birêz Öcalan 2 sal tenê kaxezek A4 û pênûsek wî hebû. Wî ev pirtûk di şert û mercên ewqas dijwar de diyarî me kir ku pirtûkên xwe yên ku îro li seranserê cîhanê bala mirov dikişîne, bê çavkanî nivîsand. Ev ji bo wî şêweyekî têkoşîna li dijî mêtingerî û kapîtalîzmê bû.”
‘GIRAVÊ ÎMRALI NAVENDA BERXWEDANÊ YE’
Çîçek destnîşan kir ku sedema bingehîn a kûrkirina tecrîda li Îmraliyê qebûlkirina cîhanê ya fikrên Abdullah Ocalan e û got, “Îmralî navenda berxwedanê ye. Li dijî kapîtalîzm û mêtingeriyê navenda têkoşîna gelên cîhanê ye. Ger em di têkoşîna li dijî tecrîda Îmraliyê de bi ser nekevin, ne tenê gelê Kurd, hemû komên têkoşînê yên di bin şert û mercên kapîtalîzma sedsala 21’an de wê têk biçin. Ger polîtîkayên tecrîdê bi ser bikevin, di sedsala 21’an de têkoşîna sosyalîzm û şoreşê wê birînên mezin veke. Dema ku ji vî alî ve were nirxandin, tecrîda îro ya Îmraliyê êdî ne kuna reş a hiqûqê ye, tê xwestin ku bibe çala reş a siyasetê.
‘EM DIKARIN OCALAN JI VÊ ÊŞKENCEYÊ RIZGAR BIKIN’
Çîçek diyar kir ku 35 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha got: “Çawa ku pêvajoya azadiya Mandela hat birêxistinkirin, pêwîste em jî weke gelên cîhanê pêvajoya azadiya Birêz Ocalan bi rêxistin bikin. Em dikarin birêz Ocalan ji vê pergala îşkenceyê rizgar bikin.”
‘PARADÎGMA DIYARIYA HERÎ MEZIN E’
Nûnerê PYD’ê Dr. Îbrahîm Muslim diyar kir ku têkoşîna ku Abdullah Ocalan ji bo Kurdan daye destpêkirin îro ji bo gelên cîhanê veguheriye têkoşînê û got, “Paradîgmaya Birêz Ocalan îro ji aliyê gelên cîhanê ve hatiye qebûlkirin. Em wek doktor û wek nûnerê PYD’ê bi paradîgmaya ku diyarî me kiriye deyndarê birêz Ocalan in. Wek Kurdekî Konfederalîzma Demokratîk ji bo me bûye ronahî. Ev paradîgma ji bo cîhanê diyariya herî mezin e.”
‘AZADI WÎ AZADIYA GELAN E’
Muslim diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê encama vê paradîgmayê ye û wiha got: “Ev şoreş roj bi roj mezin dibe. Tecrîda Îmraliyê nekarî pêşî li vê bigire. Lê îro divê azadiya Birêz Ocalan bê misogerkirin, ji ber ku azadiya wî azadiya gelan e. Ger Birêz Ocalan azad bibe wê azadiya Kurd, Yewnanan û gelên cîhanê misoger bibe.Ji ber vê yekê divê em azadiya Birêz Ocalan misoger bikin. Divê gel jî ji bo azadiya Ocalan têbikoşin.”
QALA MÊVANÊ XWE ABDULLAH OCALAN KIR
Wênesaz Elenî Vasilopoulou, Abdullah Ocalan ê ku di dema komploya navneteweyî de bû mêvanê wan, bi van gotinan nirxand: “Pir zehmet e ku ez îfade bikim, dema hat mala me, mîna dinyayekê bû, mîna stêrkek ketibû mala me. Dema ku ji me re gotin Rêberê Gelê Kurd li benda we ye ku hûn derî vekin, ez û dayika xwe matmayî man. Dema dayika min bihîst ku Ocalan wê bê nekarî tiştekî bibêje. Me yekser derî vekir û Rozerîn li kêleka wî bû. Piştî saetekê du kesên din hatin. Em şaş man. Birêz Ocalan şoreşgerekî mezin bû û em difikirîn ku tiştekî bikin. Ji ber ku bû mêvanê me, em xwe mirovên herî bextewar ên li cîhanê dibînin.”
‘CIHAN DEYANDARÊ AZADIYA OCALAN E’
Elenî Vasilopoulo, anî ziman ku Abdullah Ocalan di komploya navneteweyî de li hemberî hêzên cîhanî bi ser ket û got, “Di komployê de Ocalan bi ser ket. Di warê siyasî û siyasî de serkeftineke mezin bi dest xist. Bi helwesta xwe ev yek bi dest xist. Hikûmeta Yewnanistanê ya wê demê di şexsê Ocalan de îxaneteke mezin li gelê Kurd kir. Lê paradîgmaya Ocalan ji bo cihanê şansê herî mezin. Divê em qîmeta wî zanibin. Ger Ocalan azad bibe wê li cîhanê şoreşeke mezin çêbibe. Ev ji bo mirovahiyê wê bibe pêşketina herî mezin. Gelên cîhanê deyndarê azadiya Ocalane.”
’PIRSGIRÊKA GEL NÎNE, PIRSGIRÊKA TIRKIYEYÊ HEYE’
Parlamentera Syrzayê Mîna Kasimakî ya ku beşdarî panelê bû bertek nîşanî kûrkirina tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar a gelan. Kasimakî diyar kir ku di gera xwe ya ji Stenbolê ya Atînayê de ji Girava Îmraliyê derbas bûye û wiha got: “Dema min Girava Îmraliyê dît dilê min li ber xwe neda. Li dijî polîtîkayên tecrîdê yên Tirkiyeyê pêwîst e bi hev re têbikoşin. Pirsgirêka gel nîne, pirsgirêka Tirkiyeyê heye. Pêwîste gel li dijî vê pirsgirêkê têbikoşin û çareser bikin. Tenê bi vî rengî dikare tecrîd bê şikandin.”
Panel bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.