Sêşem, 19 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li dijî Şaredariya Beşîktaşê operasyon: 5 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mercan Gul: Dewlet dixwaze dîroka Elewiyan li gorî xwe ‘jinûve’ binivîsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz Ûysal: Mafê Hêviyê nabe ku bê taloqkirin, divê Meclîs wêrek be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayindir: Êdî dema avakirina meclîsên ziman li her derê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vasfî Hoştaş û Îlhan Keklîk ku berdana wan dihat astengkirin, hatin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK’ê dîmenê mikurhatinê yê sîxurekî Îranê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîl a serberz xemla biharê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Seqizê hêrsa gel mezin dibe: Çalakvanan tesîsên kanên zêr şewitandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Azadiya Îranê civîna meclisa giştî li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Selahedîn Saleyî: Mifteya çareseriyê tenê Îmrali ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Sîxurê ku destê wî di şehadeta Simko Kobanê de heye, hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin herî zêde li mala xwe têne kuştin: Mekanîzmayeke pêşîgirtinê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya TAJÊ bi hilbijartina koordînasyonê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemmedî ji nexweşxaneyê hat derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kongreya TAJÊ peyama hevpar: Divê yekîtiya jinan bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ dê 3’yemîn kongreya xwe ya asayî lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya kovara Xwebûnê bi mijara ‘sosyalîzmê’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Leşkerên Tirk 11 kes zevt kir û êşkence li wan kirin
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ahmet Însel: Pêdiviya civakê bi têkiliyên rû bi rû hene
Rojane

Ahmet Însel: Pêdiviya civakê bi têkiliyên rû bi rû hene

Prof. Dr. Ahmet Însel, anî ziman ku aştî û demokrasî ji hev ne cuda ne û destnîşan kir ku aştî wê di aliyê aborî û civakî de aramiyê çêbike û got, divê rû bi rû ji civakê re ev yek bê vegotin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Adar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo ku di 27’ê Sibatê de hat kirin, bûye rojeva sereke a Tirkiyeyê. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, li ser wê nexşerêyek çewa bê diyarkirin jî nîqaş didomin.

Di 14’ê Kanûna 2024’an de koma yekemîn a îmzekaran ku di nav de Ahmet Tellî, Akin Bîrdal, Baskin Oran, Bînnaz Toprak, Cihangir Îslam, Eşber Yagmurderelî, Filîz Kerestecîoglu, Fikret Başkaya, Gençay Gursoy, Mehmet Bekaroglu, Mûrat Karayalçin, Murathan Mungan, Nesrîn Nas, Oya Baydar, Şebnem Korur Fincanci, Riza Turmen, Tunç Soyer û Ziya Halis jî hebûn li Taksîm a Stenbolê hatin cem hev û metna danezana bi sernavê “Bêdengbûna çekan û destpêkirina pêvajoya aştî û demokrasiyê” vekirin.

Piştî du hefte li ser ragihandina vê metnê derbas bû, heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê civîna xwe ya ewil lidar xistibû. Prof. Dr. Ahmet Însal ku yek ji navên ji metna îmzeyê re pêşengî kiriye, der barê mijarê de ji ANF’ê re axivî.

‘ÇARESERÎ WÊ ÇAWA BE, DIVÊ BÊ NÎQAŞKIRIN’

Ahmet Însel, diyar dike ku aştî û çareseriya pirsgirêka Kurd mijarên ku ji hev nayên cudakirine û got piştî banga Devlet Bahçelî ya meha Cotmehê wan jî metnek amade kirine û dewletê vexwendine pêvajoya çareseriyê. Ahmet Însel, anî ziman ku paşê wan fêm kiriye ku pêngava Bahçelî beşek ji trafîka hevdîtinê ya ji berê plankirî ye û got, “Sedema ku Bahçelî ev daxuyanî da, kêmkirina bertekên muhtemel ên beşa neteweperestan e. Di vê mijarê de her kes hemfikir e.”

Ahmet Însel, diyar kir ku, tevî daxuyaniyên rayedarên hikûmetê Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî yên ku dibêjin pêvajoyeke bazariyê tune ye jî, eşkere ye ku bi rastî bazarî tê kirin û wiha pirsa, “Ma çima Abdullah Ocalan derkeve û bangek wiha amade bike?” kir. Însal, destnîşan kir ku, ji ber şert, merc û sedemên cuda îhtîmala ku dewlet gavek bi vî rengî avêtibe heye. 

Însel, diyar dike ku di civaka Tirkiyeyê de daxwazeke ku çareseriya pirsgirêka Kurd li ser esasê hemwelatîbûna wekhev pêk bê, nîne. Însel, da zanîn ku hîna piranî ev yek qebûl nekiriye û destnîşan kir ku beriya ku behsa aştiyê bê kirin, divê bê axaftin wê çareserî çawa be û got bêyî nîqaşkirina çareserî dê aştî ne diyar bimîne.

AŞTÎ Û DEMOKRASÎ JI HEV NAYÊ CIHÊ KIRIN’

Ahmet Însel, diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê bi çavê wê di hilbijartinê de deng bi dest bixe an na li çareseriya pirsgirêka Kurd dinêre û bibîr xist ku hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an di vê mijarê de ji bo desthilatdariyê referanseke girîng bû û got ji ber vê yekê jî Erdogan pêvajoya çareseriyê rawestand. Însel, anî ziman ku ji ber vê desthilatdarî bi rêya medyayê zimaneke nerm bikar nayîne û got, “Ji ber ku medyaya ku bi salane tevgera kurd bi peyva terorê dinirxîne, nikare ji nişka ve vê rewşê biguherîne. Tenê rexne têrê nake, divê hin rewş bên analîzkirin. Aştî û demokrasi ji hev nayê cihê kirin. Ez di wê baweriyê de me ku dema aştî pêk hat wê demokrasî jî pêk bê.”

‘JI BO ÇARESERIYÊ PÊNGAVEK JI DIL AVÊTIN’

Însel, bibîr xist ku ji bo PKK’ê kongreyê pêk bîne şerta divê Rêber Apo pêşengiyê ji kongreyê re bike danî û got ku girîng e dewlet di vê wateyê de tevlîbûna Rêber Apo ya li vê kongreyê mîsoger bike. Însel, destnîşan kir ku ev yek di heman demê de wê samîmiyeta dewletê ya di mijara çareseriyê de nîşan bide û got, “Eger PKK’ê xwe fesîx bike, wê demê dozên li dijî bi deh hezaran şaredar û endamên meclîsa şaredariyê ku hin ji wan di girtîgehê de ne, ku bi hinceta têkiliya bi rêxistinê re ji wezîfeyê hatine dûrxistin, divê bên betalkirin.”

‘BERPIRSYARIYEKE MEZIN DIKEVE SER MILÊ PARTIYÊN SIYASÎ’

Însel, diyar kir ku ji bo pirsgirêkên weke pirsgirêka Kurd, aştî, çareserî û demokratîkbûn bicivakî bibe, berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê partiyên siyasî. Însel, pêşnûmeya ku ji aliyê CHP’ê ve ji bo betalkirina qanûnên qeyûman hatiye pêşkêşkirin girîng dibîne û dibêje, “Polîtîkaya qeyûman ji sala 2016’an ve li ser HDP û DEM Partiyê tê sepandin û piştre li şaredariyên CHP’ê belav bûye.”

Însel, di dawiyê de anî ziman ku aştî wê aramiya civakî û aborî pêk bîne û destnîşan kir ku ji bo ji holê rakirina fikarên parçebûna civakê divê gavên pêbawer bên avêtin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BRUKSEL 

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Îtîraza girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim hate redkirin
Nûçeya Pişt re Dayika Aştiyê Sakîne Arat hate veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Kadikoyê 1’ê Gulanê: Hêza me ya guhertinê heye

1’ê Gulanê li Kadikoyê bi tevlibûna deh hezaran hate pîrozkirin û daxwazên ked, edalet û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Moskowayê fîlma ‘Hêza Sihrî ya Yekîtiyê’ hat pêşandan

Li Moskowayê fîlmek anîmasyonê ya bi navê ‘Hêza Sihrî ya Yekîtîyê’ hat pêşandan.

Ji aliyê Stêrk TV

Fermandarê çiyayên Botanê: Adil Bilikî

Dilsozî, biryardarî û taybetmendiyên wî ji aliyê Rêbertî ve bi vî rengî hatibû pênasekirin: Şeklê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li dijî Şaredariya Beşîktaşê operasyon: 5 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Mercan Gul: Dewlet dixwaze dîroka Elewiyan li gorî xwe ‘jinûve’ binivîsîne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Newroz Ûysal: Mafê Hêviyê nabe ku bê taloqkirin, divê Meclîs wêrek be

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 19’Ê GULANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?