Rêveberiya Xweser a Şengalê tevî TAJÊ û hemû saziyên xwe ji bo koçberên Şehba, Til Rifat û Efrînê di 8’ê Kanûna 2024’an de kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Gelê Şengalê bi ruhê seferberî tevlî kampanyayê bûn û heta bi dehan kamyon alîkarî kom kirin. Alîkariya ku ji 20’ê Kanûnê ve amade ye li benda bersiva rayedarên Iraqê bûn. Piştî rayedarên Iraqê destûra şandina alîkariyê da, 3 kamyonên alîkariyê ji Deriyê Til Koçer derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn.
Cîgirê hevserokên MXDŞ’ê Hisên Seado derbarê mijarê de agahî da ANF’ê. Hisên Seado diyar kir ku Rêvberiya Xweser a Şengalê, civaka Êzidî û tevahiya pêkhatiyên wê ji bo gelê Rojava seferber bûn û dest bi komkirina alîkariyê kirin û wiha got: “Di nava hefteyekê de bi dehan kemyon alîkarî hatine komkirin. Alîkariya hatî komkirin de ji cil, pêlav û pêwîstiyên zarokan hene. Alîkarî di saetên êvarê de ji Şengalê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve hat rêkirin.”
‘LI PÊŞIYA ALÎKARIYA MIROVÎ NEBIN ASTENG’
Seado anî ziman ku ji ber destûra şandina 3 kamyonan hatibêû dayîn wan tenê 3 kamyon şandin û wiha domand: “Ger derfetet bihata dayin meyê hemû alîkariya hatî komkirin rêkiribana. Lê tenê destûr ji 3 kemyonan re hat dayin. Em bang li cihên pêwendîdar dikin ku li hember alîkariyên mirovî nebin asteng û bihêlin ku em bêhtir alîkariyê bişînin.”
Hevserokê Meclîsa Bajarê Hesekê Faroq Tozo ji ber alîkariyê spasiya Rêverberiya Xweser a Şengalê kir û got: “Ev gava ku Rêveberiya Xweser a Şengalê avêt gaveke pîroz û bi nirx dibînin. Ligel ku civaka Êzidî û bi taybet ya Şengalê di şert û mercên koçberiyê de ne jî ew erka xwe ya mirovî pêk anînin û ji gelê me yê koçber re alîkarî kom kirin û derbasî herêmê kirin.”