Di çarçoveya piştgiriya ji bo Rojavayê de, bi taybet jî piştgiriya bajarê Kobanê yê dorpêçkirî, gelê bakurê Kurdistanê alîkariyên mirovî û pêdiviyên bingehîn kom kirin, bi rêya Platfroma Parastin û Piştgiriya Bajêr a Amedê karwanek ji 17 TIR’an pêkhatî, gihîşt Kobanê. Karwan di Deriyê Ezazê, piştre Cerablûsê û Pira Qereqozaqê re derbasî Kobanê bû. Heyva Sor a Sûriyeyê alîkarî wergirtin û veguhastin Kobanê. Di çarçoveya kampanyaya piştgiriya gelê Rojavayê de ku di şert û mercên jiyanê yên zehmet re derbas dibin, ev alîkarî hatin şandin. Alîkarî ji xurek û pêdiviyên bingehîn pêk tê.
Bi karwan re cîgirê Serokê Odeya Sanayî Erdal Avşar û parêzer Rihan Gok re hebûn. Her duyan diyar kir ku ev alîkarî yekgiritina Kurdan û hevkariya wan li tevahî herêman li hember astengiyan nîşan dide.
23 roje bajarê Kobanê ji hêla hêzên hikûmeta demkî ya Şamê ve di dorpêçeke giran de ye. Hêjayî bibîrxistinê ye ku çend rojan alîkariyên gelê Bakur li ber sînorê li hemberî Kobanê li benda derbas bûnê mabûn, lê desthilatiyên Tirkiyeyê rê nedan ku derbas bibin.

