Ji fermandarên gerîla Amed Malazgîrt qala hevrêyê xwe Nûreddîn Sofî kir. Nirxandina Amed Malazgîrt bi vî rengî ye:
“Hevalê Nûreddîn Sofî sala 2021’ê li herêma Garê li xeta Bergarê di êrîşeke hewayî de şehîd ket. Em di şexsê hevalê Nûreddîn Sofî de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û bejna xwe ditewînin. Û dîsa ji malbata hevalê Nûreddîn Sofî re, ji gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin. Hevalê Nûreddîn Sofî ji bo gelê Kurd û Kurdistanê fedakariyeke pir mezin kir, di nava gelê Kurdistanê û tevgerê de dihate naskirin. Hevalê Nûreddîn Sofî fermandarekî me yê giştî yê pêşeng bû û cihê ew diçû, kar dikir li wê derê şopa xwe dihişt, tesîreke pir mezin dihişt.
Hevalê Nûreddîn Sofî sala 1990’î tevlî bûbû, lê bi esasî sala 1992’an min navê hevalê Nûreddîn Sofî bihîst. Wê demê di nava pratîkê de, bi taybetî di nava çalakiyê de yên derketibûya pêş navê wî li tevahiya herêmê belav dibû. Min hîn hevalê Nûreddîn Sofî nedîtibû, lê min navê wî bihîstibû. Min di sala 1993’an de di civîneke herêma Zagrosê de hevalê Nûreddîn Sofî dît û nas kir, ku di wê civîna kadroyên fermandariyê de pratîka salê dihate nirxandin. Hevaltiya me ji wir û şûn de pir caran li heman herêmê bi pratîkê, bi pratîka li heman herêmê dewam kir.
Hevalê Nûreddîn Sofî fermandarekî bi tesîr bû. Bi taybetî dema pratîk, taktîk, pêngavan de gava li hin deveran xitimandin çêdibû hevalê Nûreddîn Sofî bi xwe pêşengî ji pratîkê re dikir. Ji aliyê rûniştandina taktîkê ve xwedî rolekê bû. Li gelek herêman çalakî diviyabû, dema ku fermandariya wan herêman bi çalakiyan ji demê re nikarîbû bibûya bersiv, hevalê Nûreddîn Sofî diçû civîn çêdikir, bê moraliya li nava kadro û civatê yekser ji holê radikir, hêvî diafirand. Me dinihêrî li wê herêmê pratîkeke erênî, bi taybetî ji aliyê şer ve derdikeve pêş. Ev taybetmendiya wî ji aliyê rêveberî, kadro û civata PKK’ê ve dihate hezkirin.
Hevalê Nûreddîn Sofî bi ciwanan re ciwan, bi mezinan re mezin bû, di rêveberiyê de berpirsyariya xwe bi serketî dida meşandin. Min bi xwe nedît ku ti heval jê aciz bû. Di nava civata PKK’ê de hevalê herî zêde dihate hezkirin hevalê Nûreddîn Sofî bû. Di dema pratîkê de dema ku hêza me têra çareserkirina tengbûn û tengaviyê nedikir, me ji hevalê Nûreddîn Sofî hêz digirt. Di van mijaran de gelek caran bi alîkariya wî gelek pirsgirêk dihate çareserkirin. Lewma di nava me de hurmetek ji bo hevalê Nûreddîn Sofî hebû.
Dîsa hevalê Nûreddîn Sofî li her herêma ku lê dibû berpirsyar, bi berpirsyarî radibû teqez li wê derê pêşketinên mezin diafirand. Ji ber vê yekê gelek hevalên li herêmên din pêşniyar dikirin ku biçin herêmên ku ew lê têdikoşiya. Di xwe de ew hêz rehet didît, li dora xwe kadro dicivand û dixist pratîkê. Di vê mijarê de xwedî hêz bû.
Hevalê Nûreddîn Sofî pir zane bû. Nirxandinên xwe pir kûr bûn. Dîtina xwe ya pêş gelekî pêşketî bû. Ji ber wê dema di civînan de rewş dinirxand, hevalan bi baldarî lê guhdarî dikirin. Di nava zanebûna xwe ya kûr de gelek tişt dida hevalan. Hevalê Nûreddîn Sofî kêfxweş bû, timî bi ken bû. Ji aliyê hunerê ve; tiştekî ku hevalê Sofî nizanîbû nîne. Mesela di şer de heval birîndar bibûya, hevalê Nûreddîn Sofî doktor bû. Li kampê malzemeyên teknîkî xera bûya hevalê Nûreddîn Sofî teknîkvan bû, li gel ku berpirsyar, rêveber bû. Di nava jiyanê de tiştekî ku pê nizanîbû tine bû. Dema ku diçû nava gel jî, bi xwe ji Rojava bû bi Erebî zanîbû, di her mijarê de hevalê Nûreddîn xwedî bandoreke erênî bû, li ser gel û civakê, her wiha li ser hevalan jî. Ji ber wê dema wezîfe çêbûya, bi taybetî wezîfeyên dûr, gelek kadro fermandar pêşniyar dikirin ku bi hevalê Nûreddîn re wê wezîfeyê bike. Bi kêfxweşî pêşniyara xwe dikir.
Hem di nava pratîka şer hem jî di nava pratîka jiyanê de hevrêtiyeke me ya erênî bi hevalê Nûreddîn Sofî re çêbû. Me ruhê hevaltiyê yê hevalê Nûreddîn Sofî ji xwe re kir esas. Hevalê Nûreddîn di sala 1996’an de dema çû gel Qada Serokatî, ew biharê çû, payîzê jî ez çûm; dema em çûn Serokatî ew li dibistana Kurdî bû. Hevalê Nûreddîn Sofî wê demê li wir di desteyê de bû. Dema ku em çûn, yê ku destpêkê bi me re eleqedar bû hevalê Nûreddîn bû. Piştî ku me civata dibistanê amade kir, serokatî piştî nîv saetê hat. Nêzîkatî û axaftina me wê di diyalogê de çawa be, me destpêkê hevalê Sofî amade kir. Ew di dibistana Kurdî de di nava desteyê de bû. Dema Rêber Apo hat bi me re axivî, wezîfedarkirin çêbû wê demê derbasî mekteba Tirkî bû. Piştre ber bi xilasbûnê, dema ku me berê xwe da çiya li ser sînor me amadekariya dawî dikir, me dît ji koma dibistana Kurdî jî yên hatine. Me dît dîsa yê ku kom amade dikir, amadekariya wan dikir hevalê Nûreddîn bû. Hevalê Nûreddîn me dîsa li wir hevdû dît, em bi hev re derbas bûn. Em derbasî herêma Zagrosê bûn.
Di pêvajoya 90’î de li herêma Zagrosê şerekî germ dihate meşandin. Şer li ku derê giran bibûya, yan jî êrîşên dijmin li ser wê herêmê dema çêbibûya, rêveberiya rêxistinê hevalê Nûreddîn Sofî weke berpirsyar dida wê xetê. Rêxistinê hevalê Nûreddîn Sofî baş nas dikir, jê bawer dikir ku eger hevalê Nûreddîn Sofî li wir be, dijmin wê nikaribe encamê werbigire. Bi rastî jî dema şer dibû, pratîk diçû ber dawî te dinihêrî ku dijmin serketî nîne, hevalê Nûreddîn Sofî ji aliyê pratîkê ve hîn serketî bû. Di wê nuqteyê de tevkariya hevalê Nûreddîn Sofî zêde hebû. Avantaja hevalê Nûreddîn Sofî ew bû, ku ne ji jorê berpirsyar girt, ji dendikê derket. Şervantiya xwe kir, di şervantiyê de serketî bû. Dema ku bû fermandarê mangayê, di wir de serketî bû. Qedeme qedeme di nava rêxistinê de bi berpirsyartiyê rabû û heta asta Berpirsyarê HPG’ê yê Giştî. Pir balkêş e, dema di nava rêveberiya HPG’ê de ji aliyê rêveberiyê ve tengavî çêbû, pêngav, taktîk pêwîst bihata rûniştandin, berpirsyartiya fermandariya HPG’ê hevalê Nûreddîn Sofî erk wergirt. Di berprisyariyatiya xwe ya fermandariya HPG’ê ya giştî de pêşeng bû. Mînak, li biryargehê nedisekinî. Wê demê em bi hev re rêveber bûn, nîqaş çêbû, pêwîstî bi pêngavekê hebû û pêşeng lazim bû. Di plansaziyê de rêveberî diviyabû belav bibûya, bi taybetî li qada şerê germ li ku derê be, weke biryargeha navendî diviyabû me pêşengî bikira, ew derbasî qada Botanê bû. Li gel ku fermandariya giştî bû. Normal diviyabû li biryargehê şer koordîne bikira. Lê belê ew bi xwe çû Botanê û pêşengtî kir. Bi taybetî jî di sala 2012’an ew biryara rêxistinê ya pêşxistina pêngavê li Bakur, hevalê Nûreddîn Sofî di wê pêngavê de pêşengiya pratîkê kir û gelek serketinên mezin jî girt. Pêwîstiya rêxistinê li kîjan herêmê bi pêngavê hebûya hevalê Nûreddîn Sofî timî bi pêşengiyê rabû. Ji ber vê yekê hevalê Nûreddîn Sofî di nava civata rêxistinê de zêde dihate hezkirin.
Dema li Sûriyeyê ew bûyer qewimîn û li nava Sûriyeyê tevlîheviyê rû da, li wir pêwîstî bi fermandariyeke xwedî rol be hebû. Rêxistinê jî pêşniyara hevalê Nûreddîn Sofî yekser erê kir û li gel ku berpirsyarê giştî yê HPG’ê bû, çû li Rojava pêşketinên pir mezin û encameke mezin, bingeha wê afirand. Gelek destketiyên pir mezin, bi pêşengiya hevalê Nûreddîn Sofî hatin bidestxistin. Ji kantonan heta bi koordînekirina şer û meşandina şer, hevalê Nûreddîn Sofî xwedî roleke mezin bû. Eger li Rojavayê Kurdistanê destketî bi dest ket, bi berpirsyariya hevalê Nûreddîn Sofî hate bidestxistin.
Eger em hevalê Nûreddîn Sofî bixwazin bi axaftin bidin naskirin, zehmet e. Yên ku bi hevalê Nûreddîn Sofî re mane, têkoşiyane, di dil de ew bi hevalê Nûreddîn Sofî zanin, wî nas dikin. Ji ber wê bi îfadekirina bi axaftinê, tarîfa hevalê Nûreddîn Sofî zehmet e. Jiyana bi wî re, dikare wî tarîf bike.
Ji bo tevgerê şehadeta wî windahiyeke giran û mezin bû. Bêsensiyek çêbû. Hevalê Nûreddîn Sofî ji erkê berpirsyariya HPG’ê derketibû, li ser pêşniyara xwe li Rojava bû. Weke mêvan hatibû hevalan bibîne. Bi êrîşeke bêşens, bi êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker şehîd bû. Erê ji bo tevgerê, ji bo gel, ji bo şoreşê bi rastî jî şehadeta hevalê Nûreddîn Sofî windahiyeke mezin bû. Lê belê hevalê Nûreddîn Sofî hem li Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê û bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê gelek Nûreddîn Sofî derxist. Yanî xwe ji xwebûnê derketibû. Li van parçe, cihên ku min qalê kir, eger kedek, pêşketinek çêdibe, teqez bi encama rêbaza hevalê Nûreddîn Sofî ye. Ji ber wê şehadeta wî çiqas hişk jî be, xebata ku li cihê lê ma da avakirin, pir mezin bû. Mînak, mirov dema diçe kîjan herêmê, kîjan qadê şopeke mayinde ya hevalê Nûreddîn Sofî lê heye. Mesela, dema sala 2003’an hevalê Nûreddîn Sofî li Qada Navîn hate wezîfedarkirin, li qada Amedê hate wezîfedarkirin, yekser gelê wê herêmê, yanî xelkê Amedê jê hez kir û li derdora wî kom bû. Tesîr kir. Dema hevalê Nûreddîn Sofî li herêma Wan-Elbakê berpirsyar be, tu biçûya kîjan mala li Elbakê ku hevalê Nûreddîn Sofî nas dikir, dikarîbû bi saetan qala aliyên erênî yên hevalê Nûreddîn Sofî bikira. Li Rojhilatê Kurdistanê li cihê ku hevalê Nûreddîn Sofî lê têkoşiya, tu biçe wê herêmê kîjan malê qala hevalê Nûreddîn Sofî dike. Li Başûrê Kurdistanê li cihê ku lê kar kir, hîn jî gelek kes qala pêşketinên hevalê Nûreddîn Sofî dikin ku li herêmê afirand. Hevalê Nûreddîn Sofî bi qasî li nava hevalan û rêxistina PKK’ê ji aliyê erênî ve dihate hezkirin, di heman demê de li ser her çar beşên Kurdistanê li nava civakê xwedî seknekê bû û li nava civakê bi dil dihate hezkirin. Ew jî rastiya hevalê Nûreddîn Sofî bû.
Yek ji taybetmendiyên hevalê Nûreddîn Sofî ew bû; li cihê dîplomasiyê dîplomat bû, li qada siyasî dema pêwîstî pê hebûya û dihate wezîfedarkirin, wî yekser siyaset dida meşandin. Ji xwe di nava şer de, ji bingehê ve mezin bûbû. Ji xwe aliyê wî yê şerkirinê bênîqaş bû. Fermandariya wî ya leşkerî xwedî tesîreke mezin bû. Ji wan aliyan ve hevalê Nûreddîn Sofî gelekî bi huner bû. Ya ku hevalê Nûreddîn Sofî kir Nûreddîn Sofî ev hunera wî bû. Vê hunera wî bandor li me dikir. Di şexsê hevalê Nûreddîn Sofî de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û bejna xwe li hember şehîdên qehreman ditewînin.”