Piştî ku Rêber Apo par di 27’ê Sibatê de Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin, ji bo aştiyê hêviyeke nû çêbû. Vê gavê nîqaşa bingehîn a li ser çareseriya pirsgirêkê derbasî ser zemîna siyaset, muzakereya civakî û meclîsê kir.
Di sala 2025’an de hêviya aştiyê ya civakê xurt bû, lê belê ji ber ku dewletê di mijara gavên şênber de xwe xist kir, pirsgirêka baweriyê rû da.
Amediyan pêvajoya aştiyê ya salekê û daxwazên xwe ji ANF’ê re nirxandin.
‘ME AŞTIYEKE RASTEQÎN NEDÎT’
Abdulazîz Balta anî ziman ku hêviya wan ji pêvajoya aştiyê “aştiyeke rasteqîn” bû, lê belê rewşa heyî têrker nabîne. Balta diyar kir ku daxuyaniyên bi nakok ên ji partiyên siyasî yên cuda bêbawerî xistiye nava civakê û bi taybetî bal kişand ser mercên li girtîgehan.
Balta ragihand ku li girtîgehan pirsgirêka kapasîteyê û mercên giran hene û got, “Qala aştiyê tê kirin, lê belê mirov li erdê radizên. Heta ku gaveke şênber neyê avêtin, ev gotin ne cihê baweriyê ye.”
Balta ji bo rêveçûna pêvajoyê jî destnîşan kir ku divê Rêber Apo azad bibe, razemeniyên aborî li herêmê bêne zêdekirin, pêkanînên ewlekariyê bêne kêmkirin, nuqteyên leşkerî û kontrolê bêne rakirin û got, “Kurd ji aştiyê re amade ne, lê belê astengî hene. Divê dewlet têkildarî aştiyeke rasteqîn û efûya giştî gavê biavêje.”
‘PÊVAJO BI GIRANÎ DIMEŞE’
Hanîfî Omeroglû jî ragihand ku pêvajoyê erênî destpê kir lê belê bi giran dewam kir. Omeroglû diyar kir ku hevdîtinên li Îmraliyê divê hîn zêde û bi rêk û pêk bin û işaret bi girîngiya vekirîhiştina qenalên diyalogê kir.
Omeroglû anî ziman ku atmosfera aştiyê bi rengekî erênî bandor li aboriya herêmê kiriye, liv û tevgera li navçeya Sûr a Amedê mînak nîşan da û got, “Dikandar kar dikin, mirov aram in. Lê belê eger ev pêvajo têk biçe wê gel gelekî zerarê bibîne.”
Ji bo aştiay mayinde jî Omeroglû xwest pêvajo bi lez bê meşandin.
‘DIVÊ BI GAVÊN ŞÊNBER GOTINA XWIŞK-BIRATIYÊ BÊ XURTKIRIN’
Salîh Kizil jî destnîşan kir ku divê bi gavên şênber gotina “xwişk-biratiyê” bê xurtkirin. Kizil ragihand ku Kurd û Tirk bi sedan sal in bi hev re ne, işaret bi têkoşînên hevpar ên dîrokî kir û destnîşan kir ku ev yekîtî divê bi aştiyeke mayinde tacîdar bibe. Kizil got, “Em aştiyeke mayinde dixwazin. Yekane daxwaza me aştî û aramî ye. Eger me bi hev re ev welat ava kiribin, divê em hiqûqa xwişk û biratiyê jî bi hev re û bi rengekî wekhev ava bikin.”

