Yekşem, 19 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Moskowê Şoreşa 19’ê Tîrmehê hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 4 gerîlayên YRK’ê taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Herêma Marmarayê ya DEM Partiyê: Em di pêvajoya nûbûnê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîdem Yilmaz: Ji ber ku dewlet gavê neavêje civak jê bawer nake

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 xebatkarên şaredariya Dîwaniye hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê: Rojava encama yekîtiya gelê Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV

    2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Şoreşa Rojava mînaka jiyana bi hev re û aştiyane ya gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermana spî û bazirganiya siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAK: Di êrişan de 8 pêşmerge birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Şehîd Simko bi heqîqeta Apoyî û seknek dîrokî li dijî dijmin şer kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd êrişên li ser Başûr şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partî: Şoreşa Jinan a Rojava 14 sal in çavkaniya îlhamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê Ayfer Serçe bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên Jinên Êzidî, di salvegera Fermana Şengalê de kampanyaya navneteweyî dan destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mêrekî dayika xwe, hevjîna xwe ya ducanî û keça xwe ya 3 salî qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Li Hewlêr, Akrê û Pîrmamê gelek balafirên bê mirov xistin xwarê
Mêrekî dayika xwe, hevjîna xwe ya ducanî û keça xwe ya 3 salî qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Amir û Wezîrê Karên Hundir berpirsên êşkenceya polîsan e’
Rojane

‘Amir û Wezîrê Karên Hundir berpirsên êşkenceya polîsan e’

Li Stanbolê malbatek Kurd ji ber guhdarkirina muzîka Kurdî rastî êşkenceya polîsan hatibûn. Kesên bi êşkenceyê hatibûn binçavkirin, piştî ku serbest hatin berdan daxuyanî dan û gotin: "Amir û Wezîrê Karên Hundir berpirsên êşkenceya polîsan e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li navçeya Bayrampaşayê ya Stenbolê 7 kesên ku ji ber guhdarîkirina muzîka Kurdî rastî êşkenceyê hatibûn û hatibûn binçavkirin, li 7’emîn Dadgeriya Cezaya Sulhê ya Çaglayana Stenbolê bi şerta kontrola edlî serbest hatin berdan. Mexdûrên êşkenceyê li ber edliyeyê daxuyanî dan.

Parlamantera Stenbolê ya Partîya Wekhevî û Demokrasîyê ya Gelan (DEM Partî) Çîçek Otlu û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên “Bê ziman jiyan nabe”, “Rûmeta mirovahiyê wê êşkenceyê têk bibe”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil” û “Em ê rê nedin nîjadperestiyê” berz kirin. Endama OHD’ê parêzer Bêrîvan Bekçî ewilî axivî, diyar kir ku di bûyerê de li hember polîsan derneketine û got: “Ew rastî tundiya polîsan hatine. Em ê bibin şopdarê doza tundiya hêzên ewlehiyê.”

‘DIVÊ ÊŞKENCEKAR BÊN CEZAKIRIN’

Parlamenter Çîçek Otlu jî diyar kir ku wan gelek caran bûyerên bi vî rengî dîtine û wiha axivî: “Divê li vî welatî êşkenceya polîsan nebe. Sûcê êşkenceyê sûcê li dijî mirovahiyê ye. Em dixwazin kesên ku êşkence li gelê me dikin bên cezakirin. Em ê vê dozê bişopînin.”

Piştre Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çînar axivî û got: “Eger dibêjin li vî welatî hiqûq heye, divê sûcê li dijî mirovan bi rêya hiqûqê bê lêkolînkirin. Mîna vê bûyerê mafê qanûnî yê hêzên ewlehiyê tine ku pêhnan li zikê jineke ducanî bixe, jiyana jinê û jiyana pitika di zikê wê de bixin xetereyê.”

ÊŞKENCEYA POLÎSAN VEGOT

Umît Kaya ku di bûyerê de ajokarê wesayîtê bû û bi şerta kontrola edlî serbest hate berdan, diyar kir ku di wesayîtê de sîstema dengê bilind tine bû, tenê dengê radyoyê yê normal hebû û wiha axivî: “Min ji neynikê paşve polîsekî dît ku wêneyê min dikişand. Min pirsî ka çima wêne dikişîne. Wî bi awayekî argoyî got ku tu nikarî bi dengê bilind muzîkê vekî. Gava birayên min ji wesayîtê peya bûn, wî destê xwe avêt çeka xwe. Hê ti hişyarî jî nekirî polîsên sivîl xwe avêtin qirika birayê min. Me ti heqaret li wan nekir. Dema min hewl da xwişka xwe ya ducanî ji erdê rakim, wan dest bi reşandina gazê kir. Em rastî gelek êşkenceyan hatin. Ev ne mirovahî ye. Ez spasiya  DEM Partî û parêzeran dikim.”

Bav Mehmet Kaya jî diyar kir ku dema em ji seyranê vedigeriyan me muzîka Kurdî guhdar dikir û ev tişt got: “Polîsekê wêneyê me kişand û kurê min jî ji polîs pirsî ka çima wêneyê me dikişinî? Ji ber ku muzîka Kurdî lêdixist, polîs aciz bû. Polîs piştgirî xwest. Tîmek hat. Min israr kir, got ez û malbat xwe ne. Lê mixabin, wan guhdarî min nekirin. Li zarokên min xistin. Keça min a ducanî ji ber lêdanê ji ser hişê xwe çû û ket erdê, li erdî jî li zikê wê xistin. Ez rastî vê heqaretê hatim, bila malbatên din rastî vê neyên.”

‘AMÎR Û WEZÎRÊ KARÊ HUNDIR BERPIRSÊN ÊŞKENCEYÊ NE’

Endamê MYK’ê yê DEM Partiyê Mûsa Pîroglu jî bertek nîşanî êşkenceya polîsan da. Pîroglu diyar kir ku kesên ku li nava kolanê êşkence li malbatekê dikin, li hember dizan tiştekî nakin û got: “Daxwaza aştiyê ji bo vê ye. Ew ne ew kes in ku li ser vî gelî fermanê derdixin. Daxwaza aştiyê ji bo hiqûq ji nû ve bê avakirine. Aştî ne tenê ji bo Kurdan e. Aştî tê wateya ku ew nikarin vê zordariyê bikin. Bila ev zordar bizanibin ku em ê bi ser bikevin. Amir û Wezîrê Karên Hundir berpirsên kirinên polîsan e. Daxwaza aştiyê ji bo darizandina mafya û baronan e. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Rêber Apo ji bo başiya me hemûyan biryar da’
Nûçeya Pişt re Ciwanên Şengalê şehîdên berxwedana 14’ê Tîrmehê bi meşekê bi bîr anîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hatîmogûllari: Aştiya Tirkiyeyê firsendek dîrokî ye

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di axaftina xwe ya Mitînga 1’ê Îlonê Roja…

Ji aliyê Stêrk TV

Rûspiyên Igêdat: Em û QSDˊê hevgirtiyeke ku nayê parçekirin in

Rûspiyên eşîra Igêdat diyar kir ku ew li kêleka QSDˊê ne û got: " Hêza…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêveberiya Fîlîstînê Îsraîl bi paqijiya etnîkî sûcdar kir

Serokdewletiya Fîlîstînê dema ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû li DYE'yê bû Îsraîl sûcdar kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Moskowê Şoreşa 19’ê Tîrmehê hate pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo 4 gerîlayên YRK’ê taziye hate danîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Konferansa Herêma Marmarayê ya DEM Partiyê: Em di pêvajoya nûbûnê de ne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dîdem Yilmaz: Ji ber ku dewlet gavê neavêje civak jê bawer nake

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?