Mirov-Dayikên Şemiyê bi daxwaza “Winda werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1093’yemîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHD’ê ya Stenbolê û gelek parastvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li aqûbeta jinên ku di binçav de hatine windakirin pirsîn. Hevseroka KESK’ê Ayfer Koçak, Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Oya Ersoy, rêveberên ÎHD’ê ya Stenbolê û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Oya Ersoy ve hat xwendin.
Oya Ersoy diyar kir ku sibe 8’ê Adarê ye û got: “8’ê Adarê tê wateya têkoşînan jinan ya wekhevî û azadî û edaletê. Ji bo me jî heman demê roja bîranîna jinên di binçav de hatine windakirin e. Li gorî daneyên me li Tirkiyeyê 19 jin û zarokekê 3 salî di binçav de hatiye windakirin. Ji wan jinan tenê 4 jinê ku piştî îşkenceyê hatine veşartin hate dîtin. Aqûbeta kesên din nayê zanîn. Em bi salan e dibêjin; polîtîkayên bêcezahiştinê ya dewletê tundiyê li ser civakê jî zêde dike. Li piştî kuştin û tundiya li ser jinê jî ev hişmendî heye. Em di 8ê Adarê de ne tenê jinên îro, jinên bi zorê di nav me de hatine derxistin jî bibîr tînin. Em dizanin ku bîr nayê bêdengkirin.”
Paşê yek bi yek li aqûbeta jinên winda hat pirsîn:
* Makbule Okdem a ku di sala 1991’an de li Cizîrê hatibû windakirin û piştî 18 salan di xebatên çêkirina rê de hestiyên wê hatibûn dîtin, me ji bîr nekir.
* Ayten Ozturk a ku di sala 1992’yan de li Dersimê hatibû binçavkirin û 8 rojan êşkence lê hatibû kirin û bedena wê li Xarpêtê hatibû dîtin, me ji bîr nekir.
* Ridda Yavuz a ku di sala 1992’yan de li navçeya Dêrîka Nisêbînê hatibû binçavkirin û paşê aqûbeta wê nehatibû dîtin, me ji bîr nekir.
* Sedîka Dal a ku di sala 1993’yan de li Nisêbînê ji aliyê Hîzbullah ve hatibû revandin û paşê aqûbeta wê nehatibû dîtin, me ji bîr nekir.
* Hamîde Şarli ya ku di sala 1993’yan de bi birayê xwe Ramazan re li Tatwanê ji aliyê leşkeran ve hatibûn binçavkirin û paşê aqûbeta wê nehatibû dîtin, me ji bîr nekir.
* Hatun Işik, Elîf Işik, Gulîzar Serîn û keça wê ya 3 salî Dîlek Serîn a ku di sala 1994’an de li Dersîmê piştî li operasyonekî leşkerî de tu agahî ji wan nehatiye dîtin, me ji bîr nekir.
* Lutfiye Kaçar a ku di sala 1994’an de li Stenbolê piştî hat binçavkirin tu agahî jê nehat dest xistin, me ji bîr nekir.
* Gulnaz Tatu û Kadriye Tatu ya ku di sala 1994’an de li Muşê dema ku çibûn zozanê û di nava operasyona leşkeran de mabûn û paşê tu agahî ji wan nehatibû dest xistin, me ji bîr nekir.
* Ayşenur Şîmşek a ku di sala 1995’an de li Enqereyê hatibû binçavkirin û piştî 76 rojan bedana wê ya êşkence lê hatibû kirin li Goristana Bêkesan ya Kirirkkaleyê hatibû dîtin, me ji bîr nekir.
* Hatîce Şîmşek a ku di sala 1995’an de li navçeya Bismilê ya Amedê piştî hat binçavkirin û aqûbeta wê nehat dîtin, me ji bîr nekir.
* Şukran Daş a ku di sala 1996’an de li navçeya Rezanê ya Amedê di avêtina di ser mala xwe de hatibû binçavkirin û paşê agahî jê nehatibû destxistin, me ji bî nekir.
* Fahriye Mordenîz a ku di sala 1996’an de li Amedê bi hevsera xwe Mahmut re hatibû binçavkirin û piştî 2 salan cenazaya wê li Goristana Asrî ya Cizîrê hatibû dîtin, me ji bîr nekir.
* Zozan Eren a ku di sala 1997’an de li rêya di navbera Pasûr û Amedê de bi hevsera xwe re bi “torosa spî” re hatibû revandin û paşê tu agahî jê nehatibû destxistin, me ji bîr nekir.
* Neslîhan Usluya ku di sala 1998’an de li Îzmîrê bi 3 hevalên xwe re hatibû binçavkirin û paşê tu agahî jê nehatibû destxistin, me ji bîr nekir.
* Konca Kurîş a ku di sala 1998’an de li Mêrsînê ji aliyê Hîzbullahê ve hatibû revandin piştî 18 mehan bedena wê ya îşkence lê hatî kirin navçeya Meramê ya Konyayê hatibû dîtin, me ji bîr nekir.
Di dawiyê de Oya Ersoy anî ziman ku ew dîsa bi bîr tînin di binçav de winda kirin sûcê li di jî mirovahiyê ye û got: “Bi wesîleya 8ê Adarê bang rayêdaran dikin, jinên ku di binçav de hatine windakirin divê aqûbeta wan bê aşkere kirin û faîl werin darizandin. Heta ku edalet were bicihanîn em ê wan bi bîr bînin.”
Çalakî bi danîna qurnefîlên li Qada Galatasarayê, bi dawî bû.

