Çarşem, 7 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayika Aştiyê Gulistan Adibellî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    DBP: Êrişên li Helebê zemîna lihevkirinê ji holê radike

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Xwedîderketina li Rojava xwedîderketina li Kurdistanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Tûnç daxuyaniya li ser daxwaza ‘Qanûna Înfazê’ ya MHP’ê: Di rojeva me de nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tiştên ku li girtîgehan diqewimin pêvajoyê nîşan didin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 7’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hêzên dewleta Îranê di 11 rojan de 12 xwepêşander qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê şehîd Erdal, Avesta, Ekîn û Çekdar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê şehîdên Parîsê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevrêyên Huseyîn Aykol: Em ê penûsa wî rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Abdanan û Melekşahê gel kontrola bajar bi dest xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiyên Rojhilatê Kurdistanê wê bi hev re kar bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJK-E’yê ji bo meşa Parîsê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA’yê ji bo jinên li Îran û Rojhilat banga berxwedanê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgerên jin ên Kurd piştgirî dan gelên Îranê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê 7 jinên xwepêşander revandin, aqûbeta wan nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê jinek bi gumanbarî mir

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Mehekê herî kêm 28 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyên dewleta Tirk êrîşî depoyên genimê dikin
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Artêşa Tirk a dagirker 9 baregehên nû ava kir
Rojane

Artêşa Tirk a dagirker 9 baregehên nû ava kir

Di êrişên dewleta Tirk a dagirker de yên li ser Dihokê 184 malbat ji cih û warê xwe bûn. Artêşa dagirker li herêmê 9 baregehên nû ava kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Tebax 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li gorî nûçeya Rojnewsê, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Xelkê Dihokê ji ber êrişên hewayî û bombardûmana bejahî neçar dimîne ji cih û warên xwe bibe.

Di 15’ê Hezîrana îsal de, artêşa dewleta Tirk a dagirker bi hezar leşker, 300 tank û wesayîtên zirxî li dijî sînorê parêzgeha Dihokê êrişek nû a berfireh ya dagirkeriyê da destpêkirin. Ev êrişên dagirkeriyê bû sedema gelek karesatên mirovî û jîngehî. Ajansa me Rojnews’ê di vê raporê de daneyên valakirina gund û malan, bombebarankirina cihên niştecihbûnê û avakirina baregehên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker eşkere dike.

Tenê di vê êrişa dagirkeriyê ya dawî de 184 malbat li parêzgeha Dihokê neçar mane ku malên xwe biterikînin. Lê belê ev malbat ji ber erdnîgariya herêma xwe xwedî rez û baxin, eger em ji bo her malbatekê bi qasî 4-5 donim zeviyên ji rez û bax hesab bikin, dike bi qasî 830 donim zevî ku çavkaniya bi dehan fêkî û zebzeyane.

Dewleta Tirk her wiha tenê di vê êrişa xwe ya zêdetirî du mehin li ser Başûrê Kurdistanê dewam dike 19 mal, 2 dibistan, kargehek ard, otomobîlek, dêrek û 2 projeyên ava vexwarinê jî bombebaran kirine.

Tenê di van êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de, gundên Mijê, Kevne Mijê, Girgaşe, Spîndarê yên devera Ber Garê, gundê Dêmka yê girêdayî Batîfa, gundê Dergeke, Musabegî, Şêlazê, Bişîlê û Miska yên Kanî Masê yên herêma Berwarî Bala ya parêzgeha Dihokê bi darê zorê hatine valakirin. Bi giştî heta niha 170 gund ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst hatine valakirin û 602 gundên din jî di bin xeteriya valakirinê de ne.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker 9 navendên leşkerî li herêma Behdînanê ava kirine. Bi giştî ji sala 2015’an ve dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê 74 baregehên dagirkeriyê ava kirine.

Ji aliyek din ve alavên ragihandinê û bircên telefonê yên xetên ragihandinê yên dewleta Tirk ji baregehên leşkerî yên dagirkeriyê bandor li xetên ragihandinê yên zêdetirî 110 gundan kiriye.

Derbarê rêjeya şewitîna giya, pûş û daristanan de, li gorî pêşbîniyên rêxistina Amerîkî CPT’yê ku ji anketên bi niştecihên deverên hatine dagirkirin re kirine, tenê di dema van êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk qirker de nêzî 68 hezar donim erd hatiye şewitandin.

Derbarê daneyên êriş û bombebaranên dewleta Tirk de, her çendî ku daneyek rast li ber dest nîne jî, lê li gorî agahiyên ku ji deverên cuda yên Başûrê Kurdistanê ketine destê ajansa me Rojnews’ê, dewleta Tirk a faşîst zêdetirî 300 caran Başûrê Kurdistanê bombebaran kiriye.

Di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de ji destpêka îsal ve heta niha 13 welatiyên sivîl şehîd bûne û 11 welatiyên sivîl jî birîndar bûne. Par jî di encama êrişên dewleta Tirk de 33 welatiyên sivîl şehîd bûn û 22 sivîl jî birîndar bûn.

Tevî êriş û bombebaranên dewleta Tirk a faşîst ya yên bi armanca dagirkirin û îlhaqkirina herêma Behdînan û piştre jî tevayî Başûrê Kurdistanê jî ku di encamê de heta niha gelek gund hatine valekirin, welatiyên sivîl hatine qetilkirin, jîngeha Kurdistanê hatiye wêrankirin, lê heta niha hikûmeta Iraqê û hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê bi tu awayî bertek nîşanî van êrişan nedan. Berovajiyê bendewariya ku ew bertekan nîşanî dewleta Tirk a qirker bidin, rojane bi rayedarên Tirk re hevdîtinan pêk tînin û li şehadeta welatiyên sivîl yên Kurd temaşe dikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Di hedefa dewleta Tirk de destkeftiyên Kurdan hene’
Nûçeya Pişt re MAK’ê li Geverê li dijî qereqola polîsan çalakî kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 5’Ê TEBAXA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Pêşniyara li ser tevlîbûna Swêdê ya li nava NATO’yê li meclîsa Tirk hate qebûlkirin

Pêşnûme Qanûna li ser Guncawiya Erêkirina Protokola li ser Tevlîbûna Swêdê ya li nava NATO'yê,…

Ji aliyê Stêrk TV

Leyla Qehreman: Yekîtiya Kurdan wê yekîtiya gelê Sûriyeyê jî xurt bike

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Leyla Qehreman rewşa Sûriyeyê ji ANF'ê re nirxand û diyar kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

DYE’yê du tankerên petrolê yên girêdayî Venezuelayê desteser kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayika Aştiyê Gulistan Adibellî jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Çeteyên dewleta Tirk êrîşî depoyên genimê dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Di civîna Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê de îşaret bi diyaloga navxweyî hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?