Duşem, 19 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Pêwîstî çima bi komunan heye?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aslan: Tirkiye bi êrîşkirina Kurdan li Rojhilata Navîn ti tiştî bi dest naxe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî: Em ê bi mafê xwe yê berxwedana demokratîk bersivê bidin êrîşan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DBP’ê: Em bang li gelan dikin ku ji bo parastina Rojava û mirovahiyê bikevin tevgerê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Foza Yûsif: Divê daxuyaniyên QSD’ê esas bên girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Alimê olî Şik: Mercê aştiya mayinde azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bila dêriyê sînor ê Sêmalka ji bo piştevaniya Rojava were vekirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Silêmaniyê li dijî êrîşên li ser Rojava li ser piyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê şehîd Helo Sûrên li Şarezûrê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Divê Kurd tevlî vî şerê hebûn û rûmetê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muhsîn Osman: Berxwedana Helebê ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd mîladek e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê banga ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Raperînê bertek nîşanî heqeretên li ser şervanên jin û şehîdan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Xwedîderketina li Rojava wezîfeyeke mirovî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar: Ti hêz nikare li ber îradeya jinê bisekine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Amedê: Bûyerên diqewimin sûcê şer e, bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan li Silêmaniyeyê gilî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • HELEB
Nûçeyên Lezgîn
Çete sivîlên birîndar direvînin
Li Tişrînê şer dewam dike: Gelek çete hatin kuştin
Li Dêrazorê êrişên li ser navendên petrolê û cihê sivîlan
Li navenda bajarê Tebqayê şer
Çete bombeyan li avahiyên Tişrînê dibarîne
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Aryen Arê mîna kelehekê bû; xwe li rêgezên azadiyê razandibû’
Kurdistan

‘Aryen Arê mîna kelehekê bû; xwe li rêgezên azadiyê razandibû’

Ji fermandarên HPJ'ê Viyan Helo şehîd Aryen Arê bi bîr anî û diyar kir ku fermandar Aryen Arê mîna kelehekê bû ku qet nedihate hejandin û xwe li rêgezên azadiyê razandibû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Ji fermandarên Hêzên Parastina Jinê yên li Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) Viyan Helo di salvegera 2’emîn a şehadeta Aryen Arê û Êriş Berxwedan de herdu cangorî bi bîr anî û qala kesayetî û têkoşîna fermandar Aryen Arê kir:

“Di şexsê hevalên Aryen Arê û Êriş Berxwedan de ku di 3’ê Kanûna 2023’an de di êrişa hovane ya dewleta Tirk de hatin şehîdxistin, hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînim, bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim. Herdu hevalan bi şexs û kesayetiya xwe herdu parçeyên Kurdistanê careke din gihandin hev. Têkiliya gelê Kurd, ruhê gelê Kurd careke din nîşan dan.

Min bi xwe hevala Aryen di sala 2011’an de dît. Amadekariya çûyîna Şaho dikir. Hevala Aryen xwedî coş û moreleke pir mezin bû. Bi kelecan û eşqeke mezin çû. Bala mirovan dikişand. Ew jina xwezayî, bi xwezaya xwe girêdayî bal dikişand. Temenê hevala Aryen kêm bû, lê belê fermandar bû.

Hevala Aryen ji xelkê Selmasê bû. Di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû bû. Selmas xwedî dîrokeke welê ye ku ti carî hêzên desthilatdar qebûl nekiriye, ji bo ferheng û nasnameya xwe ya Kurdayetiyê her tim di nava têkoşînê de ye. Hevala Aryen jî li nava yek ji wan malbatên dilsozê ax û çanda xwe ya Selmasê ji dayik bû. Zaroka dayikeke welê bû ku ax û çanda xwe ve girêdayî bû.

Bi rastî di kesayetiya hevala Aryen de ew dîroka veşartî dihate dîtin. Li hemberî zîhniyeta emperyalîzmê teslîmiyet ti carî qebûl nekir û beşdarî nava refên gerîla bû. Bi temenekî zor kêm beşdar bû. Ji ber ku hevala Aryen di temenê xwe yê kêm de kesayetiya xwe nas kir. Ji bo mirovbûyîn, jinbûyîn û Kurdbûyînê serî hildida û beşdarî nava refên gerîla bû. Hevala Aryen jiyaneke bi ruhê teslîmbûyî ya li nava sîstema emperyalîzmê qebûl nekir. Lewma biçûkaniya xwe serî hilda û beşdarî nava refên gerîla bû.

Ji bo têkoşîna xwe ya jinbûn, Kurdbûn û axa xwe hevala Aryen felsefeya Rêber Apo hembêz kir. Hevala Aryen dema tevlî nava refên gerîla bû parêzname, manîfestoya Rêber Apo dubare dubare xwend, felsefeya Rêber Apo hembêz kir. Mirovan dîroka mirovahiyê, jinbûyînê di kesayetiya hevala Aryen de didît. Ji ber ku hevala Aryen bi eşqeke pir mezin xwe perwerde dikir. Ji bo hevala Aryen perwerdekirin gelekî girîng bû. Bi hezkirineke pir mezin nêzî perwerdekirina xwe dibû ku ti carî xwe cahil nehêle. Hevala Aryen xwe perwerde dikir, xwe fêrî têkoşînê dikir. Aqiliyeta jinê di kesayetiya xwe de ava kir, xwe perwerde kir û bi heman aqiliyetê meşiya. Mirov ew hêz di kesayetiya hevala Aryen de didît.

Hevala Aryen bi xwezayê re yek bû. Bi eşqeke mezin nêzî xwezayê dibû, bi xwezayê re mijûl dibû. Di kar de ti carî cudahî nedixist nava karê biçûk an jî mezin. Karê xwe yê îro nediavêt sibe. Tişta ku ji hevala Aryen hîn bûm; ji min re digot ‘Karê îro ti carî ji sibe re nehêle. Îro pêk bîne ji bo ku tu sibe karekî cudatir bike’. Ti carî dema xwe vala derbas nedikir. Bi eşq nêzî zemanê xwe dibû. Qîmet dida zemanê xwe.

Mirovan li pêşberî hêza fikrî, xweparastinê û cewherî ya hevala Aryen mirovan ji xwe şerm dikir. Her kesî li xwe dipirsiya û digot, ‘Ez jî dixwazim weke hevala Aryen xwedî hêz bim. Dixwazim weke hevala Aryen bi pêş bikevim û weke jineke azad têbikoşim’. Lewma hevala Aryen ti carî rojeke xwe vala derbas nedikir, her tim bi perwerdeya civata li derdora xwe mijûl dibû. Ew tişt jî bi eşqeke pir mezin dikir.

Hevala Aryen di têkoşîna xwe de her tim fermandar bû. Jineke ji Rojhilat, bi xwe bawer, mîna kelehekê bû, bi têkoşîna xwe weke kelehekê bû ku qet nedihat hejandin.

Hevala Aryen di sala 2011’an de derbasî Rojhilatê Kurdistanê bû. Ji Şaho heta Merîwanê, ji Merîwanê heta Ûrmiyê heval xwedî têkoşîn bû. Hevala Aryen li Kamyaran, Bawe, Sine, Merîwanê, Ûrmiye, Mako xwe digihan her jinekê. Mînak, nedigot ew li bajêr e ez naçim. Li bajêr xwe digihand wan jinên ku zor û zehmetî dikişandin, rastî bi wan dida nasîn. Ew jin fêrî têkoşînê dikir. Jin fêrî serîrakirinê dikir. Ji bo jin, ciwan û tevahiya gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê hevala Aryen xwedî kedeke pir mezin bû.

Ji ber ku hevala Aryen xwedî cewher bû, cewherekî bi ruhekî paqij ku mirov li pêşberî wê xwedî biryarên azadiyê be; hevala Aryen xwedî wî ruhê azad bû. Hevala Aryen her tim xwedî li fikir, ruh, keda xwe derdiket û nedihişt bikeve bin kontrola ti îradeyê. Bi îradeya xwe, xwe mezin dikir. Bi aqlê jin a azad li Rojhilatê Kurdistanê fermandarî dikir, heta ew roja ku şehîd ket. Jiyan, mirov bi fikrên xwe xweşik kir. Wê li Rojhilat, li Başûr ji bo şervanên xwe pir ked dida. Her şervanên xwe digihand zanistê, bi destê her şervanên xwe digirt.

Hevala Aryen bi xwe bawer bû, mîna kelehekê bû. Her şervanekî xwe jî bi vî rengî perwerde dikir. Niha jî hemû şervanên hevala Aryen dibêjin, ‘Divê em weke hevala Aryen bin’.

Çawa ku hevala Aryen bi rêgezên azadiyê xwe razandibû, hemû şervanên hevala Aryen li ser wî esasî têkoşînê dimeşînin. Ji Şaho heta Merîwan, Ûrmiye, Mako hemû şervanên hevala Aryen in. Bi fikir û aqlê hevala Aryen xwe perwerde kirine, bi wê eşqê lê mêze dikin, têkoşîn dikin.

Îran pir caran kete pey hevala Aryen ku bi dest bixe, lê nekarî. Bi siyaset, hêza xwe pir êriş kir lê belê nekarî bi dest bixe. Ji ber ku hevala Aryen xwedî rêbaza têkoşînê bû. Xwedî wê zanistê bû; çawa bi kîjan rêbazê têkoşînê bike.

Hevala Aryen em fêr kir ku çawa şer bikin. Li hemberî şerê taybet em ê çawa xwe biparêzin, çawa şer bikin. Di nava jiyanê de li hemberî germahî, sermê em ê çawa şer bikin. Hevala Aryen em fêrî van hemûyan kir. Em soz didin ku wê çeka hevala Aryen li erdê nehêlin.

Em careke din li pêşberî bîranîna hevala Aryen bejna xwe ditewînin. Xeyalên hevala Aryen wê ti carî neyê tefandin, wê xeyalên hevala Aryen bi giştî were pêkanîn.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rojnamevan-nivîskar: Rûbirûbûn wê tekez bibe
Nûçeya Pişt re Dîlên azadiyê serdana gaziyan kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyê şervanê QSD’ê El Kurdî li Reqayê hate veşartin

Cenazeyê şervanê QSD`ê Elî Hemod El Kurdî li Reqayê hate veşartin. Şêniyên Reqayê gotin ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Siyasetmedarên Iraqê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê nerazîbûn nîşan dan

Siyasetmedarên Iraqê, diyar kirin ku bicih bûna dewleta Tirk li nava xaka Iraqê binpêkirina mafên…

Ji aliyê Stêrk TV

Şerê Ûkraynayê: Konseya Ewlekariyê pêşnûme biryara DYE’yê qebûl kir

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî pêşnûme biryareke DYE'yê bi piştgiriya Rûsyayê qebûl kir ku li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Alimê olî Şik: Mercê aştiya mayinde azadiya Rêber Apo ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Pêwîstî çima bi komunan heye?

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Aslan: Tirkiye bi êrîşkirina Kurdan li Rojhilata Navîn ti tiştî bi dest naxe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Çeteyên HTŞ’ê li Reqayê 2 jinên Kurd qetil kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?