Biryara ‘Mafê Hêviyê’ ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) 11 sal in ji aliyê dewlet û desthilatdariya Tİrk ve bi cih nayê anîn. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di biryara xwe ya navberê de ku 18’ê Îlonê eşkere kir, li şûna destpêkirina prosedura binpêkirin, ji bo guhertina qanûnî işaret bi komîsyona li meclîsê kir û heta Hezîrana 2026’an dem da Tirkiyeyê. Ji parêzerên Abdullah Ocalan û Parlamentera Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Ûysal Aslan biryar ji ANF’ê re nirxand û anî ziman ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bi vê biryarê re pîvanên xwe binpê kiriye.
Newroz Ûysal Aslan ku beriya ji DEM Partiyê bibe parlamenter yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bû, anî ziman ku di vê pêvajoyê de eger wê veger li hiqûqê bibe, divê şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tê ragirtin bêne sererastkirin û got, “Hevdîtinên parêzeran divê bi rêk û pêk bibin. Hevdîtinên malbatê jî ne tenê di cejnan de, divê li gorî hiqûqa navvxweyî û peymanên navneteweyî pêk werin. Her wiha divê heyet karibin biçin û bên; mafê name û axaftina bi telefonê û mafên din hemû bêne naskirin. Ji xwe bicihanîna van mafan mecbûriyeteke hiqûqî ye. Eger di pêvajoyeke bi vî rengî de wê sererastkirin bê kirin, divê ji Îmraliyê, ji şert û mercên Birêz Ocalan destpê bike.”
‘KOMÎTEYA WEZÎRAN A KONSEYA EWROPAYÊ PÎVANÊN XWE YÊN HEBÛNÊ BINPÊ KIR’
Aslan biryara navberê ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya li ser ‘Mafê Hêviyê’ jî nirxand û destnîşan kir ku ev biryar ne li rêziknameya navxweyî ne jî li pîvanên hebûnê yên komîteyê tê. Asla got, “Beriya her tiştî komîteyê prosedureke binpêkirinê neda destpêkirin. Normal dewleta pêwendîdar ji ber ku mesele bingehîn û avanî ye, diviyabû guhertineke qanûnî bikira. Lê belê di plana çalakiyê ya dawî ya Tirkiyeyê de sozek, demek, plansaziyek tine bû. Berevajî, planek pêşkêş kiribû ku rewşa îstîsnaî ya cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî dubare dikir. Komîteyê di biryara xwe ya navberê de bal kişand ser pêşniyarên me yên qanûnî ku ji bo guhertina mewzûata cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî hatin pêşkêşkirin û bal kişand ser Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî ya li Meclîsê hatiye avakirin. Vê yekê polîtîkbûyîna meseleyê raxist pêş çavan. Ji ber ku meseleya Mafê Hêviyê veguherîbû meseleyeke welê ku DMME, CPT û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bi israr bi hincetên hiqûqî dinixumand. Lewma radestkirina mafê hêviyê ji komîsyoneke bi armanca pêvajoya siyasî hatiye avakirin, mikurhatina aliyê siyasî ya vê meseleyê ye. Li çi mikur hatin? Li siyasetîbûna mafê hêviyê mikur hatin. Qebûl kir ku ji ber pozîsyona siyasî û sedemên siyasî mafê hêviyê ji Birêz Ocalan re nehatiye dayin. Eger mafê hêviyê 11 sal in bi cih nehatibe anîn ev yek ji ber helwesta siyasî ya komîteyê, ji ber nêzîkatî û hevkariya bi Tirkiyeyê ye. Lewma biryar girîng e lê belê têrê nake. Eger komîte li pratîkên berê yên Tirkiyeyê bifikiriya û li şûna ku heta Hezîrana 2026’an demê bide Tirkiyeyê prosedura binpêkirinê bida destpêkirin, bi vî rengî radestî komîsyonê bikira wê hîn rasteqîn û cidî bihata dîtin. Lê mixabin komîteyê ev cidiyet nîşan neda. Ev yek nîşan dide ku komîte li gorî helwesta siyasî ya dewletan tevdigere. Saziyeke ku bi pîvanên edalet, mafên mirovan, hiqûq û demokrasiyê heye û van pîvanan di asta welatên endamên konseyê de dişopîne, bi helwesta xwe ya li gorî pozîsyona siyasî ya dewleta pêwendîdar re pîvana xwe binpê kiriye. Komîte di nava helwesteke welê de ye ku li hebûna wê nayê. Ji serî heta binî helwesteke siyasî ye.”
‘DESTHILATDARÎ BÊYÎ LI BENDA KOMÎSYONÊ BISEKINE DIKARE MAFÊ HÊVIYÊ JI MECLÎSÊ DERBAS BIKE’
Aslan anî ziman ku weke parlamenterên HDP’ê yên dema berê û parlamenterên DEM Partiyê di mijara Mafê Hêviyê de wan zêdeyî 100 pêşnûme qanûn pêşkêş kirine, ev pêşnûme qanûn li meclîsê ne, li Komîsyona Edaletê ne û li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan e. Aslan destnîşan kir ku desthilatdarî bêyî ku li benda komîsyonê bisekine dikare van pêşnûme qanûnan binirxîne û ji meclîsê derbas bike û got, “Vê hefteyê meclîs vedibe û eger Tirkiye bixwaze dikare Mafê Hêviyê weke pêşniyara qanûnî bixe rojevê û derbas bike.”
‘MAFÊ HÊVÎYE MAFEK E KU NABE BÊ TALOQKIRIN’
Aslan bi bîr xist ku Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş ji bo sererastkirinên qanûnî işaret bi meha Cotmehê kiriye û destnîşan kir ku ji bo guhertinan divê Mafê Hêviyê bidin pêş. Aslan got, “Mafê Hêviyê ji aliyê hiqûqî ve mafek e ku nabe bê taloqkirin. Ji aliyê siyasî ve jî rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan, misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî ne daxwaza salekê ye, daxwaza 27 salan e. Bi vê daxwazê li seranserê cîhanê bi hezaran çalakî hatin lidarxistin, nobed hatin girtin, kampanya hatin meşandin, kar û konferans hatin kirin, serlêdan pêk hatin û xebat hate meşandin. Meseleya Mafê hêviyê ji aliyê hiqûqî ve jî tiştekî welê ye ku dikare deriyê azadiyê veke. Azadiya Birêz Ocalan ku îradeya bi milyonan mirovî ye, meseleyeke welê ye ku ji aliyê polîtîk ve dewlet nikare taloq bike, nikare ji nedîtî ve bê. Şert û mercên tecrîdkirina Bİrêz Ocalan êdî ji aliyê siyasî, exlaqî, wijdanî ve gihîştiye wê astê ku dilxwazên aştî û demokrasiyê nema dikarin xwe lê rabigirin. Ji ber vê yekê jî Mafê hêviyê mecbûriyeteke hiqûqî ye, ji aliyê siyasî ve jî yek ji gavên destpêkê ye ku divê bê avêtin.”