Pêncşem, 21 Tebax 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayika Aştiyê: Di vê demê de divê em dayik bibin yek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li pêşiya Meclîsa Tirkiyeyê wesayita ‘Toros’ hate şewitandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di rojeva komîsyonê de kuştinên kiryar nediyar û windahî hene

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Beyoglûyê û 16 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Divê komîsyon rê nede şerxwazan û ji bo aştiyê hewl bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê TEBAXA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG: Milîtanê Apoyî hevrêyê me Argeş Serhed şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amed Malazgîrt: Nûreddîn Sofî şoreşgerekî piralî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê: Em dixwazin ji komîsyonê re bibin alîkar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîhan Sîncar: Divê dewlet bi lez gavên şênber biavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sê şehîd li Amed û Rihayê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê serdegirtina malan: 3 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Cezayê darvekirinê ya li Şerîfe Mihemedî hat birîn êrîşa li ser mafê jiyana jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emmeline Pankhurst: Têkoşera pêşeng a ji bo mafên jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Em ê bibin deng û nefesa Şerîfe Mûhammedî!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Mirina bi guman a jinan ji kuştina jinan zêdetir bûye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Viyan Adar: Divê jin hêza xwe ya parastinê li her derê avabike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îdîl Ûgûrlû: Jin hêmana esasî ya pêvajoya aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Albûma nû ya Awazê Çiya ‘Dara Jiyanê’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em di Festîvala Ciwanan a Şehîd Lecwan Mûnzûr de li hev dicivin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Niha dema Cegerxwîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Klîba Derwêş û Edûlê: Di evîna Kurdî de drama azadî û lehengiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji helbesta Rêber Apo ya ji bo zarokan klîba anîmasyonê hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên Şengalê bi klîba ‘Şehîdên welatê me’ hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Avakarê kesayeta nû ya Kurd: PKK
Kurdistan

Avakarê kesayeta nû ya Kurd: PKK

Endamên TEV-ÇAND'ê di salvegera 46'emîn a damezrandinê de qala Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 15 dq.
Parvekirin

Di 27’ê Mijdara 1978’an de bi pêşengtiya Rêber Apo li gundê Fîsê yê girêdayî Amedê Partiya Karkerên Kurdistan PKK ava bû. Îro PKK 46 salên xwe tijî kir û kete sala xwe ya nû. Bi boneya salvegera 46’emîn a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan(PKK) li çar parçê Kurdistan, derveyî welat pîrozbahî tên li dar xistin, peyam tên dayîn. Qadên gerîla jî yek ji van qadane ku bi coşeke mezin ev roj tê pêşwazîkirin. Bi vê boneyê gerîlayên ku endamên Tevçandê de fikir û hestên xwe yên di derbarê 27’ê Mijdarê damezrandina PKKê anîn ser ziman. Beşek ji wan gerîlayên ku ji bo me axivî ne.

Edûlê Şahîn gerîlayeke jin e û di Tevçandê de kar û xebat dide meşandin. Hê dema zaroke ji ber di malbatek welatparêz de mezin dibe rastiya Kurd û Kurdistanê, dîsa rastiya dijmin nas dike. Di temenek ciwan de jî biryar dide ku tevlî nav refên gerîla bibe.

Gerîla Edûlê ji cejna 27’ê Mijdarê coş û moraleke pir mezin girtiye û dibejê, ‘27’ê Mijdarê, weke jineke Kurd ku li ser van çiyayan tekoşîn didim meşandin xwedî girîngiyek mezin e.’ Hê di zaroktî de di ferqa wateya 27’ê mijdarê de ye. Ji ber ku malbat her qala wan rojan jibo wê kiriye. Lê rasterast tevlîbûna wê ya nav şer hesteke cûdatir tê de avakiriye.

Gerîla Edulê niha li çiyayên Kurdistanê ye û êdî li ser van çiyayan 27’ê Mijdarê pîroz dike. Edûlê diyar dike, dema însan her ku dibîne fikrên Serokatî berbelavî cîhanê bûye dikeve ferqa wê ku bi tevlîbûnê çiqas riyeke rast hilbijartiye û dibêje, ‘her ku fikrê Serok Apo yên jibo jin û azadiya jin di giştî cîhanê de belav dibe mirov wateya wê ji kûr de hîs dike. Jibo vê yekê her kêliya ku em henase digrin jibo me 27’ê Mijdarê ye. Em hewl didin bi wê hestê ve jiyan bikin û şoreşê hîs bikin.’

‘SILAVA RÊBER APO JI BO ME TÊ WATEYA HÎN ZÊDETIR KARKIRINÊ’

Gerîla Edûlê tîne ser ziman ku hem agahî û silav girtina ji Rêber Apo hem jî ji hin pêşketinên heyî kelecan girtiye û di berdewamî de dibêje, ‘silava Rêber Apo tê wateya hîn zêdetir karkirin. Dema asta tekoşînê bilind dibe, mirov dibîne ku encamên xwe jî digre. Ew silav jibo me weke mizgîniyeke herî bi wate û bi nirx bû.’ Gerîlla Edûlê baldikşîne ser rêbazên tekoşînê û çi bi nivîs, çi bi çek, çi bi hûner be, şewata tekoşînê hîskirin xwedî girîngiyeke mezin e. Dibêje, ‘mirov dixwaze bibe parçeyek vê şoreşê. Pêvajoyek wisa ye ku em bi hevalên xwe yên tunelên şer, yên ku bi rojan di çeperan de şer dikin jiyan dikin û tekoşîna xwe didin meşandin.’

‘EM Ê BIBIN LAYIQÊ BERXWEDANA HEVAL Û GELÊ XWE’

Ji bo rewşa gelê Kurd jî endama Tevçandê gerîla Edûlê Şahîn tîne ser ziman ku gelê Kurd di nav dorpêç û tecrîdeke pir girankirî de hewl dide li kêleka şervanên xwe be, bi Serokatiya xwe re azad jiyan bike û dibêje, ‘di vê wateyê de çalakiyên ku gelê me dikin pir bi wate û bi nirx in. Berxwedaniyeke topyekûn çêdibe. Mirov dixwaze bibe layiqê van berxwedanan. Ruxmê hemû êrîş û dagirkeriyan hem fîzîkî berxwedan dike hem jî di aliyê hizrî de, di aliyê çandî û hûnerî da hewl dide zimanê xwe, çanda xwe bide jiyankirin. Jibo vê jî çi ji destê mirov tê, çi bi çeka mirov be, çi bi qelema mirov be, çi bi kameraya mirov be mirov dixwaze bibe parçeyek vê. Herî kêm mirov dixwaze jiyana xwe watedartir jiyan bike.’

‘PKK TEMSÎLYETA SOSYALÎZM Û AZADIYA JINÊ DIKE’

Damezrandina PKK’ê, gundê Fîsê ji pîr û kalên xwe guhdar kiriye û bi wan çîrokan mezin bûye. PKK jibo cîhanê hêviyeke mezin dibîne û dibêje niha temsîliyeta sosyalîzmê ku jibo civakê ye PKK dike. Gerîlla Edûlê dibêje, ‘PKK temsîliyeta azadiya jin jî dike. Ji ber ku niha pirsgirêka jin, dîsa pirsgirêkên civakê ne tenê di nav Kurdan de di giştî cîhanê de tên jiyîn. Jibo wê jî hewldana me ne tenê jibo me ye, jibo giştî cîhanê ye.’

‘CIHÊ HEMÛ JINAN LI GEL JINÊN PKK’Ê YE’

Gerîla Edûlê dibêje, ‘ez dixwazim li ser wê pêvajoya ku bi şehadeta Heval Hakî destpêkir û partî ji nebûnê bû hebûn fêm bikim, li ser bihizirim û hîs bikim. Ji ber niha di nav şoreşê de gelek derfet ji nebûnê hatine avakirin. Ji wê demê heta niha serkeftinên cûda hatine bi dest xistin. Bi saya hevalên şehîd ev serkeftin çêbûne. Em jî dixwazin bibin layiqê wan pêvajoyan û wî rihî bidin jiyan kirin.’    

Gerîla Edûlê, ‘ew êş û şerên ku tên jiyan kirin destpêkê jin ji kûr ve hîs dike û jiyan dike. Jibo ev êş vala neçin û heyfa wan werê hilandin em ê tekoşîna xwe bidomînin.’ Herî dawî bal dikşîne tekoşîna jinan û dibêje, ‘jin bi tenê nîn in. Hemû jin dikarin şuna xwe li cem jinên PKKê bibînin.’ 

‘HEWLDANA MEZIN A RÊBER APO: AFIRANDINA ZÎHNIYETEKE NÛ JI BO KURDAN’

Agir Serhildan jî xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye û ew jî di nav Tevçandê de xebat dide meşandin. Bi boneya 27’ê Mijdarê ku ji bo gelê Kurd wek vejîn tê pênasekirin raman û hestên xwe bi me re parve dike. Gerîlla Agir PKKê wek avakerê kesayeta nû ya Kurd dibîne û dibêje, ‘PKK di pêvajoyek wisa de derket ku faşîzm pir bi hêz bû û berxwedan jî dihatin tepisandin. Derketina PKKê gaveke pir girîng û dîrokî ye. Divê em jî dîrokê ve bigrine dest. Hewldana Rêber Apo ya jibo avakirina Kurdekî nû û kesayetekî nû û paradîgmayeke nû hewldaneke pir mezin bû. Di şert û mercên ku dijmin parçebûn xistibû nav me de û ev parçebûn di zîhnê Kurd de jî hatibû avakirin û Kurd bûbû çar parçe  Rêber Apo ev çar parçe anîn gel hev. Ev karekî pir mezin e ku divê wek Kurd em girîngiyeke pir mezin bidinê û wateya wê baş fêm bikin.’

‘JIYANA PKK’Ê BALA CIWANÊN ROJHILAT JÎ PIR DIKIŞÎNE’

Gerîla Agir bahsa dirêjiya dîroka berxwedanê ya Kurd jî dike û dibêje, ‘çi li Rojhilat, çi li Rojava, Başûr û Bakur ferq nake, ev tekoşîn jibo hebûna me ye. Divê ev her ji despêkê ve bê fêmkirin. Li Rojhilatê Kurdistanê tecrûbeyeke me ya baş jibo şoreşan hebû lê ferqa PKKê ji wan şoreşan ew bû ku fikir û jiyaneke nû peşkeşî me kir. Ev jibo me pir balkêş bû. Beriya PKKê jî em di nav tekoşînê de bûn. Me jî dixwest sîstemeke nû avabikin lê wê bi çi rê û rêbazîba ev zelal nebû. Lê belê PKK wê hêzê da me ku em êdî dizanin divê em di pêşerojê de çi bikin, di çi riyek de biçin û armancên me çibin.’

‘PERGALA MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK BÛ BERSIVA PIRSA EM Ê ÇAWA BIJÎN’

Ji bo kesayeta nav PKKê jî vana tîne ser ziman, ‘kesayet digihîje wê astê ku xwe nas dike. Difikire û pirs dike, ez kî me û jibo çi jiyan dikim? Ev pirs pir girîng bûn ku Rêber Apo da pêşiya gelê Kurd. Kesayetek ku difikire, kesayetek ku li çavekî dîrokî li xwe meze dike, dikare li ser piyên xwe bisekine û tekoşîn dike. Ez jî di nav de ev kesayet kesayeteke ku însan hewl dide ku xwe bigihînê.’

Ev taybetmendî hiştine ku gerîla Agir PKK lêkolîn bike; PKK çiye, jibo çi avabû? Di berdewamiya axaftina xwe de gerîla Agir dibêje, ‘PKK ew hişmendiya parçecî ku dijmin di me de avakiribû bi erdê re kire yek. PKK me mecbur dikir ku em lêkolîn bikin jibo ku em wê nasbikin. Fikrekî wisa mezin me davdida ku em fêm bikin. Jibo wê jî naskirina me ya Rêber Apo di jiyana me de buyereke pir girîng bû. Dîsa cazîbeyeke mezin a pergala modernîteya demokratîk hebû jibo me. Hemû ev tiştane dihiştin ku însan xwe bigihîne vê jiyanê. Tekoşîneke 24 seat e û jibo azadiyê ye ku jibo me ji nû ve hatiye pênasekirin. Berê jibo azadiyê pênaseyek me ya cuda hebû lê niha pênaseya me hîn cudatir e, azadiyeke ku însan xwe tê de dibîne ye.’

‘HEBÛNA GERÎLAYÊN KURDISTANÊ DARBEYEKE JI BO PERGALA KAPÎTALÎST’

Gerîla Agir azadî di gerîla û di tekoşîna gerîla de dîtiye û hebûna gerîla li Kurdistanê hem jibo dijminê dagirker hem jî jibo sîstema sermayedar weke derbekê pênase dike û dibêje, ‘dema însan xwe di vê tekoşînê de dibîne, dema xwe wek gerîla hîs dike, wisa dizane ku bi salane bi van tiştan re jiyan kiriye lê ne di ferqa wê de bûye. Dema tu dibî gerîla êdî tu hîs dikî ku tu li derveyî vê sîstemê jiyan dikî. Tu dikevî nav pergalek din ku jiyan cuda ye. Maneviyatên wê jiyanê cuda ne, şêwazê danûsitandinên te cuda ye, hevaltiya te cuda ye.’

Gerîla Agir dibêje, dema însan tama vê jiyanê digre wisa hîs dike ku di vê jiyanê de xwe gihandiye qonaxeke nû û ev ne jiyana berê ye û wisa berdewam dike, ‘jiyaneke bi fikir û felsefeyeke nû ye û bi şêwazekî nû hatiye avakirin. Di pergalek wisa de em her tim di nav hewldan û tekoşînê de ne. Ev jî dibe sedem ku îro em bikaribin wek gerîlayên Kurdistanê li beramber êrîşên dijmin ên herî qirêj ku bi awayekî wahşî rojane êriş dibe ser erdnîgariya Kurdistanê, dibe ser manewiyatên Kurdistanê, dibe ser zihniyeta kesayeta Kurd li ber xwe dide û bi ser keve.’

‘HEM FÎZÎKÎ HEM JÎ DERÛNÎ, SERKETIN A GERÎLA YE’

Endamê Tevçandê gerîla Agir Serhildan dibêje, ‘serkeftin di gerîlayên Kurdistanê de hem di mile fîzîkî hem jî di milê derûnî de avabûye.’ 

Herî dawî gerîla Agir dibêje, ‘27’ê Mijdar jiyan dide, jiyan dixuluqîne, weke miriyekî ku zindî dibe. Kesayetek avakir ku êdî dimeşe, di rê de diçe, gav davêje û armancên xwe nasdike. Jibo vê ji 27’ê Mijdar jibo Kurdan cejneke  pîroz e.’

‘NASNAMEYA AZADIYA KURD: PKK’

Gerîla Delîl Demhat jî salên dûr û dirêj di ekîba Tevçandê de ye. Hem wek gerîla hem jî wek hûnermendek tekoşîna azadiya Kurdistanê dide meşandin. Demhat tîne ser ziman ku her çiqas ji ber qirkirina û bişavtina dewleta Tirk nekariye Kurdî biaxife jî, di nav PKKê de fêr bûye û jibo bi Kurdî axaftinê bi israr e.

Gerîla Delîl Demhat PKK wek partiya şehîdan pênase dike û dibêje; ‘partî nasnameya me ya azadiyê ye, nasnameya gelan e.’ Demhat tîne ser ziman ku PKK bi grubek piçûk dest pê kir, her ku çû tekoşîna xwe bilind kiriye, mezin bûye û bûye nasnameya milyonan.

‘EGER PARTÎ NEBÛYA EM JÎ TUNE DIBÛN’

Ji bo pirsa ‘gelo partî jibo we tê çi wateyê?’ dibêje; ‘PKK nasnama me ye, hebûna me nîşan dide. Ger Partî nebûna em jî tûnebûn.’ Demhat di berdewamî da qala rastiya dijmin dike ku çawa bê wîcdanî êrîş dike jibo ku gelê Kurd tûne bike û dibêje; ‘gotin ev îsyana dawî ye, lê PKK bi tekoşîna xwe, bi îradeya xwe, bi biryardariya xwe nîşan da ku mîrateya xwe ji dîroka berxwedaniyê girtiye û îro jî tekoşîna xwe bêhempa dimeşîne.’

‘EV BERXWEDANA HEYÎ LI TI CIHEKÎ DIN MÎNAKA WÊ NÎNE’

Gerîla Delîl PKK jibo gelan wek hêviyek pênase dike û dibêje bi destê gerîlayên HPG û YJA-STAR destan tên nivîsandin û mînaka vê berxwedanê li ti ciyekî dinyayê nîne. Gerilla yên ku niha li Zap û Metîna şer dikin her bi vî rihê partî û Serokatî şer dikin. Her di berdewamiya axaftina xwe de dibeje, ‘ tenê partiya me zindî maye. Vê tekoşînê xwe îspat kiriye. Her ku dagirker dixwazin PKK xilas bikin lê PKK xilas nabe.’

Yek ji endamê Tevçandê gerîla Delil Demhat dibêje; ‘em jî zarokê vî gelî ne, jibo wê jibo tekoşînê erka ku dikeve ser milê me em ê bikin.’ Kêfxweşiya xwe ya agahî girtina ji Serok Apo re jî tîne ser ziman û wisa berdewam dike; ‘Serokatî sekneke dîrokî dide meşandin. Hemû gel û gerîla jî ji vê hêz digre.’

Herî dawî Demhat tîne ser ziman ku, ‘em ê heta d awî, bi biryar vê meşaleya azadiyê bibine serkeftinê. Em ê ti car paş de gav neavêjin. Partî jibo me her tişt e. Em pir kêfxweş in ku xwediyê Serokatiyek wisa ne. Em ê teqez Rêbertiya xwe û gele xwe azad bikin.’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QENDÎL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Nûçeya Pişt re Li Wan û Şirnexê rêyên bi sedan gundan ji ber berfê hatin girtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Yekîtiya Ekolojiyê li dijî texrîbatên ekolojîk civîn lidar xist

Endamên Yekîtiya Ekolojiyê li Amedê li dijî texrîbatên ekolojîk ên ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bûyî sedem,…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 1’Ê TEBAXA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

NY: Zêdetirî nîvê avahiyên li Xezeyê hilweşiyane yan jî zirar dîtine

Navenda Dîmenên Peykê ya Neteweyên Yekbûyî (UNOSAT) li Cenevreyê ragihand ku zêdetirî nîvê avahiyên li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

HPG: Milîtanê Apoyî hevrêyê me Argeş Serhed şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Amed Malazgîrt: Nûreddîn Sofî şoreşgerekî piralî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dayika Aştiyê: Em dixwazin ji komîsyonê re bibin alîkar

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cîhan Sîncar: Divê dewlet bi lez gavên şênber biavêje

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?