În, 17 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tuncer Bakirhan serdana Nobeda Jiyanê kir 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbol û Dersimê 4 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Barzanî û Şara li Antalyayê rûniştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mereşê nerazîbûna li hemberî komkujiya li dibistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna Gulistan Doku: Waliyê berê ji kar hate dûrxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Papa nerazîbûneke tund nîşanî Trump da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo Meşa Gemlîkê ji Wanê ber bi Amedê bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniye û Koye êrişên bi droneyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xizmeta bi zimanê dayikê ji bo gihîştina gelemperî û wekheviyê pêdiviyeke neçarî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK: Guhertina Parêzgerê Kerkûkê encama peymanekê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihemed Seman ji bo Walîtiya Kerkûkê hat hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê cejnek di nav aramiya biharê û coşa hebûnê de

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Li dijî êrişên mêr ê serwer, em bi ruhê seferberiyê tevlî têkoşîna parastinê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Min Sakîne nû fêhm kir’: Hevpeyvîna dawî ya bi Zeynep Cansiz re hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan: ‘Qetlîamên jinan siyasî ne, bila rastî werin ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê Îran rêbazên çareseriya demokratîk esas bigire’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Di 19’ê Nîsanê em li Gemlîkê li hev bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê jinek hate kuştin, keça wê bi giranî birîndar bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li Bazîdê civîna 8’ê Adarê hate lidarxistin
Jin

Li Bazîdê civîna 8’ê Adarê hate lidarxistin

TJA’yê di çarçoveya bernameyên 8’ê Adarê de li navçeya Bazîd a Agiriyê civîn lidar xist.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Adar 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya bernameyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bi şiara “Bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihonin” li navçeya Bazîda Agiriyê civîna jinan pêk anî. Civîn li Parka Şaredariyê ya Kevin hat darxistin û aktîvîstên TJA’yê Gultan Kışanak, Zekiye Îlbasan, Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî û gelek jin tevlî bûn.

Jin bi cil û bergên neteweyî tevlî civînê bûn û alên TJA’yê û yên li ser “Jin, jiyan, azadî” dinivîsî rakirin. Jin ji avahiya DEM Partiyê ya Bazîdê heta qada civînê bi pankarta “Bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihonin” meşiyan. Li cihê civînê dovîzên “Em di jiyana azad û wekhev de bi biryar in”, “Berxwedana jinên ciwan deng daye qadên azad” û “Bi rihê hevaltiya komûnalîst Rêbertiya xwe azad bikin” hatin hilgirtin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir û piştre aktîvîsta TJA’yê Zekiye Îlbasan axivî. Zekiye Îlbasan bal kişand ser neheviya jin û mêr û girîngiya dîrokî ya 8’ê Adarê. Zekiye Îlbasan diyar kir ku divê jin xwedî li keda xwe ya hatiye dizîn derkevin û got: “Ji bo keda me diyar bibe divê qanûn derkevin. Em ê ji bo vê têkoşîna xwe bidomînin. Jinên ku li dijî DAÎŞ’ê têkoşiyan, bi zîhniyeta mêr têne qetilkirin. Ev ne qetilkirinek ji rêzê ye. Bedena jinê ji qata çaremîn tê avêtin, porê jinê tê birîn. Ev nîşaneya tirsa ji jinê ye. Çi dikin bila bikin, jin dê di her qadê de berxwedana xwe bidomînin. Êrîşî paradîgmaya azadiya jinê ya Birêz Ocalan dikin. Ev paradîgma ji dinyayê re bû mînak. Ji ber ku jin beşa herî kedkar a civakê ne, herî zêde êrîşî jinan dikin. Çi dikin bila bikin, nikarin dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibirin. Bila her jin bawerî bi xwe bîne. Bi gulekê bihar nayê, lê gul biharê diafirînin. Em ê bi Sarayan, Nagîhanan û Sema Yûceyan biharê bînin.”

Piştre Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî axivî. Bahçecî diyar kir ku her qad hatiye “mêrkirin” û qad ji jinan re nehatiye hiştin. Bahçecî got: “Ji bo avakirina ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ em ê bi dengê jinê di her qadê de bin. Paradîgmaya Birêz Ocalan dibêje ku ji bo azadiya civakê divê pêşî jin azad bibe. Ji ber wê divê jin di her qadê de dengê xwe bilind bikin. Ji vir silav ji Îmraliyê re. Salek ser banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku Birêz Ocalan di 27’ê Sibatê de ragihandibû, derbas bû. Em salekê ye ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşin. Heta jin werin qetilkirin em nikarin behsa maf, hiqûq û azadiyê bikin. Em zîhniyeta ku bi hişmendiya DAÎŞ’ê jinan qetil dike şermezar dikin. Em Sara, Nagîhan, Arîn Mîrxan û hemû jinên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Rêya wan dê bibe ronahiya me. Em paradîgmaya Rojava diparêzin.”

Herî dawî Gultan Kişanak axivî û got: “8’ê Adarê roja yekîtî û piştgiriyê ye. Îro Rojhilata Navîn a nû tê avakirin. Kurd jî dê êdî bi ziman, nasname, çand û îradeya xwe cihê xwe bigirin. Pêşengiya vê jin û gelê me dikin. Heta gelê min azad nebe ez jî azad nabim. Azadiya jinê ne tenê şîarek e, heqîqetek e. Dayikên me azarên herî giran kişandin. Di serma û berfê de bi agirê dilê xwe li qadan bûn. Deynê me ji van dayikan re heye. Deynê me yê aştîyê ji dayikan re heye. Ji ber wê, li mal rûniştin ji Kurdan re heram e. Kes li cihê xwe rûniştî maf nade kesî. Em ê bixebitin, deriyên girtîgehan vekin û qanûnên azadiyê derxin. Her kes divê xwe berpirsiyar û fermandar bibîne. Fermandarê aştî û civaka demokratîk hûn in.”

Piştî axaftinan hunermend Baran Bozyel derket ser dikê. Civîna jinan bi stranan û gerandina govendê bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AGIRÎ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê QSD: Hevrêyên me Diyar û Şervan di şerê rûmet û hebûnê de şehîd bûn
Nûçeya Pişt re Dorpêça li ser Kobanê 41 roj li pey xwe hişt
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Divê em hîn bêhtir ji bo zimanê xwe têbikoşin’

Şoreşa ziman li gorî tê zanîn B.Z. pêncî hezar sal dest pê kiriye û piştre…

Ji aliyê Stêrk TV

Hikumeta veguhêz rêya Heleb-Reqayê girt

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rêya Heleb-Reqayê ya li nêzî Dêr Hafirê girt.

Ji aliyê Stêrk TV

Ji ber êrişa li ber Konsolosxaneya Îsraîlê 10 kes hatin binçavkirin

Ji ber êrîşa çekdarî ya li Beşîktaş a Stenbolê, li Stenbol û Kocaeliyê bi ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Dersimê daxuyanî: Jin wê hesabê ji kujeran bipirsin!

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KJK: Li dijî êrişên mêr ê serwer, em bi ruhê seferberiyê tevlî têkoşîna parastinê bibin!

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Min Sakîne nû fêhm kir’: Hevpeyvîna dawî ya bi Zeynep Cansiz re hate weşandin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Rêxistinên jinan: ‘Qetlîamên jinan siyasî ne, bila rastî werin ronîkirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?