Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya bernameyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bi şiara “Bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihonin” li navçeya Bazîda Agiriyê civîna jinan pêk anî. Civîn li Parka Şaredariyê ya Kevin hat darxistin û aktîvîstên TJA’yê Gultan Kışanak, Zekiye Îlbasan, Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî û gelek jin tevlî bûn.
Jin bi cil û bergên neteweyî tevlî civînê bûn û alên TJA’yê û yên li ser “Jin, jiyan, azadî” dinivîsî rakirin. Jin ji avahiya DEM Partiyê ya Bazîdê heta qada civînê bi pankarta “Bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihonin” meşiyan. Li cihê civînê dovîzên “Em di jiyana azad û wekhev de bi biryar in”, “Berxwedana jinên ciwan deng daye qadên azad” û “Bi rihê hevaltiya komûnalîst Rêbertiya xwe azad bikin” hatin hilgirtin.
Civîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir û piştre aktîvîsta TJA’yê Zekiye Îlbasan axivî. Zekiye Îlbasan bal kişand ser neheviya jin û mêr û girîngiya dîrokî ya 8’ê Adarê. Zekiye Îlbasan diyar kir ku divê jin xwedî li keda xwe ya hatiye dizîn derkevin û got: “Ji bo keda me diyar bibe divê qanûn derkevin. Em ê ji bo vê têkoşîna xwe bidomînin. Jinên ku li dijî DAÎŞ’ê têkoşiyan, bi zîhniyeta mêr têne qetilkirin. Ev ne qetilkirinek ji rêzê ye. Bedena jinê ji qata çaremîn tê avêtin, porê jinê tê birîn. Ev nîşaneya tirsa ji jinê ye. Çi dikin bila bikin, jin dê di her qadê de berxwedana xwe bidomînin. Êrîşî paradîgmaya azadiya jinê ya Birêz Ocalan dikin. Ev paradîgma ji dinyayê re bû mînak. Ji ber ku jin beşa herî kedkar a civakê ne, herî zêde êrîşî jinan dikin. Çi dikin bila bikin, nikarin dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibirin. Bila her jin bawerî bi xwe bîne. Bi gulekê bihar nayê, lê gul biharê diafirînin. Em ê bi Sarayan, Nagîhanan û Sema Yûceyan biharê bînin.”
Piştre Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî axivî. Bahçecî diyar kir ku her qad hatiye “mêrkirin” û qad ji jinan re nehatiye hiştin. Bahçecî got: “Ji bo avakirina ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ em ê bi dengê jinê di her qadê de bin. Paradîgmaya Birêz Ocalan dibêje ku ji bo azadiya civakê divê pêşî jin azad bibe. Ji ber wê divê jin di her qadê de dengê xwe bilind bikin. Ji vir silav ji Îmraliyê re. Salek ser banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku Birêz Ocalan di 27’ê Sibatê de ragihandibû, derbas bû. Em salekê ye ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşin. Heta jin werin qetilkirin em nikarin behsa maf, hiqûq û azadiyê bikin. Em zîhniyeta ku bi hişmendiya DAÎŞ’ê jinan qetil dike şermezar dikin. Em Sara, Nagîhan, Arîn Mîrxan û hemû jinên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Rêya wan dê bibe ronahiya me. Em paradîgmaya Rojava diparêzin.”
Herî dawî Gultan Kişanak axivî û got: “8’ê Adarê roja yekîtî û piştgiriyê ye. Îro Rojhilata Navîn a nû tê avakirin. Kurd jî dê êdî bi ziman, nasname, çand û îradeya xwe cihê xwe bigirin. Pêşengiya vê jin û gelê me dikin. Heta gelê min azad nebe ez jî azad nabim. Azadiya jinê ne tenê şîarek e, heqîqetek e. Dayikên me azarên herî giran kişandin. Di serma û berfê de bi agirê dilê xwe li qadan bûn. Deynê me ji van dayikan re heye. Deynê me yê aştîyê ji dayikan re heye. Ji ber wê, li mal rûniştin ji Kurdan re heram e. Kes li cihê xwe rûniştî maf nade kesî. Em ê bixebitin, deriyên girtîgehan vekin û qanûnên azadiyê derxin. Her kes divê xwe berpirsiyar û fermandar bibîne. Fermandarê aştî û civaka demokratîk hûn in.”
Piştî axaftinan hunermend Baran Bozyel derket ser dikê. Civîna jinan bi stranan û gerandina govendê bi dawî bû.

