Çarşem, 21 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    TUHAD-DER: Di sê mehên dawî de herî kêm berdana 90 girtiyan hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Macron nerazîbûn nîşanî Trump û Netanyahu da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Fîlozof Spivak ji Rêber Apo re: ‘We rêya hebûna demokratîk pêşniyar kir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bîra Konseya Ewropayê hate xistin. Biryara DMME’yê 12 sal in bi cih nayê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gamze Çakan: Bêdengbûna çekan têr nake, divê jiyaneke azad bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Camci: Divê ji bo têkoşîna bi xizaniyê re ‘Komuna Bajêr’ were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HANA: Rejîma Îranê Kurdan direvîne û winda dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê bang li Îranê kir: Aqûbeta Xalid Berzincî diyar bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Bersiva pêwîst ji Muxafizên Şoreşê yên Îranê re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran di navbera Başûr û Rojhilat de dîwar lê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser Herêma Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Şoreşa Rojava berhema şehîdan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Efrîkaya Başûr bertek nîşanî cezayê darvekirinê ya ji bo Werîşe Muradî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmanî û Qoserê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Nobeda Jin, Edalet û Bîrê de işaert bi doza destavêtinê ya li Sêweregê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nîqaşên entegrasyonê de YPJ weke hêzeke xweser cih digire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên Kurdistanê daxwaza rawestandina darvekirinê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elîf Kaya: Divê Jineolojî xwe bigihîne jiyana her kesî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Avci: Dema ku dibêje ‘Divê bê kirin’ êdî qediya ye
Rojane

Avci: Dema ku dibêje ‘Divê bê kirin’ êdî qediya ye

Mûstafa Avci yê DEM Partiyê got, di vê demê de divê şaredarî û saziyên din yekser bi berpirsyariyê rabin û destnîşan kir ku dema axaftina weke şexsê sêyemîn qediya ye. Avci got, "Gotina 'Divê bê kirin' rast nîne."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Îlon 2026 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de rola rêveberiyên xwecihî yên li bajarên Kurdan weke qadeke ku xwedî kapasîteya rêvebirina xwe bi xwe ye, jinûve tê nîqaşkirin. Endamê Koordînasyona Rêveberiya Xwecihî ya DEM Partiyê Mûstafa Avci rola rêveberiyên xwecihî ya di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de nirxand.

Avci bal kişand ser rewşa rêveberiyên xwecihî di nava sîstema heyî de û anî ziman ku rêveberiya navendî şaredariyan weke şaxên xwe yên jêrîn dibîne. Avci got, tê xwestin ku çavkaniyên xwecihî li gorî pêwîstiyên navendî bêne bikaranîn û destnîşan kir ku afirandina feraseta rêveberiya xwecihî ya alternatîf li hemberî vê ferasetê ye.

Avci ragihand ku polîtîkaya qeyûm a ji sala 2016’an û vir ve tê meşandin encamek ji vê ferasetê ye û bi bîr xist ku li şûna rêveberiyên xwecihî yên hilbijartî walî, alîkarên walî û qeymeqam hatin wezîfedarkirin. Avci got “Bi nêzîkatiya ‘Madem hûn van çavkaniyên xwecihî ji bo me bi kar nînin, sefer nakin, wê demê em ê jî we dînin aliyekî’ ferasetek hate afirandin. Bi kiryarên rejîma qeyûm re li bajaran walî, alîkarên waliyan, li navçeyan jî qeymeqam têne wezîfedarkirin.”

Mûstafa Avci li ber wê pênaseyê rabû ku feraseta rêveberiyên xwecihî tenê weke dewrwergirtina rêveberiyên şaredariyan dibîne û diyar kir ku şîrovekirina gotina “Şaredarî yên me ne” weke feraseteke şaredariyê ya li derveyî mewzûat û qanûnan şaş e. Avci got, “Şaredarî yên me nîne. Ji bo şaredarî bibe yên me divê mewzûat û qanûna wan şaredariyan ji aliyê me ve bê amadekirin. Dawiya dawî saziyên sîstemê ne. Em rêveberiya wê dewr werdigirin.”

Avci anî ziman ku piştî dewrgirtina rêveberiyê divê çavkaniyên xwecihî ji bo berjewendiyên gel, bajar û şêniyên bajêr bêne bikaranîn û destnîşan kir ku şaredarîvaniya civakîparêz, gelparêz û civakî divê li ser vê bingehê bê nirxandin.

‘DEMOKRASÎ TENÊ BI HILBIJARTINÊ NABE’

Endamê Koordînasyona Rêveberiya Xwecihî ya DEM Partiyê Mûstafa Avci ragihand ku demokrasiya xwecihî tenê ji hilbijartinan pêk nayê, divê gel yekser beşdarî nava pêvajoyên biryardanê bibe û got, “Tenê bi dengdana di hilbijartinê de nikare bê gotin ‘ez îradeya xwe nîşan didim, îradeya xwe bi pêş dixînim’. Di feraseta me ya şaredarîvaniya alternatîf a me de nuqteya esasî ew e ku demokrasiyê li nava civakê belav bike, bide fêhmkirin û bixe pratîkê.”

Avci anî ziman ku demokrasiya tevlîkar divê di her qonaxên biryardan, plansazî, bicihanîn û kontrolkirinê de bikeve meriyetê û got, li gorî qanûnên heyî ev yek nepêkan e.

‘EM BI GEL BI RÊ VE BIBIN’

Mûstafa Avci ragihand ku li ser bingeha feraseta şaredarîvaniya alternatîf de divê gel beşdarî her asta rêveberiya xwecihî bibe û got, “Em bi gel re bi rê ve bibin, bi gel re biryarê bidin, bi gel plan bikin, bi gel bi cih bînin. Her çi kar bê kirin, her xizmetê bi gel kontrol bikin.”

Avci diyar kir ku ku ev feraset divê tenê bi mekanîzmayên li nava şaredariyê nemîne û got, rêveberiyên xwecihî dikarin pêşengiyuê ji pêşvebirina rêxistinên piştevaniyê, kooperatîf û rêxistinên cuda yên civakî yên li taxan bike. Avci anî ziman ku pratîka heyî dûrî vê ferasetê ye.

‘CIVAKA KU TÊRA XWE DIKE’

Li ser paşeroja li bajarên Kurdan Avci destnîşan kir ku armanca wan ew e ku girêdan û neçariya civakê ya bi piştgiriya derve bi dawî bike û diyar kir ku dema dawî civak ji aliyê aborî û civakî ve hate “hewcedar”kirin.

Avci got, “Divê civak bigihêje wê astê ku bêyî li benda hêzeke derve bimîne karibe têra xwe bike” û anî ziman ku ev armanc jî bi jinûve zindîkirina çanda hilberîna hevpar û piştevaniya civakî dibe.

‘DIVÊ EM KOÇBERIYA JI GUNDAN BER BI BAJÊR VE BEREVAJÎ BIKIN’

Ji rêveberên DEM Partiyê Mûstafa Avci ragihand ku yek ji sedemên girîng ên zêdebûna nifûsa heyî ya li bajarên Kurdan koça ji qadên bejahî ye û got, şewitandin û valakirina gundan, qedexeya zozanan û bilindbûna maliyeta hilberîna çandiniyê ya piştre şêniyên li qada bejahiyê ji hilberînê qut kir.

Avci diyar kir ku nifûsa ji hilberînê qut bû berê xwe da bajaran û bi bîr xist ku mirovên nekarî kar peyda bikin ji neçarî berê xwe dan alîkariya civakî, kredî û karên ne ewle.

Avci ragihand ku binesaziya heyî ya bajaran êdî nikare nifûsa heyî rake û got, ji ber vê yekê divê mercên jiyanê yên navbera qadên bejahî û bajaran ji aliyê şaredariyan ve jinûve bê nirxandin.

Mûstafa Avci got, “Beriya her tiştî divê koçberî bê rawestandin, ew valahiya navbera jiyana bajêr û jiyana bejahiyê bê dagirtin. Divê jiyana li qadên bejahiyê ji ya li bajaran hîn bêhtir balê bikişîne. Ji bo vê jî girîng e şaredarî projeyan hilberîne. Çavkaniya mirovan ava bike û budçeyê veqetîne. Girîng e ev hemû jî ji bo wê yekê bêne kirin ku gel jinûve xwe bigihîne xak û zozanên xwe.”

‘PIŞTÎ 27’Ê SIBATÊ JI BO RÊXISTINIYA CIVAKÎ QAD HATE VEKIRIN’

Avci anî ziman ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku 27’ê Sibata 2025’an Rêber Apo da destpêkirin, ji vî alî ve firsend afirandiye û got, ev pêvajo divê ne tenê weke hevdîtinên navbera aktorên siyasî, lê ji bo pêşvebirina rêxistiniya civakê bi xwe bê nirxandin.

Avci got, “27’ê Sibatê ji bo rêxistiniya civakî qadeke bêhempa afirand. Lê belê di ser re nêzî 2 sal derbas bûn. Me hîn jî nekarîne wan derfetan bi kar bînin. Divê ev yek bi eşkere û şênberî bê gotin. Ev yek ji bo hemû saziyên me cihê xwerexnekirinê ye. Şaredariyên me jî piştî 27’ê Sibaetê dikarîbûn hîn çalak bibin. Ji bo avakirina civakeke ku têra xwe dike, dikarîbû pêşengÎ ji rêxistiniya civakî re bikira.”

Avci got, têkildarî şaredariya alternatîf kar tê kirin, lê belê ev kar ne di asta pêvajoya nû de ye û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Ne ku tiştek nehatiye kirin. Em xwedî feraseteke şaredariya alternatîf in. Hevalên me kedeke mezin didin. Projeyên cidî hene. Lê belê têrker nîne. Rewşeke welê nîne ku paralelî pêvajoyê dimeşe. Rexneya min li vê nuqteyê ye.”

‘SISTBÛN DIVÊ NEBE’

Mûstafa Avci anî ziman ku bêyî li benda derfetên piştî 27’ê Sibatê bê rawestandin, divê rêxistinbûna yekser û mijara kar bi cih were anîn. Avci diyar kir ku di serî de şaredarî divê hemû sazî di pêvajoyê de bi berprisyariya xwe rabin û destnîşan kir ku bangên giştî yên bi rengê ‘divê were kirin’ êdî têrê nakin.

Avci got, “Pratîkên berê bi taybetî sistbûneke bi vî rengî bi xwe re anî. Em naxwazin ku di vê demê de heman sistbûn rû bide. Lewma divê her kes bi berpirsyariya xwe rabe. Ji ber vê jî girîng e ev pêvajo baş bê nirxandin. Di avakirina civakeke ku têra xwe dike, di serî de şaredarî û hevalên me yên hilbijartî divê saziyên me yên din hemû bi rengekî topyekûn di vê pêvajoyê de li gorî berpirsyariyên xwe bi roleke çalak rabin.”

Avci li ber pênasekirina pêvajoyê li ser şexsê sêyemîn rabû û got, divê sazî pratîkeke civakî û siyasî nîşan bidin ku yekser bi berpirsyariyê radibe.

Mûstafa Avci got, “Ew dem qediya ye ku weke şexsê sêyemîn axaftin tê kirin. Gotina ‘Divê were kirin’ rast nîne. Di vê mijarê de piştî 27’ê Sibatê berpirsyariya me ev e. Têkildarî vê, ji bo avakirina Aştî û Civaka Demokratîk projeya me ev e. Divê were gotin, em bi cih tînin, em bicihanînê dewam dikin. Di vê mijarê de girîng e ziman bê guhertin.”

Endamê Koordînasyona Rêveberiya Xwecihî ya DEM Partiyê Mûstafa Avci destnîşan kir ku têkoşîn neqediya ye, rê û rêbazên têkoşînê guheriye û ji bo birêxistinkirina têkoşîna siyasî demokratîk bang kir. Avci got, “Rê û rêbazên têkoşînê guherî, lê belê têkoşîn neqediya ye. Di têkoşîna siyasî demokratîk de kes wê mafê me pêşkêşî me neke, em ê bi têkoşîn, rêxistinbûyînê wî mafî bi dest bixin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Berdevka YPJ’ê: Rizgarkirina jinên dîlgirtî wezîfeyeke mirovî û exlaqî ye
Nûçeya Pişt re Nivîskara femînîst Robin Morgan koça dawî kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Sorxwîn Avesta: Di vê pêvajoyê de em ê erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin

Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Sorxwîn Avesta ragihand ku li hemberî lîstikên qirêj ên…

Ji aliyê Stêrk TV

Doza Dayikên Şemiyê taloqî 4’ê Cotmehê hat kirin

Danişîna Doza Dayikên Şemiyê ku tevî biryara Destûra Bingehîn jî çalakiyên wan tên astengkirin, ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Balafirên şer bombe li gundekî Kobanê barandin

Balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li gundekî Kobanê barandin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

HANA: Rejîma Îranê Kurdan direvîne û winda dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK’ê bang li Îranê kir: Aqûbeta Xalid Berzincî diyar bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

TUHAD-DER: Di sê mehên dawî de herî kêm berdana 90 girtiyan hate taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Îtalyayê çalakiyên protestoyî mezin dibin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?