Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Cîhan Aydin, rapora ku ji hêla ‘Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Millî” ve têkildarê pirsgirêka Kurd amade kiriye, bi berfirehî rexne kir. Aydin, di raporê de nebinavkirina pirsgirêka Kurd bi rengekî zelal û her wiha pirsgirêkê di bin sernavên weke “terorîzm” an jî “ewlehiyê” de girtina dest, wekî astengiyek cidî di warê dîtina çareseriyekê de nirxand.
Aydin destnîşan kir ku ev pirsgirêk pirsgirêka nasname, hemwelatîbûn û wekheviyê ye û diyar kir ku çarçoveya ewlehiyê rêyên çareseriyê teng dike. Aydin got, “Heke hûn li pirsgirêkê wekî pirsgirêkek ‘terorîzmê’ binêrin, dibe ku mirov bigihîje wê encamê ku ‘terorîzm bi dawî bûye, çek hatine danîn, ji ber vê yekê pirsgirêk çareser bûye.’ Lê belê, her kes dizane ku ev meseleya nasname û wekheviyê ye.”
Aydin da xuyakirin ku kêmasiya herî mezin a raporê ew e ku di derbarê rûbirûbûn û edaleta derbasbûyî de ti pêşniyarek tê de tune ye û got ku heta bi kuştinên nediyar, valakirina gundan û koçberkirina bi darê zorê û înfazên bêdaraz re rûbirûbûn çênebe, çareseriyek mayînde ne mimkûn e.
Aydin got, “Rûbirûbûn û hesabdayîn ji bo çareseriya şer rêgezên herî xurt in. Heta ku pêvajoyên rûbirûbûn, heqîqet û sererastkirin neyên kirin, em nikarin behsa pêvajoyek aştiyê ya berfireh bikin.”
Aydin her wiha di raporê de azadiya derbirînê, azadiya çapemeniyê û bicîhanîna biryarên DMME’yê û Dadgeha Destûrî wekî “şert” pêşkêşkirin jî rexne kir. Aydin, bi bîr xist ku ev maf jixwe bi destûrî hatine misogerkirin û got, “Ji bo demokratîkbûnê ev gav ne qencî ne. Maf û azadiyên bingehîn nikarin wekî şertek pêvajoyê werin nîşandan.”
Cîhan Aydin diyar kir ku pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê serxwebûna dadweriyê ye û got ku pirsgirêkên heyî bi piranî ji pêkanînê derdikevin holê.
Aydin, her wiha li dijî wê yekê derket ku mafê hêviyê bibe mijarek bazariyê û destnîşan kir ku ew mafek bingehîn ji bo hemû girtiyan e. Aydin got, “Mafê hêviyê nabe bibe mijara bazariyê.”
Aydin diyar kir ku pergala qeyûm ji rêziknameyên qanûnî yên piştî 15’ê Tîrmehê hatine çêkirin derdikeve û bi guhertinek piçûk a qanûnî dikare were çareser kirin.
Aydin di dawiyê de diyar kir ku pêvajoya çareseriyê divê tenê ji aktorên siyasî re neyê hiştin û girîng e ku mekanîzmayek “çavê sêyemîn” a serbixwe bi tevlîbûna çalak a civaka sivîl û derdorên akademîk were avakirin.

