Rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî: Projeya Piştgiriya Dadgehên Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TLSP), Komeleya Hiqûqnasên Ewropî ji bo Demokrasî û Mafên Mirovan a Cîhanê (ELDH), Komeleya Demokrasî û Hiqûqa Navneteweyî e.V. (MAF-DAD), û Koma Hiqûqê ya Londonê (LLG) der barê bicîhanîna biryarên DMME’yê yên li gorî xala 9.2’an ji bo Koma Doza Gurban ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re nêrînek hiqûqî pêşkêş kirin.
Nêrîna hiqûqî li ser malpera Komîteya Wezîran hate weşandin. Dîrektora TLSP’ê ya Tirkiyeyê, Parêzer Ayşe Bîngol Demîr, ku di amadekirina danezana hiqûqî de cih girt, li ser pêvajoya amadekirina danezanê bi taybetî ‘Mafê Hêviyê’ ji ajansa me re axivî.
Ayşe Bîngol Demîr, diyar kir ku ew li dijî krîza mirovahiyê ya hiqûqê têdikoş in û got, “Li welêt krîzeke kûr a mafên mirovan, serweriya hiqûqê û demokrasiyê hene. Ev krîz xwedî aliyek sistematîk, siyasî, hiqûqî û civakî ne. Ne bi cih anîna biryarên DMME’yê li Tirkiyeyê asta binpêkirinan diyar dike. Ev biryar nexşeyek ji pirsgirêkên sîstemîk ên li Tirkiyeyê pêşkêşî me dikin. Bi taybetî biryarên koma Gurban, di derbarê cezayên girankirî yên heta hetayê de qadeke girîng in.”
Ayşe Bîngol, da zanîn ku ew weke TLSP’ê, beşek girîng ji xebata xwe ji bo pêvajoya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê vediqetînin ku pêkanîna biryarên DMME’yê li Tirkiyeyê dişopîne û wiha dom kir, “Bê guman, pêvajoyên qanûnî yên derbarê binpêkirinên mafên mirovan ên berdewam li Tirkiyeyê (Dadgeha Destûrî, NY, DMME) girîng in, lê pêkanîna biryarên berê hatine dayîn û encamdayî jî girîng e. Dema ku em bi taybetî li biryarên siyasî yên salên 1990 û 2000’an dinêrin, em dibînin ku ew bi awayekî sîstematîk nehatine bicîhanîn. Ev biryar nexşeyek binpêkirinên mafên mirovan û pirsgirêkên bingehîn ên sîstemîk li Tirkiyeyê pêşkêşî me dikin.
Di derbarê binpêkirina mafê azadiya kesane û ewlehiya kesane, azadiya ramanê, mafê meclîsa aştiyane û azadiya rêxistinbûnê de gelek biryarên DMME’yê hene. Ev biryar hê jî li benda bicih anînê ne. Biryarên koma Gurbanê bi vî rengî ne. Biryarên yekemîn a Ocalan-2 di sala 2014’an de ji aliyê DMME’yê ve hat dayîn, piştre biryarên din. Lê tevî ku 11 sal bihurîn jî, Tirkiyeyê erkên xwe bi cih neaniye. Ev kom tenê bi çar serlêderan ve ne sînordar e. Li gorî analîzên civaka sivîl, ew bandorê li zêdetirî 4 hezar girtiyan dike.
Pirsgirêk li Tirkiyeyê ew e ku mafê berdana bi şert an hêviyê ji van mehkûman re nayê dayîn. DMME, dibêje ku ev yek xala 3-an a DMME’yê binpê dike, ango divê kesek ku cezayê hepsa heta hetayê lê hatiye birîn mafê wî hebe ku piştî demek diyarkirî daxwaza kêmkirina cezayê xwe an berdanê bike. Tirkiye vê yekê nas nake. Komîteya Wezîran jî venêrîna vê mijarê dike; civîna sêyemîn dê di meha Îlonê de, ji bo heyama piştî 2021 û 2024’an, were lidarxistin.”
Ayşe Bîngol Demîr, da xuyakirin ku TLSP’ê û rêxistinên din ên civaka sivîl di pêşkêşkirina danezanê ji Komîteya Wezîran re li ser du mijarên sereke sekinîn û wiha reva kir, “Ya yekem, pîvan û sîstema ku dê cezayên heta hetayê li gorî Peymanê bi cih bîne misogser bike. Ya duyemîn, analîzkirina mînakên pratîkên baş ên li welatên Ewropayê.”
Ayşe Bîngol, Slovakya, Lîtvanya û Fransa wekî mînakên pratîkên baş destnîşan kir û got, “Li van welatan, mafê hêviyê piştî ku ceza tê dayîn tê naskirin û ji bo her kesî pîvanên objektîf hatine danîn.” Ayşe Bîngol her wiha Îtalya, Hollanda û Macaristan wekî mînakên ji bo rexneyan vekirî nîşan da.
Ayşe Bîngol, diyar kir ku plana çalakiyê ya ku Tirkiyeyê pêşkêşî Komîteya Wezîran kiriye ne têrker e û got, “Plan dibêje ku sîstema bingehîn ji bo cezayên muebbetê berdana şertî peyda dike, lê ew mekanîzmayek rastîn û bicîhanîn wekî ku me pêşniyar kir nagire nav xwe.”
Ayşe Bîngol Demîr, destnîşan kir ku divê Komîteya Wezîran venêrîna xwe li ser vê mijarê bi awayekî şidandî û bi bandortir bike û got, “Me ev yek rasterast bi rêya danezana xwe ragihand. Em vê yekê ji bo Tirkiyeyê pir zelal dibînin: pêdivî bi reformên cidî heye, bi taybetî di derbarê Qanûna Înfaza Cezayê û Qanûna Dijî Terorê de. Divê guhertinên qanûnî werin kirin, divê mekanîzma bi rêya rêziknameyan werin avakirin û divê pergal li gorî standardên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û pîvanên DMME’yê were meşandin.
Niha, ji bo komên din ên mehkûman lijneyên nirxandina berdana bi şert hene, lê ev lijne bi giranî xelet in. Pêkhate, endametî, kar û biryarên wan pir keyfî ne û ti misogeriya qanûnî nadin. Mekanîzmaya ku ji bo koma Gurban hatiye damezrandin divê wan nexe bin vê pergalê. Reform hewceyê sererastkirinek e ku van lijneyan jî di nav xwe de digire.
Rêxistinên civaka sivîl û tevgera siyasî ya Kurd li Tirkiyeyê vê mijarê di rojevê de digirin; divê ev hewl berdewam bike. Pêvajoya diyalogê mafê hêviyê bi zelalî anî pêş. Civaka sivîl, parêzer û mehkûmên ku di bin bandora vê rejîmê de ne bi salan e ji bo vê yekê têdikoşin. Di bin van şert û mercan de, rastiya ku ev di rojevê de ye destketiyek girîng e û divê ev pêvajo berdewam bike.”