Çarşem, 3 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bi girseyî serdana şîna şehîd Serhat Korkmaz hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tedawiya rojnamevan Huseyîn Aykol berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Erdogan daxuyaniya têkildarî pêvajoyê: Em xwedî heman îradeya sala 2005’an e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Profesor Sumantra Bose ji bo nirxandina ‘kêliya hêviyê’ bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Ev pêvajo pêvajoyeke avakirinê ya bi hevgirtineke berfireh a civakî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di bîranîna Ozgur Ulkeyê de banga ji bo ‘heqîqet’ û ‘aştiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hêzên Îranê jineke Kurd binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Çavdêriya Darayî li Herêma Kurdistanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ’ê şehîd Aryen Arê û Êrîş Berxwedan bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Loqman Hesen: Birêz Ocalan muxatabê aştiyê û nûnerê meseleya Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPJ û Navenda Metro êrişa hêzên PDK’ê ya li hemberî rojnamevanan şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ: Em şehîdên fedayî yên têkoşîna 2022’yan bi rêzdarî bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Komunên jinên Kurd li Elmanyayê kampa sê rojan li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Suryan: Jin wê mîrateya me ya çandî bigihînin paşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Kanûnê ya rojnameya Newaya Jin hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevrêya timî ava dike, diafirîne: Şîlan Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê meşa li dijî tundiya li ser jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên Îranê yên li ser jinên girtî didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya hûnermend Rotînda derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ayşegul Dogan: Desthilatdariyeke ku ji govendê û strana Kurdî ditirse, heye
Rojane

Ayşegul Dogan: Desthilatdariyeke ku ji govendê û strana Kurdî ditirse, heye

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ji govend û strana Kurdî jî ditirse û got: “Desthilatdariya heyî êdî dijminahiya xwe ya li hemberî Kurdan, venaşêre.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Tebax 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, têkildarî geşedanên dawî yên li Tirkiyeyê li Navenda Giştî ya DEM Partiyê axivî. Ayşegul Dogan ewil berteka xwe ya li dijî tundiya li ser ziman û çandê anî ziman û wiha got: “Ji ber tundiya li ser ziman, huner û çanda kurdî ez ê bi kurdî dest pê bikim. Rewşên awarte hin caran daxuyaniyên awarte tîne rojevê. Lê  li Tirkiyeyê her tim rewşa awarte heye.”

Ayşegul Dogan, li ser sedema rewşa Rewşa Awarte rawestiya û wiha got: “Hûn jî dişopînin. Tundî êdî ji kolanê derbasî meclisê û ji meclîsê derbasî kolan bûye. Ji girtîgehan derbasî salonên dawete bûye. Dixwazin tundiyê bikin parçeyekî jiyanê û ji rêzê. Dixwazin li dijî tundiyê îtîraz neyên kirin û lehengan ava bikin. Desthilat dixwaze tundiyê li hemû qadên jiyanê belav bike û hebûna xwe li ser tundiyê ava bike. Vê çawa çêdike. Bi rageşî, nijadperestî, berberiyê pêş dixe. Berberî û rikberiyê zindî dike. Senaryoyan ava dike. Li ser elewiyan, ermeniyan, karker, rojnameger, jinan û pîşeyên din pêş dixe. Li diji hemû kesên ku muxalefetê dike, tundiyê pêk tîne. Mudaxaleyî govendan dike. Nivîsên ‘Pêşî Peya’ şev nîvê şevê mesai dikin û jê dibin.”

Ayşegul Dogan bal kişand ser dijminantiya desthilatê ya li diji gelê kurd û wiha pêde çû: “Me berê jî gotibû. Dijminantiya kurdan dikin. Lê hikûmet êdî vê yekê venaşêre. Aşkere dijminantiyê dike. Dixwaze dawetên li herêmê bi destûrê ve girê bide. Cendirme, qeymeqam, walî eger berê destûr bide dikarin dawetê xwe çebikin. Eger ne li gorî pîvanên wan û daxwazê wan be, destûr nedin welatiyan. Welatî nikarin dawetê xwe bikin.”

Dogan, bal kişand ser politikaya desthilatê ya li dijî zimanê kurdî û ev agahî dan: “Serokkomar Erdogan pir dibêje. Dibêje me meseleya kurd çareser kir.  Pesnê xwe dide û dibêje ‘Dayik êdî li girtîgehan dikarin bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin. Pesnê xwe dide û lê zêde dike. Dibêje ‘Ev pêşketin di serdema vê desthilatê de pêk hat. Bi dehan caran pesnê xwe da. Lê niha çi dike. Dayikên ku qet bi tirkî nizanin, destûr nade ku bi zarokên xwe yên girtî re bi kurdî biaxeve. Vê yekê jî bi krîza hiqûqî diparêze. Mînakê vê yekê li Girtîgeha Şirnexê pêş ket. Malbatên girtiyan ji ber bi telefonê bi xizmên xwe yên girtî re bi kurdî axivîn, axaftina wan hat astengkirin. Malbatan serî li me didin. Ez wekî parlamentera Şirnexê bi Midûrê Girtîgeha Şirnexê re li ser ve meseleyê axivîm. Têkildarî vê astengî û qedexeyê ji min re qala Rêziknameya 5275’an dike. Bi hişyariya nivîskî qedexe dike. Dibêje bila îspat bikin ku bi tirkî nizanin. Ev li Şirnexê pêk tê. Li şirnexê ji sedî 90 bi kurdî diaxive. Li vir şertê nivîskî ku bi tirkî nizane dixwaze.”

Dogan bal kişand ser nêzîkatiya Lijneyên Çavdêriyê yên Girtîgehan û wiha pêde çû: “Dîsa mijarek din heye. Li gel dadgehê dadgehek din ava kirine. Ev jî Lijneyên Çavdêrî û Rêvberiyê ye. Ev lîjne bi keyfî azadiya girtiyan asteng dike. Ev lijne bi zanebûn û keyfî berdana girtiyan asteng dike.”

Dogan bal kişand ser hincetên binçavkirinan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dîsa mijara binçavkirin û girtinan jî balkêş e. Hincetên pir balkêş nîşan didin. Govend, dirûşmeyên di govendan de berz dikin. Stranên ku di govendê de digerin hincet nîşan didin. Kesên xwe wekî nûnerên dewletê dibînin van dirûşm, stranan hincet nişan dide. Em vê yekê ji nirxandina gel re berdidin. Kesên di nîşan, dawet û şahidan de tên cem hev çima desthilatê ditirsîne. Ev tirsa wan nîşanî me dide ku ev desthilat hatiye dawiya çîrokek zelûl.”

Dogan helwesta Wezîrê Ragihandinê ya li diji kurdan jî rexne kir û got: “Ev hewldana dijminantiya kurdan a desthilatê tenê bi van pratîkan bi sînor namîne. Em dibînin ku li ser medyayê jî sansurê pêş dixin. Gelek hincetan nîşan didin. Weki meseleya govendê hincetan ava dikin. Em qala tiwîtter/X bikin. Ev platforma ku li gorî daneyên meha Nîsanê nêzî 20 milyon dişopîne em qala wê dikin. Di platforemk wisa de çi dikin? Wezîre Ragihandinê duh parvekirinek kiribû. Em qala desthilata ku bi salan e ji bo SÎHA û ÎHA’yê pereyan xerç dike, dikin. Ji Mêrdînê heta Îzmirê daristan dişewitin. Lê mixabin balafirên ku agir vedimirînin û bi şevê karibin mudaxale bikin tune ne. Naxwazin vê rastiyê lêpirsin bikin. Yên ku vê rastiyê lêpirsîn dikin jî wan asteng dikin. Yên der barê vê mijarê de pirsan dikin, dengê wan tê qutkirin. Lê ya tê xwestin li ser medya belav bikin? Dema agir li Rojavayê Tirkiyeyê bi daristanê dikeve, rêveberên DEM partiyê an jî raste rast kurdan dikin hedef. Kurdên li Ege, Marmara, Derya Spî û Anatoliya Navîn dijîn ji ber van şewatên daristanan raste rast dibin hedef. Wekî berberpirsiyariya şewata daristanan nîşan didin. Ji bo ser sûcê xwe veşêrin şewatê bi DEM partiyê ve girêdidin. Niha hilbijêrên DEM partiyê li ser hesabê medya tijidal dikin hedef.”

Dogan bal kişand ser şewata daristanan û wiha domand: “Di şewatan de hedefa partiya me ya esasî bijî û bide jiyandin e. Partiya me bi şewata her zindîyî êşê dijî û vê êşa her zindî hîs dike û li gorî wê li dijî şewatê derdikeve. Em dixwazin qada darazê kesên vê rastiye berovajî dikin darizîne û hesap ji wan bipirse. Partiya me û hilbijêrên me li ser hesabên medya dijîtal hedef tên nişandan. Em dixwazin yên li dijî vê yekê bedeng dimînin êdî bêdeng neminin. Em dixwazin wezîrê karên hundir û rayedarên hikûmetê erka xwe pêk bînin.”

Dogan herî dawî bal kişand ser girtina Can Atalay û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em vê lîstikê û gefê dibînin û dizanin. Em ê neyên vê lîstikê. Em ji mijara tundiya ku ji kolanan derbasî meclisê û ji meclisê derbasî kolanê bû, berdewam bikin. Mijara Can Atalay hat axaftin. Divê Can Atalay li meclise be. Divê cihê wî ne girtîgeh be. Em her tim vê yekê tînin ziman. Her kes vê yekê dibêje. Hiqûqnas û parazvanên mafên mirovan dibêjin. Destûra Bingehîn der barê Can Atalayê biryar da. Lê dadgehê got ‘Ez biryara Destûra Bingehîn nas nakim’. Dawiya dawi li meclisê wekîltiya Can Atalay xistin. Destûra Bingehîn herî dawî da zanîn ku li gorî DMME’ê divê Can Atalay dîsa wekî wekîl berdewam bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Piştî 31 salan hat berdan: Ji cihê mayî em ê berdewam bikin
Nûçeya Pişt re Înîsiyatîfa Zarokên Agir agir berdan sê kargeh, keştî û otobusekê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bi ruhê Kizildereyê banga têkoşîna hevpar hat kirin

Li Enqere û Mêrsînê Mahîr Çayan û hevrêyên wî yên li Kizildereyê hatin qetilkirin, hatin…

Ji aliyê Stêrk TV

Piştî şeş mehan têkildarî Werîşe Mûradî gilîname hate amadekirin

Têkildarî endama KJAR'ê Werîşe Mûradî de bi sûcdariya 'Hewldana li dijî ewlekariya neteweyî' gilîname hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Fermandar El Xeşam bang li gelê Dêrazorê kir

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ebû Leys El Xeşam bang li gelê Dêrazorê kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Bi girseyî serdana şîna şehîd Serhat Korkmaz hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tedawiya rojnamevan Huseyîn Aykol berdewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji Erdogan daxuyaniya têkildarî pêvajoyê: Em xwedî heman îradeya sala 2005’an e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Profesor Sumantra Bose ji bo nirxandina ‘kêliya hêviyê’ bang kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?