Endamê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Amed Şaho di bernameya Lapereyê ya vê hefteyê ya Radyoya Dengî Gel de geşedanên dawî yên li herêmê, trafîka dîplomasiyê ya di navbera dewletên dagirker de bi taybetî di navbera Îran û Tirkiyeyê de, salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo û kampanyaya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd û pêla darvekirinan ya li Îranê nirxand.
Amed Şaho bal kişand ser serdana Îbrahîm Reîsî ya Tirkiyeyê û got: “Eger Îran tevlî komployekê li dijî gelê Kurd bibe û hewl bide êrîşî Kurdan bike, wê demê rewşa ku niha Tirkiye tê de ye, divê Îran jî li hêviya rewşeke bi vî rengî be, tekane bijardeya li pêşiya Îranê ew e ku ji şerê heyî dersan wergire û ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd li rêyeke demokratîk bigere.”
Amed Şaho behsa siyaseta niha ya Îranê û hilbijartinên siberojê kir û wiha got: “Bicihanîna hilbijartinên demokratîk li erdnîgariyeke wekî Îranê ku bi pirrengî û mozaîka xwe ya neteweyan tê naskirin, Îran dê bibe navenda demokrasiyê. Lê mixabin dewletê ev derfeta zêrîn têk bir, di bin maskeya hilbijartinên sexte de dixwaze dîktatorî û faşîzma xwe ya dînî rewa bike.”
Şaho behsa darvekirinên vê dawiyê yên li Îranê kir û got: “Pêla darvekirinan li Îranê di demekê de ye ku berpirsyariya Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bi Îranê hatiye spartin. Ango dewletek ku binpêkirina mafên mirovan pîşeyê wê ye, wekî Berpirsyara Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hatiye destnîşankirin. Ev hêz henekê xwe bi îrade, mafên mirovan, demokrasî û azadiyê dikin. Cewherê civaka Kurd demokrasî û li dijî îdamê ye. Yanî demokrasî çi qas pêş bikeve, îdam jî ew qas qels dibin û derfetên pêşketina demokrasiyê jî zêde dibin. Dewlet dixwaze beşdariya xelkê ya li sîstema rêveberiya xweseriya demokratîk ji nav bibe da ku xelk mafên xwe yên rewa misoger neke û li azadî, demokrasî, dadperwerî û mafên xwe yên xwezayî negere.”
Amed Şaho di berdewamiya axaftina xwe de li ser Kampanyaya Azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo û Çareseriya Pirsgirêka Kurd nirxandin kirin û got: “Gel azadiya xwe bi azadiya Rêber Apo ve girê daye, ango bêyî Rêber Apo nikare bijî. Çiku Rêber Apo hêza perwerde, rêxistinkirin û çalakiya civakê ye. Eger Rêber Apo nebe; perwerde, rêxistinkirina civakê û çalakiya gel jî nabe. Lewma gel kampanyaya xwendina pirtûkên Rêber Apo daye destpêkirin û xwe perwerde dike. Bi gotineke din gel bi perwerdekirinê derfeta rêxistinbûnê ava dike. Çiku rêxistin çi qas zêde bibe, demokrasî jî ew qas pêşve diçe û çalakiya gel zêde dibe û bi vê yekê jî zimanê dîktatorî û dagirkeriyê tê bêdengkirin û lawazkirin. Ev kampanya mifteya çareserkirina hemû pirsgirêkên Îranê yên navxweyî ye û dikare li Îran û Rojhilata Navîn ronesanseke nû ava bike. Bi taybetî Şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê bingeheke xurt ji bo têkoşînê ava kir, pêwîst e ku li ser vê bingehê ev kampanya bê birêvebirin. Bê guman ev kampanya dê bibe sedema pêşveçûna demokrasiyê û avakirina neteweya demokratîk li erdnîgariya Îranê û bibe sedema berbelavbûna wê li Asya û Rojhilata Navîn.
Deqa hevpeyvînê wiha ye:
‘ERDOGAN DIXWAZE VÊ LÎSTIKÊ BIXE NAV ÎRANÊ’
Van nêzîkan Serokkomarê Îranê bi serdaneke fermî çû Tirkiyeyê. Li gorî we di serdanê de çi hat axaftin, armanca vê serdanê çi bû?
Ev nêzîkbûna dagirkeran wê yekê diselmîne ku ev hêz gelek tengav bûne, dixwazin bi konsepteke nû xwe ji vê qeyranê rizgar bikin. Helbet van hêzan rizgarbûna xwe ya ji vê qeyranê bi qirkirina gelê Kurd ve girê dane. Bi taybetî gava ku du dewletên ên wekî Îran û Tirkiye tên ba hev, mijara sereke ku li ser maseya hevdîtinê behsa wê dikin, qirkirina gelê Kurd û êrîşên li ser tevgera azadîxwaz a gelê Kurd e.
Serokkomarê Tirkiyeyê bi vê hevdîtinê dixwaze bi tîrekê li çend nîşanan bide. Di bingehê de Tirkiye projeya NATO’yê bi cih tîne. Dixwazin Îran û Tirkiye li dijî gelê Kurd û tevgera azadîxwaz a gelê Kurd bibin yek û êrîş bikin ser destkeftên gelê Kurd. Lewma mijara ku li ser wê gotûbêj kirine, mijara “teror”ê ye. Bi boçûna wan kî “terorîst” e û kî “teror”ê pêş dixe? Ev hêzên dagirker gelê Kurd ê azadîxwaz û tevgera azadîxwaz a Kurd wek “terorîst” dihesibînin û bi vê etîketa nerewa dixwazin gelê Kurd qir bikin. Ji hêla din ve bi kaşkirina Îranê bo nav siyaseta qirkirina gelê Kurd, dixwazin Îranê kaşî nav şerekî malwêranker bikin da ku bi beşdarbûna Îranê ya li vî şerî pozîsyona Îranê lawaz bikin û derfetên desttêwerdanê ji bo navxweyê Îranê çêkin. Bê guman ev plan di berjewendiya Tirkiyeyê de ye. Lewma ji bilî gelê Kurd û tevgera azadîxwaz a Kurd, Îranê jî li hemberî planên xwe wek asteng dibînin. Ji ber vê yekê di gava yekem de bi hevkariya Îranê dixwazin êrîşên li ser Kurdan zêdetir bikin da ku siyaseta qirkirina Kurdan bigihînin encamê. Piştî vê plan û bernameya NATO’yê jî, Amerîka û Îsraîl dest di Îranê werdidin.
‘ERKA GEL PÊŞVEBIRIN Û PARASTINA DEMOKRASIYÊ YE’
Bi taybetî ku niha behsa hilbijartinên parlamentoyê tê kirin, hûn rewşa siyasî ya Îranê çawa dinirxînin? Rewşa Îranê ji bo hilbijartinan çi qas guncaw e?
Ji ber ku berpirsên dewletê di nav xwe de siyaseteka nedemokratîk û neadil bi rê ve dibin, derfet ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkên kûr çêbûne. Encama vê siyasetê jî wisa kiriye ku hemû ew rengên ku li Îranê hene, rastî înkarkirin û qirkirinê bên. Derfeta azadî û demokrasiyê roj bi roj tê bertengkirin û sînordarkirin. Ji vê siyasetê ji bilî xwînrijandin, darvekirin, girtin û îşkenceyê tiştek şîn nayê. Ji ber vê siyasetê mimkin e ku her wext teqîneke girseyî derkeve.
Ji ber ku li ser vê axê siyaseteke nedemokratîk bi ser gel û civakê de tê meşandin, pêla nerazîbûnan berdewam dike. Hetta di nav desthilatdaran bi xwe de jî qelîş çêbûne. Lewma gel êdî vê siyasetê qebûl nake û li hemberî wê tê dikoşe.
Ji hêla din ve siyaseta Îranê ya derve siyaseteke şerxwaz e. Bi vê siyasetê her ku diçe şer li Rojhilata Navîn berbelav dibe. Bi gotineke din dewlet şer û terorê li Rojhilata Navîn berbelav dike û bi vê yekê derfeta aştî û demokrasiyê li Rojhiata Navîn ji nav dibe û rê li ber dagirkeriyê vedike. Bê guman ev siyaseta Îranê ji hêla gelan û hêzên navneteweyî ve nayê qebûlkirin û ev yek jî zext û fişarên li ser dewleta Îranê zêdetir dike. Bi taybetî sepandina dorpêçên aboriyê li ser Îranê zêdetir dibin û roj bi roj hewla lawazkirina Îranê tê dayîn. Êrîşên li ser mîlîsên Îranê zêdetir dibin û rojane fermandarên wê yên payebilind tên armanckirin.
Di şert û mercên wiha de ku Îran propangandaya lidarxistina hilbijartinan dike, rewşeke dijwar li pêşiya wê ye. Ji ber ku ev hilbijartin hilbijartineke wisa ye ku tenê di nav tîp û rengekî de çêdibe. Lewma ev yek nabe hilbijartina gel, berevajî vê yekê ev hilbijartin hilbijartina desthilatdariyê ye ku dewlet pê deriyên demokrasiyê digire. Eger bi awayekî demokratîk hilbijartin bên kirin, wê demê Îran dibe nimûneyeke demokratîk li Rojhilata Navîn. Mixabin dewletê ev derfeta zêrîn ji nav bir. Hilbijartinê ji bo rewakirina siyaseta xwe ya nerewa bi kar tîne. Ango bi maskeya hilbijartina sexte rewabûnê dide dîktatorî û faşîzma dînî. Gel xwedî nêrîneke demokratîk e û berevajî daxwazên dewletê, gelên Îranê dê hemû qadên jiyanê veguherînin qadên berxwedan û têkoşînê. Bi gotineke din em pêşvebirina demokrasiyê ji însafa dewleta Îranê ya dagirker re nahêlin. Ji ber ku dewleta Îranê ya dagirker di nav civakê de nêrîneke wisa serwer kiriye ku li nav Îranê êdî demokrasî û azadî şîn nayê, rêxistinbûna gel a demokratîk pêk nayê, civak zindî, hişyar û bi îrade nabe, hêvî geş nabin. Bi gotineke din li Îranê tu destkefteke demokratîk pêk nayê.
‘NETEWEYÊN YEKBÛYÎ TINAZÊN XWE BI DEMOKRASÎ Û MAFÊN MIROVAN DIKE’
Dewleta Îranê ev demek e ciwanên Kurd û pêkhateyên din ên li Îranê darve dike, hûn vê siyasetê çawa dinirxînin?
Dema ku dagirkerên Kurdistanê bên cem hev, pêla qirkirina gelê Kurd gurtir dibe. Li her parçeyekî Kurdistanê gelê Kurd bi şêweyên cuda bi qirkirinê re rû bi rû maye. Berpirsiyarên sereke yên van komkujiyan kî ne? Helbet NATO, Neteweyên Yekbûyî, Amerîka û Îsraîl e. Van hêzan li ser siyaseta darvekirin û binpêkirina mafên mirovan bi Îranê re li hev kiriye û bêdengiya wan a li hemberî vê siyasetê vê rastiyê îsbat dike.
Sala borî li Îranê rêjeya îdamê di asta herî jor de bû, nêzî 850 heta 900 welatî bi hincetên bêbingeh hatin îdamkirin. Zêdebûna darvekirinan li Îranê di demeke wisa de ye ku berpirsyariya Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bi Îranê hatiye spartin. Ango dewletek ku binpêkirina mafên mirovan pîşeyê wê ye, wekî Berpirsyara Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hatiye destnîşankirin. Ev hêz tinazên xwe bi îrade, mafên mirovan, demokrasî û azadiyê dikin.
Demokrasî çi qas pêş bikeve, îdam jî ew qas qels dibin û derfetên pêşketina demokrasiyê jî zêde dibin. Dewlet dixwaze beşdariya xelkê ya li sîstema rêveberiya xweseriya demokratîk ji nav bibe da ku xelk mafên xwe yên rewa misoger neke û li azadî, demokrasî, dadperwerî û mafên xwe yên xwezayî negere. Cîgirê Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî dixwaze serdana Îranê bike. Ev jî dê bibe xelateke din ji bo dewletê û bi vî awayî wê karbidestên dewletê li hemberî gelê Kurd, Belûç û gelên din ên Îranê hartir bibe.
‘RÊBER APO ZIMANÊ DEMOKRASIYÊ YE’
Kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd çar meh in didome, hûn vê kampanyayê li rojhilatê Kurdistanê û Îranê çawa dinirxînin?
Berxwedana Rêber Apo ya li Girava Îmraliyê bawerî û hêviya mirovahiyê geş kir. Wêrekî û hişyariya gel zêde kir. Rêner Apo gel teşwîq dike ku lêgerîna xwe ya ji bo rastiyê zêde bike. Lewma Îmralî bûye mifteya çareseriya hemû pirsgirêkan. Ji ber vê yekê dagirkerên Kurdistanê ditirsin ku gotineke Rêber Apo ya li Îmraliyê derkeve derve. Ji ber ku Rêber Apo bûye navenda hêza çareseriyê. Rêber Apo îro wekî şexs di girtîgehê de nayê girtin; Rêber Apo gel, civak û mirovekî azad temsîl dike. Nûnertiya kesayet, civakeke azad, demokratîk û hêzeke nûjen û azad dike. Ji ber vê rastiyê bandor li cîhanê kiriye. Ev jî bû sedema destpêkirina kampanyaya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Ji ber ku gel azadiya xwe bi azadiya Rêber Apo ve girê daye, ango bêyî Rêber Apo nikare bijî. Ji ber ku Rêber Apo hêza perwerde, rêxistinkirin û çalakiya civakê ye. Eger Rêber Apo nebe; perwerde, rêxistinkirina civakê û çalakiya gel jî nabe.
Di nav vê kampanyayê de kampanyayeke din a xwendina pirtûkên Rêber Apo hat destpêkirin. Ev kampanya kampanyayeke pir hêja û binirx e. Yanî gelê Kurd û gelên cîhanê gihîştine wê baweriyê ku bi xwendina berhemên Rêber Apo dikarin di kesayeta xwe de şoreşeke fikrî û wijdanî biafirînin. Bi vê kampanyayê berî her tiştî kesayeta xwe diguherînin, hişmendiya ku ji aliyê dagirkeriyê ve hatiye avakirin, dişikînin û kesayeteke demokratîk û azadîxwaz ava dikin. Lewma gel kampanyaya xwendina pirtûkên Rêber Apo daye destpêkirin û xwe perwerde dike. Bi gotineke din bi perwerdekirinê derfeta rêxistinbûnê ava dike. Çiku rêxistin çi qas zêde bibe, demokrasî jî ew qas pêşve diçe û çalakiya gel zêde dibe û bi vê yekê jî zimanê dîktatorî û dagirkeriyê tê bêdengkirin û lawazkirin. Ev kampanya mifteya çareserkirina hemû pirsgirêkên Îranê yên navxweyî ye û dikare li Îran û Rojhilata Navîn ronesanseke nû ava bike. Bi taybetî Şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê bingeheke xurt ji bo têkoşînê ava kir, pêwîst e ku li ser vê bingehê ev kampanya bê birêvebirin. Bê guman ev kampanya dê bibe sedema pêşveçûna demokrasiyê û avakirina neteweya demokratîk li erdnîgariya Îranê û bibe sedema berbelavbûna wê li Asya û Rojhilata Navîn.
‘BERXWEDANA RÊBER APO Û GERÎLA HÊVIYÊ DIDE MIROVAHIYÊ’
Em nêzî salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo dibin ku ev 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye, hûn vê komployê çawa dinirxînin?
Em li ser navê partiya xwe careke din salvegera komploya navneteweyî ya bi navê Roja Reş şermezar dikin û berxwedana bêhempa ya Rêber Apo silav dikin û di şexsê heval Leyla Viyan Karoxê de em hemû şehîdên ku jiyana xwe ji dest dane û bi dirûşmeya “Kes nikare roja me tarî bike” li dijî vê qirkirinê rawestiyane, bi bîr tînin. Em soza domandina têkoşîna wan didin.
Bi vê komployê desttêwerdan li Rojhilata Navîn hat kirin û agirê Şerê Sêyemîn ê Cîhanê hat pêxistin. Gelê Kurd bi pêşengiya Rêber Apo di pêşxistina demokrasiyê û avakirina neteweya demokratîk a Rojhilata Navîn de rol lîstiye. Di heman demê de Rêber Apo ji bo zindîkirina hebûna gelê Kurd, îradeya jina azad, ciwanên azad û yekîtiya gelên herêmê xebatên bênavber kirin. Bi taybetî jî Rêber Apo polîtîkaya “parçe bike û bi ser bikeve” pûç kir. Rêber Apo ji bilî pêşxistina siyaseta neteweyî di nava mala Kurd de, her wiha zîhniyeta şexsan guhart. Hewldana Rêber Apo kir ku felsefe û paradîgmaya wî bibe cîhanî. Ji ber vê yekê gel li seranserî cîhanê xwedî li doza rewa ya gelê Kurd û felsefeya jiyana azad a Rêber Apo derdikevin. Komploger tirsiyan ku paradîgmaya Rêber Apo li cîhanê şoreşekê bide destpêkirin, lewma ev komplo kirin.
Rêber Apo gelê Kurd li gorî jiyan û felsefeya têkoşîna xwe ji bindestî û îtaetiyê rizgar kir û li Rojhilata Navîn siyaseta demokratîk pêş xist. Ji ber ku ev hêz êdî wekî berê nikarin gelê Kurd ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin, Rêber Apo ji bo armancên xwe yên hovane kirin hedefa komployeke navneteweyî. Bi vê komployê xwestin Rêber Apo ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin. Lê hêzên dagirker bi berxwedana gel a li hemberî vê komployê şaşwaz bûn. Di heman demê de berxwedana Rêber Apo hemû hesab û komplo pûç kirin û Îmraliya ku cihê mirinê ye, kir qada berxwedan, têkoşîn û jiyanê. Rêber Apo li Îmraliyê pergaleke nû ava kir û paradîgmayeke nûjen danî. Bi vî awayî hemû planên wan pûç kirin. Yanî berxwedana Rêber Apo hêz da gelan. Ji ber ku gelê me zêdetirî nîv sedsalê ye xwedî li Rêber Apo û gerîla derdikeve, berxwedana gelê Kurd hîn zêdetir dibe. Gelê Kurd tevî hemû berdêlan jî dest ji têkoşîna xwe bernade. Her wiha gerîla jî di nava berxwedaneke bêhempa de ye. Gerîla bi keda xwe her roj destanan diafirîne. Ev berxwedan hêviyê dide mirovahiyê û vê berxwedanê di esasa xwe de komplo jî pûç kiriye.
Gelê Kurd di wê baweriyê de ye ku bêyî Rêber Apo jiyan nabe. PKK gel e û gel li vir e. Yanî gelê Kurd û Rêber Apo wekî giyan û beden di nava hev de ne. Dema ku dibêjin bê serok jiyan nabe, ango bê azadî jiyan nabe. Gelê Kurd êdî li hemberî vê komployo hişyar e û bi baweriya min di salvegera komployê de xwedîderketin wê bigihêje lûtkeyê û ew ê mizgîniyek ji mirovahiyê re were dayîn.