Gerillayên YJA-STAR’ê û hemû jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin, bi îdîa û biryardariyeke mezin diyar kirin ku ew ê di sala 2026’an de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin.
Ji gerillayên YJA-STAR’ê Roza Şoreş Dersîm, dema komploya li dijî Rêber Apo şermezar dikir, rastiya dîrokî ya vê komployê bi van gotinan anî ziman:
“Îro salvegera komploya navnetewî ye ku li ser Rêber Apo hatî meşandin. 27 salên xwe tije kir. Em vê rojê şermezar dikin û di serî de şehîdên xwe yên ku li dijî vê komployê li dora Rêber Apo bûn xeleka ji agir û xwe feda kirin, bi rêzdarî bi bîr tînin. Armanca hêzên emperyalist di komploya navnetewî de ew bû ku îdeolojî û felsefeya Rêbertî mehkûm bikin. Hesab kirin ku heger Rêber Apo dîl bê girtin, wê fikir, tevger û gel jî tasfiye bibe. Lê belê gelê me bi helwesteke bi hêz li dora Rêber Apo bû xeleka ji agir û nehişt ku armanca komployê bi ser bikeve.”
“AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO JI BO ME ‘NABE NEBE’ YE”
“Em wek gerila û mîlîtanên Rêber Apo, heta dawiyê bêyî ku em serî bitewînin, em ê têkoşîna vê yekê bimeşînin. Hem gelê me yê azadîxwaz û hem jî em mîlîtanên Apoyî, em ê tu carî mayîna Rêber Apo ya li Îmraliyê qebûl nekin. Her çend ji aliyê fikrî ve Rêbertiya me azad be jî, heta ku Rêbertiya me ji aliyê fîzîkî ve azad bibe û were nav me, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Di pêvajoya ku em tê de ne, tişta herî zêde em jê re hewce ne ew e ku Rêber Apo li cem me be. Me ji destpêkê ve saniyeyekê jî dev jê berneda, gavekê jî bi paş de neavêt û em ê heta dawiyê di vê de israr bikin. Çi astengî derkevin pêşiya me bila derkevin, ji bo me ne girîng e. Em ê bi derbasbûna astengiyan têkoşîna xwe bimeşînin.”
“ARMANCA KOMPLOYÊ EW BÛ KU JINÊ DÎSA BIKE KOLE”
Gerilla Roza Şoreş Dersîm destnîşan kir ku armanceke din a komployê peyitandina pergala koledariyê ya bi kolekirina jinê dest pê kiriye û tunekirina Têkoşîna Azadiya Jinê ye:
“Rêber Apo ji destpêka têkoşîna me ve ji bo azadiya jinê fikir û felsefeyeke kûr afirandiye û bi me daye naskirin. Niha li tevahiya cîhanê Rêber Apo tê naskirin û pejirandin. Em jî wek jinên Apoyî, heta dawiyê hewl bidin ku bibin layîqî wî. Em ê di fikir û felsefeya Rêber Apo de xwe kûr bikin û pratîka wê bimeşînin. Em ê di nava vê hewildanê de bin û têkoşîna xwe li ser vê esasê bimeşînin. Wek hemû jinên cîhanê, hewcehiya me bi naskirina xwe heye. Divê em binêrin ka di nava pergala emperyalîst û kapîtalîst de cihê me li ku derê ye. Divê em bizanibin ji dîrokê heta îro em li ku derê ne û têkoşîneke mezin bimeşînin.”
“RÊBER APO CIHÊ JINÊ YÊ DI DÎROKÊ DE DÎT”
Gerilla Roza Şoreş Dersîm di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku jin wê Rêber Apo bigihînin azadiya fîzîkî:
“Rêber Apo cihê jinê yê di dîrokê de dît û hewl da ku jin xwedî fikr û nasnameyeke azad be. Ji bo ku jin ji pergala mêrserwer û kapîtalîst rizgar bibe, ket nava lêgerînan. Rêber Apo ji bo vê bi astengiyan re rû bi rû ma. Lê Rêber Apo vê rastiyê pir baş dizanibû; di bingeha koletiya civakê de kolekirina jinê hebû. Lewma diyar kir ku heta jin azad nebe civak jî azad nabe. Ev ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên cîhanê derbasdar e.
Heta jin azad nebe, em nikarin civakeke azad û jiyaneke azad bibînin. Rastiyeke bi vî rengî heye. Ji ber vê yekê Rêber Apo heta dawiyê têkoşîna vê dide. Jin divê çawa bijî? Jina azad divê çawa be? Bi bersivên ku da van pirsan, fikrê vê ava kir. Rêber Apo ji bo vekirina riya jinê û ji bo ku jin xwe nas bike têdikoşe. Em jî wek mîlîtanên wî, hewl didin fikir û felsefeya Rêber Apo pêk bînin. Armanceke komploya navnetewî jî ew bû ku pêşiya jinê bigire. Lê fikir tu carî nayê mehkûmkirin. Ji ber vê yekê, Rêber Apo bi fîzîkî ne be jî, bi fikrî azad e. Em jin jî divê di fikrê Rêber Apo de kûr bibin, bidin jiyandin û pratîze bikin. Em wek jinên têkoşer, em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo teqez pêk bînin.”

