Ajansa Nûçeyan a Îrnayê ragihand ku piştî hevdîtina roja Duşemê ya di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Komara Azerbeycanê de Azerbeycanê ji nû ve balyozxaneya xwe ya li Tehranê vekiriye. Li gorî heman çavkaniyê sefîr û dîplomatên Azerbeycanê vegeriyane Îranê.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di Çileya 2023’yan de kesek ketibû balyozxaneya Azerî ya li Tehranê dîplomatek kuştibû û du karmendên ewlehiyê jî birîndar kiribûn.
Her wiha di Nîsana 2023’yan de jî Wezareta Karên Derve ya Azerbeycanê ji sefîrê Îranê re ragihandibû ku wan 4 karmendên balyozxaneya Îranê weke kesên nayên xwestin îlan kirine û piştî mehekê jî Îranê her çar dîplomatên Azerî dersînor kiribû.