Duşem, 17 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Parlak: Piştî çarçoveya qanûnê wê pêşiya gavên nû yên qanûnî vebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozofê Îrlandayî ji Rêber Apo re name nivîsand: Tu ji bo cîhanê hêviyekî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo gerîlaya YJA Starê Meryem Uzkaş taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê Şahram Sadeghi îdam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Divê aliyên kêm ên qanûna çarçoveyê bên derbaskirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Êlihê civîna gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara YJŞ’ê: Şehîd Seîd di jiyanê de fermandar û mamosteyek bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê Seîd Hesen û Îsa Xwedêda bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê helbesta 15’ê Tebaxê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên gundê Koço bi merasimêkê hatin bibiranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna Lîjneya Bilind a peymana ewlehiyê ya Iraq-Îranê li Hewlêrê pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Aktîvîsta TJA’yê Saliha Ayata: Jin hêza pêşeng a aştiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê Meclîsa Şoreşa Jinan hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em li kêleka jinên Efganistanê ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Di deste û komîsyonan de divê temsîliyeta jinê hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê di binê çavan de destdirêjî li aktîvîsta Alman hate kirin, TJK-E li ber rabû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Dayika girtiyekî: Em dixwazin zarokên me derkevin derve
Rojane

Dayika girtiyekî: Em dixwazin zarokên me derkevin derve

Dayika Mehmet Akpolat ê 32 sal in dîlgirtî ye Hanîfe Akpolat qala dîlgirtina bi salan a kurê xwe, mercên girtîgehê û pêvajoya giran kir û got, "Bila aştî pêk were, zarokên me bijîn, azad bibin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Mehmet Akpolat di 18’ê Tîrmeha 1995’an de li Stenbolê hat binçavkirin û 32 sal in di girtîgehê de ye. Mehmet Akpolat li Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya Stenbolê hat darizandin. Piştî 8 salan destpêkê cezayê darvekirinê lê hat birîn û paşê veguherandin cezayê heta hetayê. Dadgeha Bilind di sala 2003’yan de cezayê Akpolat pejirand. Parêzerên Akpolat doz birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), lê doz hat redkirin. Akpolat bi dorê li girtîgehên Bayrampaşa, Umraniye, Ermenek, Sêrt, Amed, Mûş, Rîze û Bolu ma û 25 sal in di hucreya yekkesî de tê girtin. 

Hanîfe Akpolat derbarê çûna hevdîtina kurê xwe yê 32 sal in dîlgirtiye ji ANF’ê re axivî.

‘JI BER ÊŞKENCEYÊ PIRSGRÊKÊN TENDURISTIYÊ DIJÎ’ 

Hanîfe Akpolat diyar kir ku dema wê di sala 2002’yan de cezayê darvekirinê yê kurê xwe bihîst, li korîdorên Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ji ser hişê xwe çû û li nexweşxaneyê çavên xwe vekir û got, “Piştî salan hîn bûm ku kurê min di binçavan de nêzîkî meh û nîvekê êşkence lê hatiye kirin. Ji ber wê pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî kişandiye. Di dema êşkenceyê de şokên elektrîkê li kurê min kirin û ev jî zirarên fîzîkî yên cidî çêkirin. Ji ber êşkenceyê testisên wî teqiyan û gelek emeliyat derbas kir. Îro, kurê min bi pirsgirêkên dil, gurçik, mîde û movikan, ba û astimê re têdikoşe. Ev hemû ji ber êşkenceyê lê peyda bûne.” 

SIRGÛN Û RÊYÊN DIRÊJ 

Akpolat anî ziman ku kurê wê gelek caran hatiye sirgûnkirin û zehmetiyên ku ew pê re rû bi rû maye wiha vegot: “Kurû min ji Bayrampaşayê birin Ermenekê. Min nizanibû Ermenek li ku ye, min nizanibû çawa biçim wir. Ez bi pirsê çûm wir. Girtîgeh li serê çiyayekî bû. Ne derfetên min ên darayî hebûn û ne jî min rê zanîbû. Lê ez çûm. Piştre çûm Sêrt, Amed, Mûş, Rîzeyê. Her carê ez dîsa derketim ser rê. Her carê ez bi tenê bûm. Heta xizmên min jî xwe dûr xistin. Her kesî pişta xwe da min û digotin, ‘Em ê zirarê bibînin’. Ez bi tenê mam, lê min dev ji kurê xwe berneda.” 

‘BI SALAN E DI HUCREYÊ DE YE’ 

Hanîfe Akpolat bi bîr xust ku kurê wê bi salan e di hucreyeke tenê de tê girtin û bal kişand ser bandorên hem fîzîkî û hem jî psîkolojîk û wiha domand: “Ew 25 sal in bi tenê di hucreyekê de tê girtin. Hucreya wî du qat di bin erdê de ye. Şil û bê hewa ye. Mirov çawa dikare di van şert û mercan de bijî? Kesek tune ku pê re biaxive. Ew çawa dikare bi salan bêyî ku dengê mirovan bibihîze an rûyê mirovan bibîne, tehemûl bike? Nexweşiyên wî hene. Dema ku tenêtî lê zêde dibe, mûcîzeye ku mirov karibe li ser piyan bimîne. Ez di her hevdîtinê de lê mêze dikim, wekî ku heliya ye tê ber çavên min. Lê ew dîsa jî ji min re dibêje, ‘Ez baş im dayê’. Ez dibêjim, ‘Em herin cem bijîşk’. Ew jî dibêje, ‘Min nabin’. Ez dibêjim, ‘Şîr vexwe, xwe biparêze.’ Ew jî dibêje, ‘Pere tune ye’. Pereyê av, xwarin û  her tiştî ji me distînin. Lê em pere jî bidin wî, nadinê.” 

‘DAXWAZA ME YA DAYIKAN TENÊ AŞTÎ YE’ 

Hanîfe Akpolat di dawiya axaftina xwe de, banga aştiyê kir û wiha bi dawî kir: “Daxwaza me dayikan yek e: Bila aştî çêbibe. Bila zarokên me bijîn. Bila her kes vegere mal û malbatên xwe. Bila cudakarî çênebe. Em dixwazin bi hev re bijîn. Di serî de Rêber Apo û hemû zarokên me bila azad bibin. Beriya her tiştî, Rêber Apo xeta me ya sor e. Bêyî azadiya wî kes azad nîne. Bi hezaran mirovên mîna kurê min hene. Ez vê yekê ji bo hemûyan dixwazim. Bila tu dayik negirîn, tu zarok nemirin. Bila êdî ev êş bi dawî bibe.” 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Ji bo gavên şênber bêne avêtin divê em têbikoşin’
Nûçeya Pişt re Bîst sal in diçe Amarayê: Ez ê ji bo aştiyê bi rê bikevim
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Karayilan: Neteweya ku nikaribe zimanê xwe biparêze, nikare hebûna xwe jî biparêze

Endamê Fermandariya NPG'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku êrişên li ser Kurdî dewam dikin, li…

Ji aliyê Stêrk TV

Li dêrê destdirêjiya li bêhtirî 100 zarok hatiye veşartin

Derket holê ku li dêrek a Brîtanyayê bêhtirî 100 zarokên kur rastî destdirêjiyê hatine û…

Ji aliyê Stêrk TV

Îdiaya mudaxeleya bi zorê li girtiyên di greva birçîbûnê de

Rakirina 3 girtiyên ku di girtîgeha Antalyayê de di greva birçîbûnê de ne bo nexweşxaneyê,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Parlak: Piştî çarçoveya qanûnê wê pêşiya gavên nû yên qanûnî vebe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Lubnanê 42’emîn salvegera Cejna Vejînê hate pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Fîlozofê Îrlandayî ji Rêber Apo re name nivîsand: Tu ji bo cîhanê hêviyekî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?