Di dîroka mirovahiyê de bi têra xwe mînakên xîyanetê û kesên ku kiryarên bi vî rengî kirine hene. Yê herî bi nav û deng Cihûdayê ku li Îsa di berdêla sî zîv de îxanet kir. Navê “Cihûda” bi xwe jî bû peyva malê û hevwateya xiyanetê. Xîyanet ev e ku mirov di hundirê xwe de, di raman, hest, biryar an jî ji derve de, bi gotin û kirinên xwe xiyanetê li prensîba xwe ya giyanî dike, bêyî ku ji bo vê yekê bingehek bingehîn hebe. Xiyanet her dem xiyanet e û xayinê welat tim dijminê gel e, ji ber ku dijminê derve ji bo berjewendiya welatê xwe û gelê xwe tevdigere û xayîn jî xîyanet li welatê xwe dike, xiyanetê li gelê xwe dike. Ji ber wê di cîhanê de ji vê xerabtir tiştek tune ye. Xiyanetkar her tim hem ji aliyê dost û hem jî ji aliyê dijminan ve hatine biçûkxistin, ji ber ku ji xiyanetê metirsîdartir tiştek nîne. Xîyanet nayê efûkirin.
Di zaroktîya me da, dema me çîrok yan efsane guhdar dikir ango me dixwend dîroknasên bi heyecan me îqna dikirin ku leheng di şerekî adil de nayên têkbirin. Wek mînak, Ephialtesê xerab Persan ber bi pişta Spartayîyan ve bir û Ganelonê xerab li Roland xayîntî kir.
Xiyanetkar her gav dixwazin di şert û mercên heyî de “bi dûvê çivîka şensê bigrin” li hinceta xîyaneta xwe bigerin û ji bo ku xwe bi tenê hîs nekin û xwe rewa bikin, hewl didin mirovên din bidin ser rîya xiyanetê. Tu şert û mercên dijwar nikarin xîyaneta wan rewa bike. Piştî jiyaneke dirêj jî, xayin her tim di warê exlaqî de her û her kêm dimînin û tû car aram nabin. Zû yan dereng dê zarokên xayinan jî mezin bibin û dê û bavên xwe bi nepaqijîya exlaqî şermezar bikin. Xayîn her tim li yekî xiyanetê digerin da ku wijdanê xwe yê sûcdar rehet bikin û bêbextiya xwe rewa bikin. Jixwe, Cihûdayê Îsxeryotî jî nikarîbû barê xiyanetê hilgire û xwe darve kir û bi vî awayî jiyana xwe ya bêrûmet û bêqîmet qedand.
Tiştên ku hûn dikarin bikin hene û tiştên ku hûn pêwîste tu carî nekin hene. Dema dijmin gel û welatê we tehdîd bike, hûn mecbûr in ku welat, xwe, malbat, cîvak û hevalên xwe biparêzin. Ji ber ku wê demê hûn hin tiştên razber naparêzin hûn pêşeroja xwe û nifşên nû diparêzin. Leheng her tim di bîra gelan de mane. Mirov navê zarokan, kolanan, bajaran li wan dikin, peykeran lê dikin, stranan çêdikin, di dil û kirînên gelan de jiyana xwe didomînin. Lehengên ku bi zanebûn canê xwe feda kirin ji bo parastina îdealên azadiyê û jiyana welatîyên xwe, bi taybetî hatin rêzgirtin. Navên xayinan her tim hatine jibîrkirin ango wek rûreşîyek li nifşên nû hatine vegotin, dakû heman kiryaran dûbare nekin.
Di dîroka Kurd û Kurdistanê de gelek mînakên xîyanet û hevkarîyê hene. Feleka xayîn ji bilî sêdaran tu par nedaye pêşengên Kurdan. Herkû li ser axa pîroz a Kurdistanê pêşengek ji bo berjewendîya gel û axa xwe rabûye, hertim bi piştgirîya hevkaran di hedefa dijmin de bûye. Em zêde dûr neçin, îro li axa meyê Başûrê Kurdistan amadekarîya hilbijartinan tê kirin. Çawa kû starta hilbijartinan hat dayîn dijmin reng û rûyê xwe nişan de. Di qanalên xweda rasterast gef li pêşengên gel tê kirin û faşîzane banga kuştin û tunekirinê tê kirin. Heman rêbaz heman hişmendî û heman dijmin… Em ji bîrnekin heman kes fermana komkujîya li Parîsê û her weha destpêka suîkastên li Başûrê Kurdistanê dabû destpêkirin. Piştî kû şefên xwinmêj ferman dan roja din li Hewlêrê komên hevkar êrîşî kamanyaya hilbijartinê a YNK û li ofisa wan a li Dihokê kirin. Ma ev jî tesadufe?
Wek gelê Kurd, heqîqete kû Li Kurdistanê tu tişt tesaduf û ji rêzê nîne me baş femkirîye, bi taybet heger mijar tekoşîna Kurd ji bo azadî û hebûnê be. Ji ber vê di van dem û kêlîyên dîrokî de kû Kurd dixwezin sirûda azadîyê berzbikin pêwîste em wek gel hişyar bin û rê nedin ji dagirker û xayînan re. Ji bo gelê me yê Başûrê Kurdistan dem hatîye kû ji despot û mudurbegên qesran re bejin Êdî Bese û ba bi xwedê wê xîyanet sernekeve!