Sêşem, 20 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Em li ser gavên çareseriyê axivîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di navbera DEM Partî û CHP’ê de hevdîtin pêk tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê nerazîbûnên xwe nîşanî şibandinên Kûrtûlmûş dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Dema avakirina jiyana wekhev e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yekîtiya Ewropa amade ye ku hemû pêkanînên aboriyê ji ser Sûriyeyê rake

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şaxê Dersimê yê ÎHD’ê: Bila Peymana Windahiyan a NY bê îmzekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Êrîşên artêşa Tirk ên li ser gerîla dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Şengalê li ser peyama Rêber Apo civînek lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şenyaşar: Ji bo aştiyê em deyndarê Sirri Sureyya Onder in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ferhat Amed: PKK’ê gelekî mirî rakir ser piyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berxwedana xelkê Mexmûrê di roja 6’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK’ê ji bo parastin û mezinkirina mîrateya şehîdan bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Kongreya 1’emîn ya Hevgirtina NADA hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Kongreya NADA’yê di roja 3’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA’yê: Jin ji bo aştî û demokrasiyê li qadan ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Jinê ya NADA li Silêmaniyeyê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Herfordê pêşangeha Hêviya Tawisê Melek hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê 4’emîn Festîvala Çandî ya Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê: Yekîtiya gelê Kurd bi ziman dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parîs ji 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Barcelonayê 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bayindir: Gelê Kurd wê azad bibe
Rojane

Bayindir: Gelê Kurd wê azad bibe

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di Newroza Edeneyê de axivî û got, “Gelê Kurd wê azad bibe. Gelê Kurd wê azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bibîne. Em ê vê azadiyê diyarî dayikên xwe bikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Adar 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Li Edeneyê Newroz li Şanoya Servekirî ya Mîmar Sînan bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Gel di saetên sibehê de ketin rê, bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ ketin qadê. Welatiyên ku bi nîşaneyên serkeftinê û sloganên xwe ketin qadê gelek caran dirûşmeyên; ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Jin, jiyan, azadî’ berz kirin. Di pîrozbahiya ku ji 7 heta 70 salî bi hezaran kes beşdar bûn de zêdebûna jin û ciwanan bal kişand.

Welatiyên ku bi cil û bergên neteweyî beşdarî pîrozbahiyê bûn li qadê rawestiyan û li benda destpêkirina pîrozbahiyê man. Di pîrozbahiya ku bi her deqeya derbas dibe re coş zêde bû de, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat qîrîn. Li qadê bênavber dirûşmeyên; ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ hatin berzkirin.

Pîrozbahî piştî deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Hevserokên Komîteya Tertîp Şehristan Yigit û Yaşar Demîr gel silav kirin û Newroza wan pîroz kirin. Piştre Dayikên Aştiyê, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmoğulları û Hevserokê Giştî DBP’ê Bayindir bi hev re agirê Newrozê pêxistin. Bi pêxistina agir re li qadê coş hê zêdetir bû.

Li ser navê Dayikên Aştiyê ku agirê Newrozê vêxistin Şemse Bagdu axivî û diyar kir ku ew wek dayik aştiyê dixwazin. Hevserokên DEM Partiyê yên Edeneyê Hêlîn Kaya û Seyfettîn Aydemîr jî xwestin ku Newroz bibe wesîleya aştî û azadiyê.

Piştre Hevserokê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Mûrat Çepnî axivî, Newroz li gel pîroz kir û wiha got: “Ji bo aştî, demokrasî û sosyalîzmê bijî Newroz.”

Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Gelemperiyê (KESK) Ahmet Karagoz diyar kir ku ew her roj bi binçavkirin, zext û girtinên nû dest bi rojê dikin û banga têkoşîna hevpar kir.

Piştre Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û wiha got: “Ciwanên Edeneyê em we baş nas dikin. Em we bi qehremaniyan nas dikin. Newroz pîroz be. Ev Newroz agirê azadiyê yê Dayikên Aştiyê ye. Em vê Newrozê diyarî dayikên xwe dikin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newroza 2025’an wek ‘Newroza azadiyê’ bi nav kir. Hevalên hêja, ev Newroz Newroza Aştî û Civaka Demokratîk e. Ji sala 1992’an û vir ve gelê Kurd bi berdelên mezin dan. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi banga sedsalê re rê li ber azadiyê vekir. Gelê Kurd li her dera Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê piştgirî da. Em îro li Edeneyê piştgiriyê didin vê bangê. Gelo hûn amade ne?

Li Stenbolê di operasyonên siyasî de Ekrem Îmamoglû û hevalên wî binçav kirin. Ev siyaset we nagihîne cihekê. Hûn ji aliyekî ve dibêjin, ’em ê bi Kurdan re rê li ber aştî û yekîtiyê vekin’ û li aliyê din jî hûn dibêjin, ’em ê vîna gel desteser bikin’. Em baş dizanin ku ev xespkirina îradeyê ye. Cara sêyemîn e li dijî vîna gelê Kurd qeyûm tên tayînkirin. Me di destpêkê de got ku ev yek wê bi Kurdistanê re sînordar nemîne û me dît ku îro li Tirkiyeyê jî pêk tê. Îro em dibêjin; Em ê desteserkirina vîna gelê Stenbolê qebûl nekin. Çawa ku me li Wan û Êlihê qebûl nekir, em ê Stenbolê jî qebûl nekin. Divê hikûmet bizanibe ku aştî bi wan re nayê van xakan. Siyaseta qirêj a van zaliman wê bi têkoşîna gelê Kurd re biqede. Bi têkoşîna xwe em ê dawî li vê siyaseta durû û siyaseta qirêj bînin.

Duh kesekî heqaret li gelê Kurd kir. Em ê bersivekê bi Tirkî bidin wî. Her kes dikare li qadê, hemû hevrêyên me ala di destê xwe de bilind bike? Hemû gel li qadan e. Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansûr Yûsûf ku duh li otobusê heqaret li nirxên me kir, aciz nebe. Ev der qada gel e, ev der qada azadiyê ye. Eger hûn ê hikûmetê rexne bikin, hûn ê li ser bingeha nirxên gelê Kurd vê nekin. Divê ti kes bi heqareta li Kurdan û nirxên wan, xwe mafdar nebîne. Em ê destûrê nedin vê. Hefteya pêşiya me Cejna Remezanê ye. Bila hemû Kurdistanî û bi taybetî li Edeneyê kartên li ser wêneyên zarokên di Newrozê de hatin qetilkirin cih digirin ji Mansûr Yavaş bişînin û li ser piştê ‘Mansûr Yavas ê faşîst’ binivîsînin. Gelê Kurd wê azad bibe. Gelê Kurd wê azadiya Birêz Abdullah Ocalan bibîne. Em ê vê azadiyê diyarî dayikên xwe bikin. Em ê deriyê hemû girtîgehan bi taybet deriyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekin. Em ê ji bo vê têbikoşin. Me tu caran serê xwe ne tewandine, em ê serê xwe netewînin. Tu amade yî, Edene? Îro dinya li te guhdarî dike. Îro çavên Rojavayê Kurdistanê li te ye.”

Pîrozbahiya Newrozê bi axaftina Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari berdewam dike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN EDENE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê 14 baroyan Mansur Yavaş şermezar kirin
Nûçeya Pişt re Newroz Dîlokê bû qada xwedîderketina li banga Rêber Apo
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cotkarên Kurd li dijî dagirkirina erdên xwe civînek li dar xistin

Cotkar û xwediyên kêlgehên mirîşkan ên li ser sînorê Kerkûkê, li dijî binpêkirina mafên xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi hezaran Filîstînî vedigerin Xezeyê

Piştî agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê de bi hezaran Filîstînî ji bo vegerin Şerîda…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 24’Ê KANÛNA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DEM Partî: Em li ser gavên çareseriyê axivîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di navbera DEM Partî û CHP’ê de hevdîtin pêk tê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

FEDA û DAKB’ê nerazîbûnên xwe nîşanî şibandinên Kûrtûlmûş dan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?