Serokê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li Navenda Mekteba Siyasî ya li Hewlêrê pêşwazî li Sefîrê Fransa yê Iraqê Patrîck Furel kir. Di civînê de li ser avakirina kabîneya nû ya hikûmetê, hilbijartin û gelek mijarên din civiyan.
Navenda Nivîsîngeha Ragihandinê ya Serokatiya YNK’ê ragihand ku civîn li Navenda Mekteba Siyasî ya Hewlêrê hatiye kirin û bal kişandiye ser têkiliyên xurt ên demdirêj yên gelê Kurdistanê û Fransayê hatiye kirin.
Hate ragihandin ku li ser avakirina kabîneya nû Bafil Talebanî diyar kiriye ku ew li gel avakirina hikûmeteke bihêz, xizmetkirin û dadperwerin.
Hate destnîşankirin ku Talebanî aniye ziman ku armanca wan zêdekirina aramiyê ye ne têkdanê, ji bo wê hemû hewldanên wan ewe ku ji bo vê armancê pêk bînin.
Têkildarî hilbijartina li Iraqê jî her du alî li gel wê yekê bû ku hilbijartinek zelal û di dema xwe de bê kirin.