4’emîn Kongreya Asayî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan, li Odeya Endezyarên Înşaetê ya girêdayî Yekîtiya Odeyên Endezyaran (TMMOB) destpê kir. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan ê ku beşdarî kongreyê bû, wiha got: “Ez pir kêfxweş û bi serbilind im ku bi hevrêyên xwe Hasan Ocak, Polen Unlu û Ezgî Saadet re me. Bi vê wesîleyê ez 33 Rêwiyên ku li Pirsûsê hatin qetilkirin, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim.”
Bakirhan diyar kir ku li cîhanê û Tirkiyeyê krîzeke sîstemî heye û destnîşan kir ku sîstema kapîtalîst û emperyalîst êdî nikare xwe li ser piyan bigire.
Tuncer Bakirhan têkildarî êrîşên ku Tirkiyeyê 23’yê Cotmehê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dayî destpêkirin, nirxandin kir û bilêv kir ku nexweşxane tên bombebarankirin û ev weke serketinê tê pêşkêşkirin.
Bakirhan bal kişand ser banga Devlet Bahçelî û ragihand ku sedemê herî girîng ê van bangan, yekîtî û têkoşîna me ye.
Bakirhan anî ziman ku divê têkîliyên dîrokî yên Kurd û Tirk li ser bingehekê demokratîk bigihije hevdû û wiha got: “Hingî Kurd qezenc bike, wê Tirk jî qezenc bike. Wê gelên Tirkiyeyê qezenc bikin. Hingî Tirk qezenc bikin, wê kedkarên Kurd qezenc bikin. Em ji ti kesê ne li benda aştî û çareseriyê ne. Ev yekîtiya me ya li salonê, wê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bîne.
Roja borî Birêz Ocalan û parlamenterê me Omer Ocalan hevdîtinek kirin. Birêz Ocalan diyar kir ku eger zemîneke hiqûqî çêbibe, ew ê ji bo çareseriyê her cure rol bigire ser xwe. Em jî ji desthilatdariyê re dibêjin; yê ku vê meseleyê çareser bike, Birêz Ocalan e. Deriyên Îmraliyê vekin, bila fikrên Birêz Ocalan bigihijin gel. Em di pêvajoyeke pir teng de ne. Em bi xwe bawer in.”