Pirsgirêka Kurd piştî çek ji destê hat derxistin û bi qanûnî çarçoveyê ya ku li meclisê hatine derxistin re pêvajo kete qonaxek nû. Wê ev qonax çawa bimeşe, beşdariya civaka Kurd a pêvajoyê, çarçoveya çareseriya demokratîk û gavên ku divê di serdema pêş de bên avêtin hîn jî têne nîqaşkirin.
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir têkildarî qonaxa pêş a pêvajoyê, avakirina civaka demokratîk û komara demokratîk, hêviyên civaka Kurd û çavdêriyên wî yên ji qadê ji ANF’ re axivî.
Bayindir ku derbarê civînên gel ên ku wan lidar xistin de jî nirxandin kir û got, “Gel dixwaze beşdarî mekanîzmaya biryardanê bibe. Civak aştiyê dixwaze, di heman demê de dixwazin bizanin aştî wê jiyana wan çawa biguherîne.”
Keskîn Bayindir anî ziman ku hin hêmanên pêvajoyê şênber bûne û wiha domand: “Di alî çek ji destê hatin derxistin û bi verastkirinên qanûnî re qonaxeke girîng hatiye derbaskirin. Lê wê daxwazên siyasî û demokratîk ên civaka Kurd bi kîjan mekanîzma yan bên pêşwazîkirin hûn çarçoveya wê nehatiye şênberkirin. Ji ber vê yekê, pirsa civakê ‘Gelo wê ji niha pê ve li bibe’ di cih de ye.”
Bayindir anî ziman ku ew ji sê aliyan ve li pirsgirêkê dinêre û wiha pê de çû: “Di aliyê min de sê pirsgirêkên bingehîn hene: pêşbînîkirin, beşdarbûn û ewlehî. Mebesta min a ji bo pêşbînîkirinê ew e ku divê nexşerêya pêvajoyê di aliyê civakê de bê fêmkirin. Em di kîjan qonaxê de ne, qonaxa din çi ye, her sazî wê çi bike, wê kîjan verastkirinên qanûnî bên rojevê? Divê ev zelal bin.
Ya duyemîn beşdarbûn. Em dibêjin ku divê gelê Kurd ji “mijara” pêvajoyê derkeve û bibe kirde. Lê kirde bûn ne tenê ji bo nêrîna wan bigirin. Kirdebûn tê wateya ku di biryardayînê de bi bandor be û encamên biryaran kontrol bike . Ger hûn guh didin gel lê mekanîzmaya biryardanê girtî bihêlin, wê demê ne beşdarbûn, tenê şêwirîn heye.
Ji ber vê yekê, divê mekanîzmayên saziyî yên ku partiyên siyasî, şaredarî, rêxistinên jinan, rêxistinên ciwanan, rêxistinên kedê, odeyên pîşeyî, akademî, rewşenbîr û civaka sivîl tê de cih digirin bên avakirin. Pirsgirêka sêyemîn ewlehî ye. Bêyî misogeriya destûrî û qanûnî ti destketiyên demokratîk mayînde namînin.”
Keskîn Bayindir derbarê girtina hilbijêran de jî ev tişt anî ziman: “Demokrasiya herêmî ne ku hemwelatî li dijî dewletê ne, wekî parçeyek dewletê xwe bi rê ve bibe. Ji ber vê yekê, em nikarin dûrxistina şaredarekî hilbijartî tenê wekî dûrxistina kesekî bibînin. Di wir de têkiliya di navbera îradeya hilbijêran û otorîteya giştî de tê nîqaşkirin. Nirxandinên 2026’an ên Konseya Ewropayê bi eşkereyî dibêjin ku nûnerên hilbijartî demdirêj girtî bimîne û astengkirina erkên wan di demokrasiya herêmî û mafê hilbijêran pirsgirêkê derdixe holê. Ji ber vê yekê tişta ku divê ji bo komara demokratîk bê kirin ew e ku îradeya demokratîk a ku bi rêya hilbijartinan derketiye holê bê parastin.”
Bayindir biçbîrxist ku mirov dixwazin beşdarî biryardayînê bibin û wiha got, “Em nikarin aştiyê tenê bi polîtîkayên ewlehiyê pênase bikin. Bi rastî, mirov tiştekî pir bingehîn ji me re dibêjin; ‘Li ser navê me biryarê nedin; bi me re biryar bidin’. Li gorî min bi qasî vê hevokke ku daxwaza bingehîn a civakê baştir rave bike tineye. Mirov naxwazin tenê encam ji wan re bê ragihandin; ew dixwazin beşdsrî pêvajoya biryardanê bibin. Hesteke din a bihêz li qadê hişyarî ye. Mirov aştiyê dixwazin, lê ji ber ezmûnên berê vê pirsê dikin, “Gelo vê carê wê mayînde bibe?” Ez vê hişyariyê neyînî nabînim.
Bay8ndir axaftinaxwe wiha b8ndawî kir, “Li pêşiya me derfeteke dîrokî ya rastîn heye. Lê derfet û encam ne heman tişt in. Derfeta dîrokî heke sazûmanî û îradeya siyasî li ser bingehên rastîn bên avakirin wê demê wê veguhere veguherîneke dîrokî. Ji ber vê yekê berpirsyarî dikeve ser milê her kesî. Lê berpirsiyariya dewlet û desthilatê di cihek taybet de ye.Beşek mezin a nebaweriya ku ji berê tê, ji ber têkiliya dewlet-civakê diqewime. Ji ber vê yekê bi gavên ku dewlet bavêjin wê baweriyê bi xwe re bîne. Di vir de divê em cûdahiyek pir eşkere bikin: bicihanîna daxwazên demokratîk ên Kurdan ne tawîz e. Hemwelatîbûna wekhev ne tawîz e. Naskirina mafê zimanê dayikê ne tawîz e. Demokrasiya herêmî ne tawîz e. Misogerkirina îradeya hilbijartiyan ne tawîz e. Azadiya derbirîn û rêxistinbûnê ne tawîz e. Ev hemû hêmanên xebata normal a komara demokratîk in. Çekan ji dewrê derxisyin encama bidawîbûna pevçûnan e; lê destpêka aştiyê ye.”

