Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan di civîna heftane ya koma partiya xwe ya li meclîsê de axivî. Tûncer Bakirhan destpêkê bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiyeyê û got ku welatî nikarin debara xwe bikin. Tûncer Bakirhan destnîşan kir ku li Tirkiyeyê piranî welatî di xizaniyê de dijîn û got ku komeke kêm jî di nava dewlemendiyê de dijî û qala pirsgirêkên aboriyê ya gel kir. Bakirhan rojiya Remezanê li alema Îslamê piroz kir û got ku şeredariyên wan, rêxistinên wan jî wê di rojiyê de bi welatiyên nikarin debara xwe bikin re di nava piştgiriyê de bin.
Bakirhan derbarê bûyerên li Rojhilata Navîn û daxuyaniya Wezîrê Karên Dervê yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ku gotibû ‘Piştî Sûriyeyê dor dê were Iraqê’ jî wiha got: “Piştî van gotinan Serokkomarê Tirkiyeyê neçar ma ku li Sudanî bigere. Lê divê em bi pişt perdeya van gotinên Wezîrê Karên Dervê bizanibin. Lê em hişyar dikin geşedanên ku li Iraqê dest pê bike heta Îran û Yemenê dê bandor li tevahî herême bike. Tirkiye divê ji senaryoyên wiha dûr bisekine. Gefên li dijî Kurdan; Hewler, Silemanî, Mexmur û Şengalê ne helwesteke rast e. Em bi awayekî şênber ji Wezîr dipirsin; Hûn dixwazin hesabên nû li dijî Şengal, Mexmûr û Herêma Kurdistanê pêk bînin an na? Heke hesabeke wisa hebe ew hem li dijî pêvajoyê û hem jî ji bo pêşeroja 86 milyon welatiyan xelatiya herî mezin e. Ya ku divê bibe bi Kurdan re tifaqên dîrokî ava bikin. Li dijî planên hêzên emperyalist li ser Rojhilata Navîn em Yekîtiya Demokratîk a Rojhilata Navîn pêşniyar dikin. Divê mafên gelan bên mîsogerkirin û di navbera gelan de wekhevî pêk were. Ew pêşniyara me taybet jî ji desthilatê re ye. Tirkiye bi çareseriyeke demokratik a bi Kurdan re dikare piştgiriya yekîtiyeke bi vî rengî bide.”
Bakirhan bal kişand ser salvegera 27emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo û axaftina xwe wiha domand: “Li Rojhilata Navîn 27 sal berê hat xwestin bibe navenda krîzekê. Bi vê armancê komployek li dijî birêz Abdullah Ocalan pêk hat. Wê komployê bi me hemûyan da windakirin. Birêz Ocalan di 27 salan de gelek hewldanên çareseriyê pêş xist. Bi banga dîrokî ya 27ê Sibatê re armanca vê komployê vala derxist. Bi êrişên li dijî Rojava re xwestin vê komployê nûjên bikin. Birêz Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê kete dewrê û armanca vê komploya navneteweyî jî pûç kir. Em spasiyên xwe pêşkêşî birêz Ocalan dikin. Silav û hurmet jê re.”
Bakirhan destnîşan kir ku divê fikir û ramanên Rêber Apo bi awayekî şênber bi gel re bên parvekirin û wiha pê de çû: “Şahidiya dîrokê nîşan dide ku Birêz Ocalan navnîşana çareseriyê ye. Me jî dît. Wê demê divê her kes helwesteke hevgirtî nîşan bide. Pêwîste cidiyeta pêwîst bê nîşandan û ji bo karibe rola xwe bilîze divê hewl bê dayin ku astengiyên li pêşiya Birêz Ocalan bêne rakirin. Ev zelalî hem ji bo serketina pêvajoya aştiyê hem jî ji bo aramiyê nebe nabe. Ji bo aştiyeke mayinde divê statu û mercên kar ên Birêz Ocalan ne bi fîîlî lê divê bi sererastkirineke qanûnî û fermî bê diyarkirin û bê garantîkirin. Ji ber ku sererastkirinên fîîlî demkî ne. Sed sal in Kurdan li vê erdnîgariyê gelek gotin û soz bihîst, gelek guhertinên fîîlî dît; lê belê her yek jê ji aliyê hinekan ve tine hate hesibandin. Hate înkarkirin û ji holê hate rakirin. Ti guhertinên ku nav lê nehatiye kirin û li ser zemîna fermî nîne, êdî ji bo aştiyeke mayinde nikare bibe bingeheke têrker. Birêz Ocalan doh ji heyetê re got; ‘Em ne îro dixwazin dîrokê rizgar bikin. Dîrok jî bêyî Kurdan nabe’. Lê hinek jî dixwazin rojê xilas bikin. Lê birêz Abdullah Ocalan sed salan difikire, dîrokê difikire. Ji bo wê jî divê navendeke koordînasyonê ya siyasî ku birêz Abdullah Ocalan di nav de ye, bi tevlibûna desthilat û muxalefetê pêvajoa dikare bi pêş ve biçe.”
Tuncer Bakirhan diyar kir ku ew çareseriya pirsgirêkeke sed salan nîqaş dikin û ev bang li partiyên siyasî kir: “Ez bang li hemû serokên partiyên siyasî dikim ku werin em di lutkeyeke de werin cem hev. Em cudahiyên hev li aliyekî deynin û ji bo aştî û pêşeroja Tirkiyeyê em qala çareseriyê bikin. Heke îro em ê neyên ba hev, em ê kengî werin cem hev? Divê bi mazuvaniya birêz Serokkomar Erdogan, serokên partiyan li hev bicivin. Çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê divê neyê taloqkirin. Werin em zemineke ku bikaribin siberoja xwe diyar bikin ava bikin.”
Tûncer Bakirhan derbarê xebatên Komîsyona Meclîsê de jî anî ziman ku divê rapor li gorî hişmendiyeke nû rapor were amadekirin û wiha got: “Bi zimanê kevn û heşmendiya berê nikarin vê pirsgirêke çareser bikin. Tiştên ku bi dara zorê sed sal berê ji me nekaribû bidin gotin niha bi dirêjkirina gulekê nekarin bidin gotin. Divê komîsyon çareseriya pirsgirêka Kurd weke çerçoveya ‘terorê’ nebîne û nenirxîne. Ev ne meseleyeke ‘terorê’ ye lê meseleya demokratîkbûyînê ye. Divê gavên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyînê werin avêtin. Li ser vê yekê divê rapora komîsyonê nûjen, maf û hebûna hemû gelan mîsoger bike.”
Tûncer Bakirhan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser Konferansa Ewlehiyê ya Munihê ku Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed beşdar bûbûn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Konferansek pirr girîng bû. Me gelek caran ji dewletê re got divê birêz Mazlum Ebdî û Rêveberiya Xweser werin Tirkiyeyê lê bersivên bi ezber dan. Lê niha li Almanyayê hemû dewlet ketine dorê û hevdîtinan dikin. Hêvî dikim niha şûn vê van xelatiyan nekin. Wêneyê konferansa Munîhê kesên digotin Kurd têkçûnê jî vala derxist. Li Munîhê Kurd bi vîna xwe tev li hevdîtinan bûn û pêşketineke girîng pêk anîn. Kurd têkneçûn û mafên xwe di raya giştî ya cîhanê de jî anîn ziman û hatin qebûlkirin. Li dijî kesên krîzan em ê çareseriyê pêş bixînin.”
Piştî komcivînê Tûncer Bakirhan pirsên rojnamegeran bersivand. Bakirhan pirsa “Hûn dikarin naveroka banga ji bo partiyên siyasî vekin” berisvand û got ku heke serokên partiyan hemû li hev bicivin dê bandoreke erênî li ser pêvajoyê bike. Tuncer Bakirhan li ser pirsa rapora hevpar jî got ku nîqaşên li ser raporê berdewam dikin û piştî hale dawî yê raporê pêk hat ew dê nirxandinê bikin. Bakirhan li ser pirsa têkildarî hilbijartinên pêşwext jî got ku hilbijartina pêşwext di rojeva wan de tune ye û di rojeva wan de pêvajoya çareseriyê heye.”

