Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di Civîna Koma Meclîsê ya partiya xwe de axivî û danûstandinên li Forûma MERÎ ya li Herêma Kurdistanê ya Federe nirxand.
Bakirhan anî ziman ku di forûmê de wî hevdîtin bi Nêçirvan Barzanî, Bafil Talabanî, Qûbad Talabanî, Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed re hevdîtin kir û got, aktorên Kurd girîngiyê didin diyalogê û pêvajoya li Tirkiyeyê.
Bakirhan ragihand ku wêneyê hevpar ê aktorên Kurd hêja ye û got, “Kombûna li hev, kişandina wêneyekî hevpar girîng e. Mesafeya heta niha bi vê kombûn û van wêneyan kêm dibe, lê belê wêneyek têrê nake; divê hîmên dîplomatîk, civakî û siyasî yên nêzîkbûna li hev bê danîn.”
Tûncer Bakirhan ji ber keraseta lehiyê polîtikayên desthilatê rexne kir û wiha got: “Em nikarin vê mijarê bi tenê baranê ve girê bidin. Divê em lê binêrin ew bajar çawa tên birêvebirin. Bajarên şîn ser hev kirin beton. Çem tije kirin. Ew yek jî dibe sedema kerasetên bi vî rengî. Hê li ser vê kerastê jî qala projeya Qanala Stenbolê dikin û dixwazin bixin meriyetê. Em dibêjin pêdiviya Stenbolê bi van projeyan tune ye lê pêdivî bi dawîanîna van projeyan heye. Desthilat şûna bi desteserkirina şaredariyan re mijûl dibe divê bi rewşa bajaran re eleqedar bibe. Divê hişmendiya bajaran ji rantê re vedikire têbikoşin. Em ê li dijî rantê xwezayê biparêzin.”
Tûncer Bakirhan diyar kir ku li Rojhilata Navîn bi krîzên nû re rûbirû ye û ev tişt anî ziman: “Geşedanên li welatekî Rojhilata Navîn me hemûyan eleqedar dike. Di serdemekê wisa de em tev li foruma Hewlêrê bûn û li wir ser rewşa herêmê û pêvajoyê axivîn. Nîqaşên xurt hatin kirin. Em spasiya yên ked danê forumê û tevlîbûnê dikin. Me li wir birêz Neçîrvan Barzanî, Bafil Talabanî, Qubad Talabanî û birêz Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî re hevdîtin pêkanîn. Silavên hemûyan ji wê re hebûn. Di forumê de jî me careke din piştgiriya ji bo pêvajoyê û girîngiya diyaloga nava Kurdan dît. Heke pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi awayekî serketî encam bigire wê bandor li ser Rojava, Başûr û herêmê bike. Wêneyê yekitiyê girîng bû lê têr nake divê lingê wê yê dîplomasiyê û yekitiya di nava Kurdan xurt bibe. Xurtbûna yekitiya Kurdan wê bandor li ser aştiya herêmê bike. Divê Kurd di nav xwe de bêhtir bikevin diyalogê û pirsgirêkên xwe çareser bikin û di hewsengiya herêmê de bi xurt cih bigirin.”
Bakirhan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û wiha pê dê çû: “Birêz Bafil Talabanî di forumê de got ku li Îranê jî diyalog destpê kirine. Hê li Îranê rewşeke aram pêknehatiyê lê aliyên Kurd ne di şer de ne lê di nav diyalogê de ne. Em jî diyaloga bi Îranê re girîng dibînin û piştgiriyê didin. Ji bo Tehranê jî ew firsendeke û divê masaya çareseriyê li Îranê demildest bê avakirin û ew mase veguhere çareseriyeke mayînde. Heke ziman û nasnameya Kurd hat naskirin Îran jî dê xurt bibe. Heke Îran vê yekê bike dê ji mudaxaleyên derve re jî bêhtir li ber xwe bide. Pêvajoya li vir jî serkêftî encam bibe ji bo Îranê jî dê baş bibe.”
Tûncer Bakirhan destnîşan kir ku Rêveberiya Tevgerê gavên girîng ji bo pêşvêçûna pêvajoyê avetinê û wiha axivî: “Niha ji bo gavavêtinan dewlet li benda çi ye? Rêveberiya Tevgerê dibêje hê em çi gavan biavêjin. Li girtîgehan bi hezaran kes li benda berdanê ne. Civak piştgiriyeke xurt dide pêvajoyê. Tu hinceta desthilatê ya li bendemayînê tuneye. Divê desthilat êdî derbasî merhaleya gavavêtinên şênber bibe. Civak ji me dipirsê; Birêz Ocalan dê kengî di şert û mercên azad de bixebite, dê kengî ji raya giştî re biaxive, girtî dê kengî bên berdan, yên li sirgûnê kengî vegerin, yên çiya kengî vegerin. Me her tişt fehm kir lê girtiyên nexweş dê kengî bên berdan. Girtiyên nexweş nikarin tedawî bibin. Qeyûm dê kengî rabin. Gavên demokratîk dê kengî bên avetin. Aştî nayê sekinandin. Bi hincetan ew derfeta mezin nayê berhewakirin. Divê meclis berpirsyariyê bigire û gavên qanûnî yên pêwîst biavêje. Astengiyên li pêşiya azadiya ramanan rake û gavên demokratîk biavêje.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê anî ziman ku divê desteya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê têde cih bigire demildest dest bi xebatan bike û axaftina xwe wiha domand: “Ya ku çek danînê pêkbîne ew desteye. Muzakerevanê serekê yê vê pêvajoyê birêz Ocalan e. Her roja ku derbas dibe ji bo aştiyê windahiyeke. Divê ew deste êdî dem winda neke û dest bi kar bike.”
Tûuncer Bakirhan nerazîbûn nîşanî polîtîkayên desthilatê yên sansurê li dijî muxalefetê da û ev tişt anî ziman: “Ji bo Halk TV’yê qeyûm hat tayînkirin. Pirtûka Mahîr Çayan a Dîpnotê tê desteserkirin. Malperên Ajansa Mezopotmayayê, ya JINNEWSê û Yenî Yaşamê tên astengkirin. Em di sedsala 21an de ne. Di vê sedsalê de jî em ê çi pirtûke bixwînin, çi nûçeyê temaşe bikin desthilat dê biryar bide. Em ji desthilatê re dibêjin wêrek be û gavên demokratîkbûyînê biavêje.”
Tûncer Bakirhan bi lêv kir ku neliritiya fonan diziya herî mezin a salên dawî bûye û wiha axivî: “Ew xwarina mafê ewdê xwedaye. Ew di ola Îslamê de guneha herî mezin e. Ji aliyekî vê kedkar di nava xizaniyê de hewl didin debara xwe bikin lê ji aliyê din vê jî hinek bi hêza siyasî sermayeya xwe mezin dikin û neliritiyan dikin. Taqawîd ji bo mafê xwe têdikoşin em jî piştgiriya wan dikin. Heta taqawîd bigihêjin mafên xwe û bi muçeyeke mirovî bi dest bixînin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ji aliyekî karker ji bo debara xwe li ser kar dimirin lê ji aliyê din vê jî hinek bi torpîla ‘AK’ sermayeya xwe mezin dikin. Li pişt neliritiya fonan jî hezeke siyasî heye. Şûna ku li ser neliritiya fonan îstîfa bikin dibêjin mîhrakên dervê û hundir hene. Lê ne derve mihraq hene û ne jî li hundir. Berpirs hûn e. Meclisê qanûn jî dê ji bo fonan derkeve û di qanûn de dibêjin pere wê dizînê bînin em efû bikin. Qanûneke wisa nabe. Divê berpirsyariya xwe bi cih bînin û mexduriyeta mexdûran dabin bikin.”
Bakirhan her wiha li ser budçeya sala nû jî destnîşan kir ku budçe dîsa ji parastin û sermayeyê re hatiye veqetandin û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Dibêjin budçeya refahê. Lê di budçeyeke ku kedkar di nav de tunebin dê çawa bibe budçeya refahê. Ew budçeya zengînan e. Baca karkeran 5 trilyon kirinê lê ya patronan 2 triliyon kirinê. Ew budçe ya kê ye? Em ê li dijî vê budçeyê li qadan têkoşîna xwe bidomînin. Em vê budçeyê qebûl nakin. Bila herkes bizane. Rêxistinê şer bidawî kiriye. Di vê serdemê de hûn çima çavkaniyan ji şer û parastinê re vediqetînin. Em dibêjin çavkanî bila ne ji şer lê kedkaran re bê veqetandin. Me li dijî vê budçeyê kampanyayek jî daye destpêkirin. Em li benda piştgiriya wê ya vê kampanyayê ne. Werin em bi hev re li dijî vê budçeyê têkoşîna xwe bidomînin.”

