Nirxandina Endamê Fermandariyê ya Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan a têkildarî şehîdan bi vî rengî ye:
“Weke tê zanîn di salên dawiyê de li ser me êrişên pir mezin çêbûn. Bi taybetî 10 salên dawî dewleta Tirk bi her cûreyî û bi teknolojiya serdemê, bi çekên modern li ser me êrişen pir berfireh meşand. Heta çekên qedexe, kîmyasal li gelek deveran bi kar anî. Armanca wan gerîlayên azadiya Kurdistanê tine bikin û piştre jî destketiyên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, Şengalê ji holê rakin. Û careke din destketiyên gelê Kurd ên li Başûrê Kurdistanê di bin zextê bikin. Ango wisa êrişeke di şexsê gerîla de li hemberî destketiyên gelê me bû. Li Îmraliyê tecrîd giran kirin. Û li çiyayên Kurdistanê jî êriş mezin û berfireh kirin. Li hemberî van êrişên dewleta Tirkiyeyê Rêber Apo li Îmraliyê gav paşve navêt, li ber xwe da. Û gerîla jî li serê çiyê berxwedaneke dîrokî lidar xist. Di dîroka gelê Kurdistanê de yekemcar e pênc salan li ser hev di heman sengerê de berxwedan bi pêş ketiye. Ango dewletê bi hemû çekên xwe, bi hemû hêza xwe nikarîbû ji destê gerîla bigirta. Keç û xortên Kurd berxwedaneke wisa dîrokî lidar xist. Nîşaneya xwe Metîna ye. Binihêrin, Metîna niha bi diyalogê me beriya niha bi demekê hêzên xwe ji wir kişand. Lê belê wan 17’ê Nîsana 2021’ê êriş li ser Metînayê birêxistin ji bo dagir bikin. Lê belê fedaiyên vî welatî, ev egîdên qehreman rê nedan dagir bikin. Berxwedaneke wisa mezin, dîrokî ku qet di dîroka gelê me de pêk nehatiye bi pêş ket. Li ser wê esasê dewleta Tirkiyeyê di Metîna de, di Zapê de û li gelek deverên din hat xetimandin. Û ji bo wê ev pêvajo niha destpê kir. Nexwe çi hewce didîtin ku bangî Rêber Apo bikin û bi Kurdan re diyalogê bikin. Wan dixwest ji holê rakin. Lê ev egîdên qehreman rê nedan vê. Şehîdên me rê nedan vê.
Hevalên hêja, malbatên bi rûmet;
Weke hûn zanin me beriya vê li Bakurê Kurdistanê 749 heval bîranîna wan ragihand û li Bakur taziye hate danîn. Bîranînên van qehremanan ji aliyê gelê me ve hate pêşxistin. Ev hevalna di şerê germ de cûrbecûr dîrokan de şehîd ket. Me gelek şehîd di wextê de îlan kir. Lê belê me hemû nikarîbû bikira. Ji ber ewlekariya hevalan muhabere hate rawestandin. Agahî dereng dihatin. Li aliyekî şer dewam bû, şehîdên nû her tim hebûn. Hin şehîd wisa man. Wê demê nehate îlankirin. Sedemê xwe ev bû. Ewlekarî bû, agahî dereng dihat û yek jî bin hev de ma, ji bo wê ev şehîdên ku di wextê de nehate îlankirin em niha radigihînin. Ez bawer im malbatên hêja û gelê me wê wateyê bidin vê yekê. Ji ber ku şert û mercên wê demê bi rastî şert û mercên giran bûn. Gelek agahî dereng dihatin. Mînak, piştî 6 mehan dihat, wext di ser re diçe, şehîdên nû hene, ew diketin rêzê. Wisa hinek hevalên me heta niha man. Weke min got, yên Bakur me hemû ragihandin. Niha em dixwazin ên beşên din ango Rojava, Başûr, Şengal, Rojhilat ragihînin. Ji xwe yê Rojava 19 hevalên li Dêrik, Girkê Legê hatin ragihandin û bîranîna wan çêbûye. Niha hîn 157 heval mane. Ev jî ji deverên din e. Di rojên pêş me de wê bên ragihandin. Careke din ê li Şengalê 8 egîdên me hene. Yê Başûrê Kurdistanê 21 egîdên me, şehîdên me hene. Û yê Rojhilatê Kurdistanê jî 78 qehremanên me, şehîdên me hene. Em ê van di nava vê mehê û mehên pêş me de hemûyan ragihînin û bi raya giştî re jî parve bikin. Ez bi navê tevgera me van hemû qehremanên ku em ê ragihînin bi rêzdarî, bi hurmet bi bîr tînim. Serê xwe li hember bîranîna wan ditewînim. Û me soza ku daye wan em careke din dubare dikin. Van egîdan destan ava kirin û gihîştin şehadetê. Em soz didin em ê hêjayî wan bin. Jiyana me ji niha û pê ve, têkoşîna me wê di xeta wan de be. Em ji bo xewn û xeyalên wan bi ser bixînin, destketiyên vî gelî misoger bikin, doza wan bi ser bixînin çi ji destê me tê em texsîr nakin, em ê bi soza hevrêtiyê heta dawiyê girêdayî bin. Her malbateke egîdên wisa xwedî kir, mezin kir dikarin bi van hevalên hêja serbilind bin. Ji xwe em malbatên şehîdan weke malbatên nirx dihesibînin. Ji ber ku bi rastî nirxek ava kirin. Her ferdê malbatê jî dikare bi van qehremanan her tim serbilind bin. Lê belê divê em wek hevrêyên van egîdan û malbatên van egîdan, li hemberî wan em berpirsyariyên xwe jî pêk bînin. Çi ye ew? Em xeta wan bişopînin, em di doza wan de têbikoşin. Wisa em ê wan jiyankirin bidin. Em çi dibêjin? Em dibêjin ‘şehîd namirin’. Ev ne gotinek tenê hestiyar e. Na, şehîd namirin. Çawa namirin? Şehîd her tim xetê diparêzin, her tim li ser me emir dikin, ji ber wê şehîd rêberê me yê nemir in. Her tim hene. Ji bo wê Rêber Apo dibêje ji bo armanca mezin mirin ne mirin e, her tim jiyan e. Em hêvî dikin malbatên me yên hêja jî wisa nêzîk bibin, bi zarokên xwe ku wisa gihîştine asta qehremaniyê serbilind bin, lê şopdariya wan bikin, layiqî wan bin, wan bikin kesên nemir.
Hevalên hêja, malbatên bi rûmet;
Gelê me, gelê Kurd di herêma Mezopotamyayê de li gel ku gelê herî herî kevn e û li vê herêmê bi cih bûye, lê netewebûna xwe di wextê de pir derneketiye pêş e. Bêguman sedemên vê yên dîrokî, civakî, girêdayî baweriyê heye. Dema mirov dinihêre di serdema pêşveçûna kapîtalîzmê de netewebûn di nava gelan de bi pêş dikeve. Di salên 1800’î û pê ve. Lê belê gelê Kurdistanê wisa nebû. Yek, ji xwe kapîtalîzm pir dereng tê Kurdistanê. Ya din jî gelê Kurd hîn di dema Med û pê ve formeke xwe heye. Ev forma eşîr û mîr, dem bi dem bi hev re tifaq; ev wisa bi şêwazekî klasîk, kevnar her dewam dike. Wisa dîrokeke sergirtî tê meşandin. Rêber Apo wisa pênase dike. Yanî demekê wisa navê xwe pir ne li pêş e, lê li herêmê aktîf e. Bi taybetî piştî piraniya gelê Kurd Îslamiyet qebûlkirin û pê ve her wisa ye. Yanî ji ber Xelîfe pejirandine, ji bo wê wisa nêzbûnê netewe dewletê, netewebûn pir zêde xwe nade pêş. Ji ber wan taybetmendiyan her bi rengekî xwe maye. Ya din; gelê Kurd di warê ziman de pir maldar e. Zimanê Kurd pir maldar e. Dibêjin di dinyayê de di rêza 8’emîn de ye. Gelek zaravayên xwe hene. Şaxê xwe hene. Ango zimanê xwe maldar e. Wekî din; di warê baweriyê de Kurdistan pir renge reng e. Rast e, piranî Misilman e, lê belê her bawerî li Kurdistanê, di nava gelê Kurd de heye. Yanî Sûnî heye, Elewî heye, Şîa heye, Yarsan heye, Kakaî heye, Êzidî heye, Zerduştî heye, Mesihî heye. Wisa civaka Kurd bi aliyê xwe yê cûrbecûr heye. Piştre di 1639’an de di navbera dewleta Osmanî û Îranê de Peymana Kasri Şîrîn çêdibe, bi wê peymanê Kurdistanê tê dubeşkirin. Parçe dibe. Hîn jî ew sînor derbasdar in. Piştre bi Peymana Lozanê Kurdistana di bin kontrola Osmanî de tê sêbeşkirin. Wisa dibe çar beş. Niha ev tişt hemû ji bo yekîtiya neteweyî, ji bo pêşxistina ruhê neteweyî asteng e. Bi taybetî bi siyaseta dewletên hawirdor jî ev ferq û cewaziya di nava civaka Kurd de hîn zêde tê kûrkirin. Yanî wer lê hatiye ku Bakurê Kurdistanê Amed şer dike, Dersim temaşe dike. Piştre Serhat şer dike, her kes temaşe dike. Dûre dewleta Tirkiyeyê berê xwe da Dersimê, komkujiyên mezin lê çêkir, xelkê temaşe kir. Heman tişt li Başûrê Kurdistanê jî heye. Yanî tê zanîn Soran, Behdînan gelek caran nebûye yek, nakokî heye. Li Rojhilatê Kurdistanê aliyek Kurmanc e, Mukriyan, Erdalan cuda ye. Bi taybetî herêma Kirmaşan, Îlam hîn zêde cuda ye. Çima? Baweriya xwe ne yek e. Bi hev re tevnegeriyane. Li Kurdistanê ev faktorên di bingeh de dewlemendî ye ango maldarî ye, dibe sedema parçebûnê, kûrkirina parçebûnê. Di vê der barê de derketina Rêber Apo li Kurdistanê serdemeke nû bi xwe re bi pêş xist. Weke mîladekê ye ji bo doza neteweyî. Rêber Apo hîn destpêkê fermî dest bi kar nekirî, hevalê Fûat nas dike. Diçe dixwaze nas bike. Li heman dibistanê li Enqereyê dixwîne. Wisa dest bi kar dike. Yanî di navbera xwe û hevalê Fûat de yekîtiyê çêdike, tevkariyê çêdike û dest bi kar dike. Rêber Apo ji bo li Kurdistanê avakirina ruhê neteweyî û yekdestiya neteweyî karekî îdeolojîk, siyasî û rêxistinî berfireh meşand. Wisa hemû cudahiyên li Kurdistanê hene, gihîşt wan. Di şexsê kadro de xwest yekîtiya neteweyî çêbike. Hemû rengên Kurd di nava hevalan de hebû. Hewldana vê bi pêş xist û ev di warê fikrî de kûr kir. Yanî welê êdî bû tu ji ku ye, çi zaravayî, çi mezhebî, çi ol e ew ne; tu Kurdî, neteweyî, Kurdistanî ye. Ev derket pêş. Berê Kurdistanî, netewebûn piştre bawerî, zarava û tiştên din. Ev weke armanceke herî sereke hat pêşxistin. Ya din jî tevgera me ne weke tevgereke din e. Hîn di destpêkê de weke komeke biçûk e, dewletê êriş bir ser. Hevalê Heqî Karer şehîd ket. Yanî şehîd çêbû. Li ser bîranîna şehîd lêhûrbûna pêş ketî kom bir partîbûnê. Kom bir biryara têkoşînê. Ji bo xwîn li erdê nemîne. Partiya me, kombûna me wisa pêk hatiye. Ya din jî hîn di destpêkê de ruhê hevaltiyê pir xurt bû. Heval pir bi hevalan re girêdayî bû. Girêdana xwînê hîn zêdetir hevaltî derket pêş. Dema ku hevalek şehîd ket, her kes ji bo xwîna şehîd li erdê nemîne, ji bo doza şehîd bê meşandin hîn zêde beşdar bû. Hîn zêde tevgerîn bi pêş ket. Wer lê hat ku her şehîdek bi xwe re mezinbûn çêkir. Şehîdek ji malbatekê çêbû, ew malbat jî dibû malbata tevgerê. Li gundekî şehîdek çêbû, gund bi tevahî dibû gundê tevgerê. Li ser dihat rawestandin, tevkariyek dihat kirin, dihat qezençkirin. Ji eşîrekê şehîdek çêbûya, eşîr piranî dibû eşîra tevgerê. Yanî bi vî rengî ev tevger bi şehîd mezin bûye. Bi şehîd têkoşîn meşand. Tevger li dora fikir û ramanê Rêber Apo û li dora şehîdan kom bû. Û heta roja îro jî tiştên ku vê tevgerê li ser lingan digire, dimeşîne û ku hişt berxwedanê ku kesek nikare bike bi ruhekî fedaî, bi cesareteke mezin, jin, zilam bi rengekî awarte, kesayet ava bike, jiyaneke hevrêtiya kûr, azad, wekhev bi pêş bixîne, di bingeha wê de ev heye. Manewiyateke bilind, li ser ruhê hevrêtiyê, li ser xeta Rêber Apo avabûna wê fedaîbûnî bi pêş xist, egîdbûn bi pêş xist. Ji bo wê komek hevrê dikarin bi salan li cihekî li hemberî neyaran li ber xwe bide. Ew îrade û ruh hat avakirin. Vaya bêguman di bingeha wê de fikir, raman û îdeolojiyek, manewiyatek heye. Lê ev bi xwîna şehîdan hat avakirin. Ev tevger wisa bi şehîdan pêk hatiye û mezin bûye. Şehîd ruhê neteweyî bi xwe re ava kir. Ango şehîdek li deverekê çêbû ew dever hemû bû qada têkoşînê. Wisa bi xwîna şehîd ev astengiyên ku ji dîrokê tê, yanî zaravayê cuda, baweriya cuda, herêmên cuda; ev astengî rabûn. Bi têkoşîna Rêber Apo, bi berxwedana şehîdan sînorên navbera Kurdistanê bê wate bû. Berê her parçeyekî Kurdistanê di hundire xwe de bû, pir zêde haya xwe ji hev tine bû. Mirov dikare bibêje ji hev dûr bû. Lê şehîd ev mesafe rakir, nêzî hev kir. Niha binihêrin, gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê hev nas dike. Parçeyek li ser parçeyê din difikire. Hesteke neteweyî ava bûye. Lê belê ev 30-40 salên berê ewqasî nebû. Rast e, berî me jî hewldanên netewebûnê heye. Lê belê ne wisa geş bû û xurt bû. Bi taybetî cudahiyên bawerî, ol, vana li pêş yekîtiya neteweyî asteng bûn. Niha ew astengî bihurî. Careke din her kes baweriya xwe bila bimeşîne, lê belê her kes di netewebûna xwe de divê xwedî helwest be, xwedî refleks be, li hev xwedî derkeve. Ji ber ku li hev xwedî dernediket gelê Êzidî ewqasî ferman lê rabû. Gelê Elewî ewqasî zext li ser çêbû. Ya rast çi ye? Netewe li hev xwedî derkeve, di baweriyê de jî her kes azad be. Di zarava de her kes azad be û divê em hemû zaravayan bidin jiyîn. Hemû dewlemendiya çand û zimanê Kurdî ye, ya Kurdewarî ye. Bi vî awayî hişmendiya pêş ketiye îro li Kurdistanê qeneetek, bîr û baweriyek çêkiriye. Îro hevrêyekî ji Kirmaşan ji Îlamê diçe li Dersimê şer dike bi salan. Yekî ji Dersimê diçe li Sineyê, li Erdelan bi salan şer dike. Yekî ji Amedê diçe li Rojavayê Kurdistanê ya jî li Rojhilatê Kurdistanê yan jî li Başûrê Kurdistanê bi salan dimîne. Yê Başûr jî diçe li Bakur dimîne. Vaya di şexsê şehîdên me de mirov pir baş dibîne. Biçe niha li şehîdgehên me binihêrin, ji her beşên Kurdistanê heval hene. Niha tiştê herî hêja, herî pîroz ev e. Û bawer bike ku ciwanek, ne tenê devera xwe û beşê xwe, beşên derveyî xwe jî difikire. Û radibe bêyî berjewendiyên şexsî bixwaze bi rê dikeve ji bo beşeke Kurdistanê yê din diçe têkoşînê. Û xwe feda dike. Fedaiyane ji bo wî beşî rizgar bike tevdigere. Ev giştî tiştekî pir bi wate ye, lê belê ew ciwan, ew keç, ew xort ewqasî berpirsyarî li ser xwe dîtiye, rabe ji Sine dibistana xwe berdide diçe li Rojava yan jî li Bakur li Amedê ya jî li Dersimê tevlî têkoşînê dibe. Ev ne tiştekî ji rêzê ye. Kesek em bibêjin li Silêmaniyeyê li vê derê meseleya neteweyî hinekî çareser bûye, lê belê li ser xwe berpirsyariyê dibîne, radibe beşdar dibe diçe li Bakur şer dike. Ev ne tiştekî ji rêzê ye. Ev netewebûneke. Lê belê ev ruhek e, ew ciwanê ku ev berpirsyarî li ser xwe dîtiye tê wateya ku ne kesekî ji rêzê ye. Kesekî xwedî berpirsyarî ye, kesekî hêja ye, kesekî bi rûmet e. Keçeke Kurd dibistana xwe berdide diçe li serê çiyayê Kurdistanê li beşekê qet nebihîstiye, ne nas dike şer dike. Ev ronesansa Kurd e, ronakbîriya Kurd e. Netewebûna bilind e. Û ev nîşaneya azadiya Kurd e. Rizgariya Kurd e. Niha di şexsê van hevalên me ji Rojava, ji Başûr û ji Rojhilatê Kurdistanê de ev heqîqet diyar dibe. Ango ev şehîdên niha tên ragihandin, bîranînên wan tê çêkirin, her şehîdek, qehremanek, her yek hêja ye. Navê hemûyan em nikarin li vir bixwînin, ji xwe di bîranînê de navê her hevalekî yek bi yek tê xwendin, serpêhatiya wan çi ye tê nivîsandin û tê parvekirin. Her yekî destaneke xwe heye. Destanek çêkiriye, wisa gihîştiye şehadetê. Tena xwe yek ji Efrînê bi rê bikeve, bê li ser çiyayê Bakurê Kurdistanê bi salan bimîne û şehîd bikeve, ev ne tiştekî ji rêzê ye. Ma ne bi hezaran ciwanên Kurd wisa ji Rojavayê Kurdistanê berê xwe dan Bakur di wextê de. Ji hemû beşên Kurdistanê wisa bû. Ya girîng ji hemû mezheban bû. Mesela em beşdarbûna Kirmaşan, Îlam pir hêja dibînin. Ewqas hevalên me niha hene, ewqasî milîtanên Apoyî hene ji van deveran. Vaye ew cudabûn êdî radibe. Yekrêzî, yek netewebûn bi pêş dikeve. Xurt dibe. Ev ji bo gelê me, ji bo dahatûya gelê me tiştekî pir hêja ye. Ango di şexsê van egîdên qehreman de, di şexsê van lehengan de ev rastiya netewebûnê tê ziman. Ev diyar dike ku êdî em netewe ne, kes nikare vê derçav bike. Va gel êdî wê di bin her şert û mercî de xwe rizgar bike û xwe azad bike. Ev egîdên niha ji Rojavayê Kurdistanê, ji Başûrê Kurdistanê, ji Rojhilatê Kurdistanê ku bîranînên wan têne lidarxistin, her yekî wan egîdek wisa ye, bi rol û mîsyoneke wisa rabûye û li ser vî esasî gihîştiye şehadetê. Beşdarbûna beşên din, destpêkê Rojava bi pêş dikeve. Hîna di sala 1985’an de hevrê Îsmaîl Dêrik ji Dêrikê ye, ev heval heta asta cîgiriya navendê di têkoşîna me de bilind bû û hevrê Mihemed Eldemir, ev heval ji Kobanê ye, dûre hevrê Mûstafa birayê wî jî bi heman şêwazî beşdar bû. Li Mêrdînê herdu jî bi salan têkoşîn meşand. Navê hevalê Mihemed Qere Emer bû, li wir gihîştin şehadetê. Tevlîbûna destpêkê ya li Rojava ev bû. Li Başûrê Kurdistanê jî di sala 1989’an de destpêkê li kampa penaberiyê ya Zêvê tevlîbûna ciwanên Başûrê Kurdistanê çêdibe. Di wê demê de hevalê Zêrevan, Cotyar, dûre şehîd ketin, ew jî di nava refên destpêkê de bûn. Li Rojhilatê Kurdistanê jî heman salê di sala 1989’an de yek heval tevlî dibe. Hevalê Bakur. Di sala 1990’î de hevalê Qehreman tevlî bû. Ew jî dûre gihîştin şehadetê. Piştî wê êdî yek bi yek li Rojhilat tevlîbûn destpê dibe, piştre bi girseyî tevlîbûn çêdibe. Wisa her diçe di nava refên rêxistinê de netewebûn xwe temam dike. Dûre li her beşekê rexistin çêdibe, têkoşîna wir hat meşandin. Weke tê zanîn me di têkoşîna Bakurê Kurdistanê de hevalên şehîd ketin ango yên bi navê destpêkê HRK, dûre ARGK, piştre HPG têkoşîn kirin û şehîd ketin, me weke 27 hezar hevrê ragihandibû. Niha şehîdên Rojavayê Kurdistanê, yên Şengalê, Başûr û yên Rojhilatê Kurdistanê jî eger ku mirov li ser bihesibîne, şehîdên tevgera Apoyî nêzî 40 hezarî heye. Li Bakurê Kurdistanê min berê gotibû şehîdên sivîl, hejmara wan nehatiye tespîtkirin. Ev karekî li pêş e, ku divê mirov bike. Ango mirov wan jî li ser bihesibîne, şehîdên şoreşa bi pêşengtiya Apogerî bi pêş ketî zêdeyî 45 hezarî ye. Nêzî 50 hezar milîtan, şervan, dilxwaz, welatparêz, sivîl bi giştî heye. Wisa têkoşîna bi pêşengtiya şehîdên qehreman û Rêber Apo hatiye lidarxistin li Kurdistanê xeteke nû vekir û destketiyên mezin ava kirin. Ronesansek bi pêş xist û wisa sengerên ku bikaribe civaka Kurd dahata xwe ava bike, ava kirin û ji vir û pê ve ji bo wan bi ser bixîne wê têkoşînê li ser xeta şehîdên qehreman her biçe hîn zêde bilind bike.”

