Şemî, 21 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Bila girtiyên nexweş bên berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê civîna gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bê ziman jiyan nabe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Parastina azadiya zimanan, avakirina azadî û aştiyê civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA Û DAKB: Zimanê dayikê siberoja me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Murat Yildiz pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên li Rojhilatê Kurdistanê banga yekîtiyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê çalakiyên Roja Zimanê Dayikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bafil Talebanî peyama Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê meşa ji bo zimanê dayikê: Statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê roja zimanê dayikê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jiyan Hisên: Em tu carî dev ji YPJ’ê bernadin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê ji bo 8’ê Adarê banga grevê: Ger jin rawestin wê jiyan raweste

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ocalan dema bang kir herî zêde bawerî bi jinan anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar ji bo 8’ê Adarê bang li hemû jinan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kurd ji bo civîna ‘yekîtiya neteweyî’ ya 2’yê Adarê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Bakirhan: Qeyûm wê ti carî li Kurdistanê bi ser nekeve
Kurdistan

Bakirhan: Qeyûm wê ti carî li Kurdistanê bi ser nekeve

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, berxwedana gel a li dijî desteserkirinê silav kir û got: “Heta ku hûn xwedî li vîna xwe derkevin wê qeyûm ti carê li Kurdistanê bi ser nekeve.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Çalakiyên li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê dewam dikin. Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, Tulay Hatimogullar û Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel hatin Mêrdînê.

Li vir Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş axivîn.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî û berxwedana gel silav kir. Bakirhan destnîşan kir ku gelê Kurd dest ji berxwedana xwe bernede û got: “Ew li aliyekî ve bendewariya çareseriyê çêkirin, gotin, ‘pêvajoyeke nû û asayîbûn’ lê qirkirina siyasî ku beriya 8 salan di 4’ê Mijdarê de kirin, dubare kirin. Ew derewker in, durû ne. Ew derewker, înkarker ku Kurd û gelên Tirkiyeyê red dikin dibêjin qey Kurd wê serî li hember qeyûman bitewînin. Bila baş bizanibin ku Seyîd Riza çi kir, Şêx Seîd çi kir, Mazlûm, Denîz û Sakîneyan çi kirin, gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê jî wê heman tiştê bikin.”

‘POLÎTÎKAYÊN WE YÊN QEYÛM Û ÎNKARÊ TÊK ÇÛ’

Bakirhan diyar kir ku ew ê rê nedin polîtîkayên qeyûmê û bal kişand ser têkoşîna hevpar ya li dijî qeyûmê û wiha got: “Ne qeyûmên wan, ne polîtîkayên wan ên zilmê, ne jî derewên wan wê nikaribe çok li me bide tewandin. Bê şerm in! Ev sê serdem in qeyûm tayîn dikin. Nexwe polîtîkayên we yên qeyûmê negihişt serî, di hilbijartinê de polîtîkayên we yên qeyûmê têk çû, polîtîkayên we yên înkarê têk çû. Niha hûn ê hewl didin van deran ku we di hilbijartinan de winda kir, bi sextekarî û bi biryarên darazê yên derewîn desteser bikin. Em soz didin em ê rê nedin vê zîhniyetê qeyûmê ku vîna we tine dihesibîne. Em ê bi kedkar, xîzan û bindestan re vê zîhniyeta qeyûmê bişînin. Heta ku hûn bi me re bin û li vir xwedî li vîna xwe derkevin, ne talan, ne derew, ne jî qeyûm wê li xaka Kurdistanê bi ser nekeve.”

‘EM Ê LI BER XWE BIDIN’

Bakirhan soza mezinkirina têkoşînê dubare kir û anî ziman ku ew ê heta pêkanîna edaletê li ber xwe bidin. Bakirhan, wiha berdewam kir: “Em banga xwe ya ji Mêrdînê nû dikin: Dev ji vê pergala qeyûmê berdin, ev pergala qeyûm bi kêrî kesî nayê, ev pergala qeyûm îflas kir. Dev ji vê zîhniyeta derewîn, talan û qeyûmê berdin û bila hevserokên me vî bajarî bi rê ve bibin. Em ê nesekinin, em ê şer bikin. Em ê li ber xwe bidin, em soz didin ku em ê bi hev re têbikoşin heta ku aştî û edalet were ser wan xakan û gelê me bi nasnameya xwe bibe welatiyên wekhev.”

‘YEKANE ÇARESERÎ AZADIYA BIRÊZ OCALAN E’

Piştre Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û diyar kir ku hikûmet bi êrîşên li ser destkeftiyên Kurdan hewl dide rê li ber xwe veke û destnîşan kir ku yekane çareserî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e ku li Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de ye. Ûçar anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP’ê têk çû û got: “Ya ku bi ser ket gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bû. Ji ber vê yekê êrîş dikin. Ji siyaseta qeyûm tiştek bi dest nexistine û wê ti tiştî bi dest nexin. Nobeta me wê li Êlih, Mêrdîn, Xelfetî û Esenyurtê bidome. Me bi hev re ji bo demokrasî, azadî û siberojeke ronî têkoşiya û em ê têkoşîna xwe bidomînin. Nirxên vî welatî ne nirxên ku dê teslîmî ti kesî bibe ye. Em ê li vir bin. Yekane rê azadiya Birêz Abdullah Ocalan e ku li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin. “

Piştre, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş axivî û diyar kir ku vîna gel bi darbeya qeyûman hatiye desteserkirin û hikûmeta AKP-MHP’ê vîna gel nas nake. Beştaş got, “Gel we nexwest. Gel dengê xwe neda we. Namzetên DEM’ê ji sedî 57’ê dengan hatin hilbijartin. Em qeyûmê we yê ku bi derbeyê derbeyek derqanûnî pêk anî, nas nakin û qebûl nakin. Xelkê we nexwest, qeyûm tenê dikare li avahiya şaredariyê rûne û nikare we li derve temsîl bike. Faşîzma li Kurdistanê nikare bibe demokrasiya Tirkiyeyê.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Qeyûm bicehime” bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MÊRDÎN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Însîyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê: Li gel derbe tê kirin
Nûçeya Pişt re Li Mêrdîn û Êlihê protestoyên li dijî desteserkirinê didomin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kolanên girtî yên dînîtiyê

Cîhan, mixabin, dişewite. Û ev agir her kû diçe mezin dibe. Û ji ber hin…

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA

Werîşe Mûradî: Têkoşîn û berxwedan didome

Girtiya jin a siyasî ya Kurd Werîşe Mûradî ya li Îranê girtî ye di peyama…

Ji aliyê Stêrk TV

Balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li Metînayê barandin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li Çiyayê Metîna yê li sînorê navçeya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Malbatên li Rojhilatê Kurdistanê banga yekîtiyê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Bokanê çalakiyên Roja Zimanê Dayikê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji Bafil Talebanî peyama Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?