Çarşem, 10 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Veysî Aktaş: Kî xwe birêxistin bike ew ê bi ser bikeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî, CHP û EMEP’ê raporên xwe yên ‘çareseriyê’ radest kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wan û Agiriyê şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akademîsyenên Misrî: Projeya neteweya demokratîk a Abdullah Ocalan gerdûnî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêkolîna SAMER’ê: Piraniya hilbijêrên DEM Partiyê piştgiriyê didin hevdîtinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan avêtin ser Buroya Hiqûqê ya Gel: Parêzer Naîm Emînoglû hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Başûrê Kurdistanê barîna zêde bandorê li jiyanê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meş: Aştî bi mafên mirovan dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê 8 mamosteyên pispor ji kar hatin derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Tundiya li nava civakê li derveyî exlaqê ye, divê tedbîr bêne wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê 5 gerîlayên sala 2019’an şehîd bûne, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ûrmiyeyê 2 kolber ji ber berfê asê man

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di Hefteya Mafên Mirovan de ji bo azadiya Rêber Apo û aştiyê bang hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsên Jinan ên NRW YJK-E’yê li Kolnê perwerde da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Helebceyê jinan li dijî tundiyê çalakî lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Di meha Mijdarê de herî kêm 23 jin û 3 zarok hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Meclîsa Îştar: Civaka demokratîk wê bi pêşengiya jina azad bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    14’emîn Konferana Meclîsa Îştar bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Klîba Şehîd Dilşêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagê konserek hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serpîl Aslan li Frankfurtê bi xwendevanan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emanetgirê antîka yê Hesekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Mêrdîn û Êlihê protestoyên li dijî desteserkirinê didomin
Kurdistan

Li Mêrdîn û Êlihê protestoyên li dijî desteserkirinê didomin

Li Mêrdîn û Êlihê çalakiyên li dijî desteserkirina şaredariyên gel didomin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Bertekên li dijî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin A Mêrdînê, şaredariyên Êlîh û Xelfetî yên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ne, zêde dibin. Polîsan êrîşî girseya ku li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê çalakiya protestoyî pêk dianîn, kirin. Gel bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bertek nîşanî polîsan da û nobeta li ber şaredariyê didomînin.

Gel li dora agirê ku li ber şaredariyê hat pêxistin li hev kom bûn û bi stranan çalakiya xwe didomînin. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş der barê çalakiya nobetê de ev tişt anî ziman: “Di vê pêvajoya ku aştî tê axaftin de di nava gel de hêviyek çêbû. Ev cara sêyemîn e îradeya gel tê desteserkirin. Dîsa di salvegera 4’ê Mijdarê  doza kumpazê ya li dijî HDP’ê de şaredariyên gel hatin desteserkirin. Ev jî nîşan dide ku dewlet plana xwe ya tinekirina gelê Kurd hîn didomîne. Ji ber vê yekê hemû gelê me îro li ber şaredariyê kom bûn û bertekên xwe anîn ziman.

Ji bo îradeya gel neyê desteserkirin û demokrasî bêhtir zirarê nebîne em ji saet 5’ê sibehê ve li vir in. Em li ber şaredariya xwe ne. Me li vir dest bi çalakiya nobetê kir. Em ê sibê civîna koma xwe ya DEM Partiyê li vir pêk bînin. Em ji vir naçin. Em ê hebûn û îradeya xwe biparêzin.

Em dixwazin vîna gelê Kurd bê naskirin. Bi vê ve girêdayî em çareseriya pirsgirêka Kurd dixwazin. Ev hemû bûyer rasterast bi tecrîdê ve girêdayî ne. Em dixwazin tecrîd bê rakirin û gelê Kurd bê naskirin. Em dixwazin qeyûmên ku ji bo şaredariyên me hatine tayînkirin demildest paşve bên kişandin û şaredarî dîsa radestî hevserokên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, bikin. Şaredarî yên gel in û divê dîsa bidin gel.”

ÊLIH

 

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk û parlamenterên DEM Partiyê jî di nav de bi sedan kes li gelek taxên Êlihê bi gel re hatin ba hev. 

Şandeyên ji sê koman pêk hat û çûn serdana taxên cuda. Şande bi çepik û tilîliyan ber bi taxan ve meşiyan û bêyî navber dirûşmeyên “Êlih ya me ye, rûmeta me ye”, “Êlih ranezê xwedî li îradeya xwe derkeve” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” berz kirin.

Şandeyan yek bi yek çûn serdana esnafan û li taxên ku jê re dibêjin “herêma aştî, ked û azadiyê” geriyan û banga “Werin xwedî li îradeya xwe derkevin” kirin. Şandeyê got, “Ti kes nikare îradeya me desteser bike. Em çiqasî li hemberî wan bêdeng bin, ew ê ewqas bi ser me de bên.”

Di serdanan de bang li raya giştî hat kirin ku sibê saet di 11:00 de li ber Salona Dawetê ya Gala ya li “herêma aştiyê” û li Parka Salîh Ozdemîr a li “herêma kedê” bicivin û ji wir jî ber bi şaredariyê ve bimeşin.

Gel jî derketin ber paceyên xwe bi çepik û nîşaneyên serketinê girseya li kolanê silav kirin û ajokarên wesayîtan jî bi lêdana qorneyan piştgirî dan girseyê.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MÊRDÎN / ÊLIH

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bakirhan: Qeyûm wê ti carî li Kurdistanê bi ser nekeve
Nûçeya Pişt re Ciwanên Êlihê di berxwedanê de ne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bernameyên bîranînê yên ji bo Kaytan û Altûn hate eşkerekirin

Ji bo kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn wê li dehan…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtî Bekir Kaydu hat berdan

Bekir Kaydu ê ku piştî 15 salan ji girtîgehê derket got, "Hevalên me li bendê…

Ji aliyê Stêrk TV

Filmekî gerîla ku peyamên dîrokî di nav de hene

Çend roj berê Gerîla TV fîlmê li ser operasyonên şoreşgerî yên li Herêmên Parastinê yên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Başûrê Kurdistanê barîna zêde bandorê li jiyanê dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Amedê meş: Aştî bi mafên mirovan dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Rojhilatê Kurdistanê 8 mamosteyên pispor ji kar hatin derxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêber Apo: Tundiya li nava civakê li derveyî exlaqê ye, divê tedbîr bêne wergirtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?