Bertekên li dijî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin A Mêrdînê, şaredariyên Êlîh û Xelfetî yên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ne, zêde dibin. Polîsan êrîşî girseya ku li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê çalakiya protestoyî pêk dianîn, kirin. Gel bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bertek nîşanî polîsan da û nobeta li ber şaredariyê didomînin.
Gel li dora agirê ku li ber şaredariyê hat pêxistin li hev kom bûn û bi stranan çalakiya xwe didomînin. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş der barê çalakiya nobetê de ev tişt anî ziman: “Di vê pêvajoya ku aştî tê axaftin de di nava gel de hêviyek çêbû. Ev cara sêyemîn e îradeya gel tê desteserkirin. Dîsa di salvegera 4’ê Mijdarê doza kumpazê ya li dijî HDP’ê de şaredariyên gel hatin desteserkirin. Ev jî nîşan dide ku dewlet plana xwe ya tinekirina gelê Kurd hîn didomîne. Ji ber vê yekê hemû gelê me îro li ber şaredariyê kom bûn û bertekên xwe anîn ziman.
Ji bo îradeya gel neyê desteserkirin û demokrasî bêhtir zirarê nebîne em ji saet 5’ê sibehê ve li vir in. Em li ber şaredariya xwe ne. Me li vir dest bi çalakiya nobetê kir. Em ê sibê civîna koma xwe ya DEM Partiyê li vir pêk bînin. Em ji vir naçin. Em ê hebûn û îradeya xwe biparêzin.
Em dixwazin vîna gelê Kurd bê naskirin. Bi vê ve girêdayî em çareseriya pirsgirêka Kurd dixwazin. Ev hemû bûyer rasterast bi tecrîdê ve girêdayî ne. Em dixwazin tecrîd bê rakirin û gelê Kurd bê naskirin. Em dixwazin qeyûmên ku ji bo şaredariyên me hatine tayînkirin demildest paşve bên kişandin û şaredarî dîsa radestî hevserokên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, bikin. Şaredarî yên gel in û divê dîsa bidin gel.”
ÊLIH
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk û parlamenterên DEM Partiyê jî di nav de bi sedan kes li gelek taxên Êlihê bi gel re hatin ba hev.
Şandeyên ji sê koman pêk hat û çûn serdana taxên cuda. Şande bi çepik û tilîliyan ber bi taxan ve meşiyan û bêyî navber dirûşmeyên “Êlih ya me ye, rûmeta me ye”, “Êlih ranezê xwedî li îradeya xwe derkeve” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” berz kirin.
Şandeyan yek bi yek çûn serdana esnafan û li taxên ku jê re dibêjin “herêma aştî, ked û azadiyê” geriyan û banga “Werin xwedî li îradeya xwe derkevin” kirin. Şandeyê got, “Ti kes nikare îradeya me desteser bike. Em çiqasî li hemberî wan bêdeng bin, ew ê ewqas bi ser me de bên.”
Di serdanan de bang li raya giştî hat kirin ku sibê saet di 11:00 de li ber Salona Dawetê ya Gala ya li “herêma aştiyê” û li Parka Salîh Ozdemîr a li “herêma kedê” bicivin û ji wir jî ber bi şaredariyê ve bimeşin.
Gel jî derketin ber paceyên xwe bi çepik û nîşaneyên serketinê girseya li kolanê silav kirin û ajokarên wesayîtan jî bi lêdana qorneyan piştgirî dan girseyê.